• Diyarbakır 15 °C
  • Batman 15 °C
  • Hakkari 11 °C
  • Şırnak 14 °C
  • Ağrı 10 °C

Fermana girtina Rêbwar Talebanî hate dayîn

Fermana girtina Rêbwar Talebanî hate dayîn
Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê fermana desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî da.

Li gorî nivîsa fermî ya Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê, biryara desteserkirina Rêbwar Talebanî li gorî madeya 331 a yasyaya cezayê ya Iraqê hatiye dan.

 

Herwiha Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê daxwaz ji hêzên ewlehiyê û polîs kiriye, ku biryarê cîbicî bikin.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî weke gelek ji berpirsên Kurd ên Kerkûkê yên weke parêzgarê dûrxistî yê wê parêzgehê, Necmedîn Kerîm piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û kontrolkirina deverê ji aliyê hêzên iraqî ve, bi neçarî Kerkûk bi cih hişt û li Hewlêrê bi cih bû.

 

Rêbwar Talebanî serokatiya du civînên giring û dîrokî yên Encûmena Parêzeha Kerkûkê kir, ku ew jî civînên biryardan li ser beşdariya Kerkûkê di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û herwiha bilindkirina Ala Kurdistanê li ser tevahiya saziyên hikûmetê yên li Kerkûkê bûn.

 

Piştî biryara Encûmena Parêzeha Kerkûkê, xelkê Kerkûkê beşdarî di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de kirin û bi piraniya dengan piştgirî dan serxwebûna Kurdistanê.

 
Ev nûçe 539 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din