Fermandarê ASAyê: Em li hemberî YPGê nikarin pêşde biçin

Fermandarê ASAyê: Em li hemberî YPGê nikarin pêşde biçin

Fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) derbarê êrîşên li dijî Efrînê de ji bo rojnameya Îngilizî ya Timesê axivî û diyar kir ku ji ber şertên xerab ên hewayî em nikarin pêşde biçin û YPG sengerên xwe xurt dikin.

A+A-

Li gorî nûçeyeke BBC Tirkî ya ku dispêre rojnameya Îngilizî ya bi navê Timesê, Ahmed Osman, fermandarê Lîwaya Siltan Mûrad ya di bin sîwana Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de cih digire, diyar kir ku ew amadehiya avakirina eniyeke nû dikin û dixwazin gundên li derdora Til Rifetê bi dest bixin.

 

Osman got, "Ji ber şertên xerab ên rewşa hewayê şervanên me nikarin tevbigerin. Endamên YPGê çeperên xwe xurt dikin. Nîşangir û çekên wan ên teknolojik hene. Gelek mayin li ber xeta eniya şer bi cih kirine."

Fermandarê ASAyê parast ku di nava çend rojan de bi başbûna rewşa hewayê ew dê operasyona li dijî Til Rifetê bidin destpêkirin.

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin