Ferîd Eseserd: Du nêrîn li ser tijekirina şûna Mam Celal hene

Ferîd Eseserd: Du nêrîn li ser tijekirina şûna Mam Celal hene

Endamê Serkirdatîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re behsa amadekarîyên kongreya çarem a partîya xwe dike ku biryar e roja 21.12.2019an bê sazkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan Endamê Serkirdatîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re behsa amadekarîyên kongreya çarem a partîya xwe dike ku biryar e roja 21.12.2019an bê sazkirin. Eseserd dibêje bêguman konferansa melbendan di dema xwe de tê kirin, lê dibêje divê berî sazkirina kongreyê peykerbendîya serokatîya YNKê bê yekalîkirin ka gelo wê wek niha bimîne (serokatî) yan wê bibe pergala parlamenî.

Çima YNKê nikarîbû di wê dema ku hatibû destnîşankirin de di 07.12 de kongreya xwe li dar bixe?

Ferîd Eseserd : Me di civîna Encûmena Serkirdatîyê de bi şêwir ligel Desteya Komisyona Bilind a amadekara kongreyê û berpirsê dezgeha hilbijartinê rojek destnîşan kir. Wan guncav dîtin ku roja duşemê 09.12.2019 konferansa melbendan bê kirin. Her çiqasî em bilez bûn û me dixwest toja 07.12.2019 konferansa melbendan bê kirin. Lê wan gotin ku em di alîyê teknîkî de nikarin şemî û yekşemê dest pê bikin, lewra roja duşemê hat destnîşankirin. Hemû melbend hatin agahdarkirin ku amadekarîyê ji bo vê konferansê bikin. Kesên ku serpereştîya konferansê dikin ji vir ji (Silêmanîyê) diçin melbendan. Niha hemû li cihên xwe ne. Lewma bêguman roja duşemê konferansa melbendan tê kirin.

Ma konferansa melbendan çend rojan dirêj dike?

Çar rojan dirêj dike. Rojek bo dengdanê û du roj jî bo cudakirina dengan û rojek jî ji bo taneyan tê danîn, bo nimûne endamek ji beşdarbûyan taneya wî hebe ji bo yekalîkirina taneya wî.

Çima YNK nikarîbû kongreya xwe di 07.12.2019an de saz bike?

Me ev pirs ji komîteya amadekar kir. Ji me re gotin du ûşt hebûn. Yek ji wan nerîneke ron li ser peykera bê ya YNKê nîne. Pêwîstîya vê mijarê bi rêkeftina alîyên nav YNKê heye û me kar jê re kirîye û me komîteya sazanê jî pêk anîye. Lê nikarîbû bigihe encameke yekalîker. Pêwîstîya wan bi şêwirên din hebû. Bêguman berî 21.12.2019 ev mijar bi dawî tê. Ûştê duyem ew bû ku hinek pêwîstîyên teknîkî hebûn ku xelas nebûn, wek dîyarîkirina pişka komên biçûk. Wek mînak rêxistin û endamên parlamenê û tîma hikûmetê û tîmên din. Ew pişka ji wan re hatîye dîyarkirin li gor wan hindik e û hinek ji wan dibêjin divê zêdetir be. Hinekên din doza pişkan dikin û dibêjin pişkeke din ji me re dîyar bikin û em ê hilbijartinan di nav xwe de bikin û em ê hemû bên. Ev mijar hemû teknîkî bûn. Ji me re ragihandin ku em ê bicivin û çareser bikin.

Gelo ti rêkeftinek ji bo hilbijartinên konferansa melbendan hatîye kirin?

Divê alîyên nav YNK û endamên serkirdatîyê nerîneke wan a zelal li ser peykerê YNKê hebe, çimkî di kongreya sêyem de ku sala 2010an hate kirin, me peykerek ji bo YNKê pesend kir. Lê ev heykel heman heykel e ku bi destkarî di kongreya yekem di sala 1992an de hate pesendkirin. Niha li gor me ev cûreyê heykelan qedîyaye. Şert û mercên cîhan û deverê û geşbûna konevanî ya herêmê pêwîst dikin ku heykeleke nû ji YNKê re bê dîyarkirin, ta wê nêzîk bike ji partîyên sosyal demokrat ku YNK bi xwe endama internasyonal sosyalîst e. Ev heta niha nehatîye yekalîkirin. Ji ber ku mijareke nû ye em hêj hîn nebûne, lê hewldaneke zêde heye ji bo ku ev mijar bê yekalîkirin.

Guhertina heykela YNK bi wateya ku sekreter û politburo û encûmena navendî nemînin? An cûrekî din e?

Tê wê maneyê, lê maneya wê berfirehtir e û pêvajoya çêkirina dezgehên sereke, bo nimûne ew pergala ku em niha dimeşînin di alîyê zanîna sîyasî de navekî jê re bibînin, em dikarin bibêjin pergaleke serokatî ye, ku di sê kongreyên borî de sekreterê giştî û serkirdatî hatine hilbijartin û di kongreya 3 de hinek guherîn hatin kirin û ligel encûmena serkirdatî, encûmena navendî wek parlamena hizbê hate hilbijartin. Niha li gor me pêwîstîya vê jî bi geşkirinê heye. Em dixwazin encûmena serkirdatî û encûmena giştî bên tevlihevkirin û encûmeneke tenê bê hilbijartin û paşê encûmena serkirdatî ji wê encûmena giştî were hilbijartin. Lê nerîneke din heye dibêje bila herdu encûmen bi cuda bên hilbijartin wek kongreya sêyem. Yanî vêga du bîr û bawerî hene. Yekem YNK bi rexê pergala serokatîyê ve dibe yan jê nêzîk dike. Ya din lêdixebite ku YNKê ber bi rexê pergala parlamenî ve bibe. Herdu pergal bi kêrî YNKê tên û alîgirên xwe jî di nav encûmena serkirdatî û polîtburoyê de hene. Bi nerîna min, dibe ku nerîna endamên serkirdatîyê bo pergala parlamenî ji pergala serokatîyê zêdetir be. Her çi qasî di hemû rewşan de divê serok an sekreter an sekreterê me yê giştî hebe. Giring ew e ku kesê yekemîn be. Ev li ser wê yekê dimîne ku li gor pergalê desthilatên wî têne dîyarkirin, bo nimûne heke pergal serokatî be desthilateke wî ya zêdetir dibe. Lê heke parlamenî bû wê şêweya hilbijartina wî û desthilatên wî cuda be.

Hêj gelek amadekarî mane, wek girêdana konferansa melbendan, çêkirina nasnameyan bo endamên kongre û dawetkirina xelkê. Tu di wê bawerîyê de yî bi vî halî di wê dema ku bo kongrê hatîye dîyarkirin 21.12.2019 hûn ê pê re bigihîjin kongrê saz bikin?

Di civîna encûmena serkirdatîyê de me hemû hesêb kir. Giringtirîn pêngav di vê qonaxa niha de konferansa melbendan e. Bêyî konferansa melbendan kongre nayê girêdan. Hokara wê yekê jî ku me nikarîbû di 07.12 de kongrê bikin, konferansa melbendan bû. Mercê sereke yê girêdana kongrê, konferansa melbendan e. Tiştên din teknîkî ne, wek em li ku kongre girêdin? Kîjan hol e? Em ê çawa bigihin wir? Bac çawa ne?

Çend kes wek mêvan beşdarî kongrê dibin, gelo bîyanî jî di nav wan de hene?

Li gor pêrewa navxwe, girêdayî hejmara endamên kongrê, divê ne zêdetirî 1000 kesî be. Em ê vê yekê li ber çav bigirin. Me hîn mijara vexwendina mêvanan yekalî nekirîye. Em nizanin gelo em ê xelkê vexwînin an na, kê tê vexwendin û kê nayê vexwendin. Me ev mijar ji bo piştî konferansa melbendan hiştîye. Lê me di kongreyê de bangî du kesan nekir û kongre jî hate kirin.

Li gor te, wê konferansa melbendan bi şefafî bi rêve biçe?

Konferansa komîte û ofîsan hate kirin. Ti kêşeyeke mezin çênebû. Çimkî qonaxa yekem serketî bû ev jî bi heman encamê dibe. Ez bawer nakim kêşeyên pir mezin peyda bibin.

Heta vêga 600 endam hatine hilbijartin û tenê 400 endamên melbendan mane. Gelo ti rêkeftinek ji bo wan 400 endaman di nav baskan de hatîye kirin?

Rêkeftin li ser 400 endaman nayê kirin û têne hilbijartin. Kesê ku navê wî heye û lîsta wî heye û xwe berbijêr dike, navê wî tê nivîsandin û xelk diçe deng didîyê. Hejmareke dîyarkirî heye. Wek nimûne ji hejmar 1 heta 400 wek derçû tên hesêbkirin çimkî dengên herî zêde anîne. Yên dîtir li derveyî proseyê dimînin.

Sê proje bo kongrê hatine pêşkêşkirin. Projeya ofîsa birêkxistinê, encûmena navendî û Mela Bextîyar. Nerîna te li ser van projeyan çi ye û tu kîjanê ji wan hêja dibînî ku di kongrê de bê pejirandin?

Heta niha ew projeya ku sala 2012an hate danîn, bi nerîna min ji hemûyan çêtir e. Lê pêwîstîya wê bi sererastkirinê heye. Mafê her endamekî polîtburo û serkirdatî û kadroyan jî heye ku projeyan pêşkêş bikin. Sê proje hatine pêşkêşkirin. Em hewl didin bi projeyeke tenê derbasî kongrê bibin. Yanî em ê sê projeyan bikin yek proje. Heke wiha jî nehate kirin, em ê her sê projeyan bibin kongrê û em ê bêjin me nikarîbû bi projeyeke tenê derbasî kongrê bibin û em ê komîtê pêk bînin û projeyeke tenê hilbijêrin û gotûbêj bikin.

Ma te bi xwe jî ti projeyek pêşkêş nekirîye?

Projeya min bi xwe nîne, lê hinek têbînîyên min ji bo hemwarkirina projeya encûmena navendî hene. Çimkî ne projeyeke serbixwe ye û bêtir nerîn e û em nikarin navê wê bikin projeyeke serbixwe.

Guherîn bi ser encûmena serkirdatîya YNKê de tê, qaşo wê endamên serkirdatîyê ji bo 121 kesan bên zêdekirin?

Xelk vê fam nake. Çimkî pergala ku em dimeşînin li herêmê û Iraqê nû ye. Em 121 endamên serkirdatîyê hilnabijêrin. Encûmena navendî 101 kes e û encûmena serkirdatîyê 56 kes e û koma giştî ya herduyan 157 kes in. Yanî em hemûyî bi hev re hildibijêrin, paşê dabeş dibin. Bila sazîya serokatîyê hebe û encûmeneke din jî hebe wek jûra duyem a parlamenê, li vê gorê meclîsa giştî parlamen e. Hinek desthilatên vê jûrê jî dibin wek a Iraqê ku jûra duyem a parlamenê heye û jê re meclîsa federe tê gotin. Em dixwazin pergala YNKê bi wî rengî lê bikin û parlamena sereke navê wê meclîsa giştî be. Jûreke din jî hebe ku me hêj navê wê dîyar nekirîye. Paşê em ê lê bifikirin ji wan 120 kesan meclîsa serkirdatîyê yan meclîsa cîbicîkar an meclîsa meşandinê bê pêkanîn.

Nerînek bo çêkirina konse yan pergala hevserokatîyê heye, ev ê bi ser keve gelo?

Divê di nav pêrewa navxwe de cih bigire. Heta niha ew pêşnîyaz in û di nav pêrewa navxwe de ne behsa hevserokîyê hatîye kirin û ne jî konseyê. Yanî behsa tiştekî dîyarkirî nehatîye kirin, lê ta 21.12.2019 divê ev mijar bê yekalîkirin, çimkî mijareke pir giring e. Heke hevserokî bû yan konseya serokatîyê bû, di her rewşekê de, heke kongre bo dema sê salan be, em ê bo dema sê salan biceribînin û eger me dît baş e em ê bihêlin. Ne guncav jî bû, em dikarin di pêrewê de destkarî bikin. Wek nimûne hevserokî xerab derket em wê bikin konse yan bi berevajî jî, yan heke herdu xerab bûn, êdî wek berê kesê yekem ê YNKê hebe û desthilatên wî/ê bêne dîyarkirin.

Mela Bextîyar di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re li şûna sekreter pêşnîyazî navenda rêbertîyê bo YNKê kir, li gor wî kes hêja nîne bibe kesê yekem ê YNKê. Tu vê nerîna Mela Bextîyar çawa dibînî?

Ev yek ji kêşeyên herî mezin e, ne tenê bo YNKê, lê belê li nav wan partîyan jî ku kesê yekem ê partîyê karîzmayeke mezin e û dîrokê çêdike. Piştî wî valahîyeke mezin çêdibe. Bo wê valahîyê dibe ku kesekî dîyarkirî nebe wê tije bike. Lewra nerînên cuda derbarê wî derdikevin holê bo tijekirina vê valahîyê. Eva ku te jî qal kir yek ji nerînan e ku wiha dibîne bi 6-7 kesan tê tijekirin. Nerîneke din heye ku bi du kesan bê tijekirin. Helbet ev valahî mezin e. Divê pergaleke wiha bê danîn ku bikare vê boşahîya girs qerebû bike.

Yekîtîyên Badînan dibêjin em mexdûr in û vê carê lîsta me bo serkirdatîyê dibe. Lê baskên YNKê dev ji me bernadin. Gelo vê xetrê di hilbijartina meclîsa serkirdatîyê û polîtburoyê de, dê pişka navçeyan li ber çav bê girtin, wek nimûne dê kota ji navçeya Badînan û Şingalê re hebe?

Em mikur tên ku me neheqî û xedreke zêde li Badînan kirîye. Divîyabû guhdaneke xas bi wê deverê bihata kirin. Hercar tê behskirin ku şoreşa YNKê ne li devera Soran, lê belê li Badînanê dest pê kir. Dîsa em dikarin vê mijarê çareser bikin. Çimkî meclîsa me ya giştî dibe. Pişk bo deveran tê danîn. Bo nimûne ji 120 kesan dibe ku 20 kes ji navçeya Badînanê bin. Lewma vê xetrê kêşeyeke wan a mezin nabe. Ji wê rêjeyê jî ku ji bo Badînanê tê dîyarkirin, nûnerê wan di meclîsa serkirdatîyê de jî dibe. Nerîneke me heye ku em ber bi rengekî lamerkezîyetê ve herin, bi awayekî melbend xwe bi rêve bibin. Meclîsa giştî serkarî û çavdêrîya kar û barên melbendan dike. Me pergaleke nû danîye. Bo nimûne Hewlêr yek serkirdatîya mezin lê be. Serkirdatî ji endamên hilbijartî yên kongrê pêk bên, ji bo ku teşkîleyek be ku kadroyên pêşketî jî amade bike da ku karên xwe bi rêve bibin.

Guherîn bi ser çend organên YNKê de tê?

Meclîsa navendî dimîne, lê navê wê diguhere û dibe meclîsa giştî û desthilateke ji niha bêtir werdigire. Melbend jî tên berfirehkirin û tên tevlihevkirin û desthilateke zêdetir werdigirin. Nerînek jî heye ku pêwîstîya YNKê bi van hemû ofîsan nîne û em dikarin wan kêm bikin. Ên ku karên wan nêzîkî hev in, em dikarin wan tev li hev bikin û bibin yek ofîs.

Heke zanyarîya te hebe gelo wê Hêroxan beşdarî kongrê bibe?

Heke rewşa tendirustî alîkarîya wê bike bêguman cihê wê yê taybet di kongrê de heye û endama kongrê ye jî. Li ser wê dimîne ka dikare beşdar bibe yan na. Herwiha hemû endamên serkirdatîyê dikarin beşdarî kongrê bibin. Di pêrewa navxwe de teksteke me heye ku endamên serkirdatîya berê jî mafê wan ê beşdarîya di kongrê de heye.

Niha tendirustîya Hêroxanê çawa ye?

Ferîd Eseserd: Ez bawer dikim tendirustîya wê ne zêde baş e. Lê em hêvîdar in bikare beşdarî kongrê bibe.

Tê gotin ku hevrikîyeke tund di navbera ciwanên YNKê de heye (Lahur Cengî, Pavil Talebanî, kurên Kosret Resûl), gelo ev lîderên ciwan ên YNKê ew taybetmendî li ba wan heye ku bibin sekreterê YNKê?

Pêwendîya me pê nîne ka ew hêja ne yan na, xwe berbijêr dikin an na. Di pêrewa navxwe de her endamekî kongrê dikare xwe berbijêr bike û merc ji wan re tên danîn. Her kes merc tê de bin dikare xwe berbijêr bike bo hemû astan û nemaze asta sekreterê giştî, serkirdatî û meclîsa giştî.

Berê 120 kes bi tezkîyeya Mam Celal dibûn endamên kongrê. Vê carê desthilata birina wan kesan bo kongrê li ba kê ye?

Ferîd Eseserd: Min gelek şopandin ji bo wan 120 kesan nekirîye ka wê çawa bên, lê qasî ez dizanim ev mijar yekalî bûye û dibe ku bi ser melbendan de bên dabeşkirin. Bo nimûne em wiha bêjin melbenda Hewlêrê 50 kes jê di konferansa melbendan de dibin, ji wan 120 kesan 10 jê re hatine zêdekirin.

Çend endam bi tezkîyeyê beşdarî kongrê dibin?

Ên ku zêdetirîn hejmara wan heye ew in ku tên hilbijartin. Ên din pişk ji wan re tê danîn, wek mînak li gor pêrewê pêşmergeyên sala 1976an mafê wan heye bêne kongrê. Hejmara van pêşmergeyan jî kêm e û tenê 27 kes ji wan li jîyanê mane yan hemû tên an pişkeke 15 kesî ji wan re tê dîyarkirin. Herwisa yekîtî û sendîkeyên me jî hene. Bêguman pişk ji wan re jî tê danîn. Parlamenterên Herêma Kurdistan û Bexda û meclîsên parêzgehan pişka wan di kongrê de tê danîn û dikarin wek konferansa melbendan di nav xwe de hilbijartinê bikin.

Ferîd Eseserd bi nîyaz e xwe berbijêr bike, gelo zanyarîyên te hene ku çend endamên serkirdatîyê xwe berbijêr nakin?

Erê ez ê xwe berbijêr bikim. Yên ku me ji wan bihîstîye du kesên tenê ne, kak Ednan Muftî û Firyad Rewandizî. Dibe ku hin kesên din jî hebin nexwazin xwe berbijêr bikin.

Şerê mezin ê YNKê piştî kongreyê li ser Ofîsa Birêkxistinê dibe. Çimkî berê gelek kesan bi rêya Ofîsa Birêkxistinê li melbend û ofîsên YNKê post wergirtin û ew jî beşdarî konferansên melbendan dibin û balansa baskên YNKê diguherin. Gelo wê çi bi ser Ofîsa Birêkxistinê de were?

Pêşnîyazek heye ku em Ofîsa Birêkxistinê hilweşînin. Piştî ku em serkirdatîya parêzgehan ava bikin. Her yek ji wan di çarçoveya parêzgehên xwe de karê birêkxistinê bikin.     

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin