• Diyarbakır 7 °C
  • Batman 6 °C
  • Hakkari 2 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı -3 °C

Ferhenga Kurdî - Fransî; Xebateka 39 salî

Ferhenga Kurdî - Fransî; Xebateka 39 salî
Ferhenga Kurdî – Fransî ya rewşenbîr û nivîskarê kurd Kamiran Alî Bedirxan ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hate amadekirin.

 

Hewlêr (Rûdaw) – Ferhenga Kurdî – Fransî ya rewşenbîr û nivîskarê kurd Kamiran Alî Bedirxan ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hate amadekirin.

Sibê li Akademiya Kurdî ya li Hewlêrê danasîna ferhengê dê were lidarxistin.

Biraziya Kamiran Alî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan ji Rûdawê re ragihand: “Di 6ê Kanûna 1978an de gava apê min Kamiran Alî Bedirxan wefat kir, ez li cem wî bûm. Piştî cenazeyê, min alavên wî yên ku li jûra avahiyekê ku jiyana xwe li wir derbas dikir, dan berhev. Me cil û bergên apê min belav kir. Nivîs û kaxizên wî jî, ji ber ku di wê serdemê de pirsgirêka ewlehiyê hebû, min nekarî bibim Bexdayê û min da Kendal Nezan.”

Herwiha Sînemxan Bedirxan diyar kir: “Di sala 1978an de piştî ku Estîtuya Kurdî ya Parîsê hate damezrandin, Kendal nivîsên ku min radestî wî kiribû, bire enstîtuyê. Kendal piştî demekê, li gel xwendekarekî fransî yê apê min Josefa Bertolino li ser kurdî û fransî dest bi xebatê kir.”

Keça Celadet Alî Bedirxan Sînem Bedirxan weke din destnîşan kir: “Kurdiya Josefa gelek baş bû. Josefa her hefte carekê diçû enstîtuyê û li ser ferhengê dixebitî. Ji ber rewşa darayî, me nekarî ferhengê bidin çapê. Niha hate çapkirin.”

Kurtejiyana Kamiran Alî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan parêzger û rojnamenivîsê kurd û yek ji lawên malbata mezin a kurdan malbata Bedirxaniyan bû.

Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê Tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê.

Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê temam kir. Paşê li Bêyrûdê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ku gelek nivîs û wergerên wî di Kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Bêyrûdê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.

Kamiran Bedirxan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Zanîngeha Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.

Wî di mijarên cûr bi cûr de, bi zimanên cuda zêdetirî sî pirtûkan nivîsandin. Her çi qas pirtûkên wî yên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.

Kamiran Bedirxan ku hemû jiyana xwe dabû çand, ziman û wêjeyê kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.

Kamiran Alî Bedirxan di salên 1940î de, dersên xwendina kurdî dida Kurdên Libnanê li Zanîngeha Layîk a bi nav û deng. Di radyoya Rojhelatê ya li Beyrûda Libnanê de bernameyên wî yên Kurdî hebû. Weşana radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşemê û roja Înê.

Kamiran Alî Bedirxan di sala 1970an de çû serdana Başûrê Kurdistanê. Ji aliyê Nemir Mele Mistefa Barzanî ve bi xêrhatinî hatibû pêşwazîkirin û beşdarî  8emîn Konfransa PDKê bûbû. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbixwe xiste dilê guhdaran.

Kamiran Alî Bedirxan di sala 1971ê de çûbû serdana Kurdên Beyrûda Libnanê jî. Di vê seredanê de jî, li gel Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Libnanê Kemal Jumblat ku ew bi xwe kurd e, civiya. Bi hunera Kamiran, Jumblat partiyeke kurdî ramyarî bi awayekî fermî pejirand û destûra xebata ramiyarî da kurdên Libnanê. Kamiran Bedirxan ku hemû jiyana xwe dabû çand, ziman û wêjeya kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.

Berhemên Kamiran Alî Bedirxan

Langue kurde, Paris, 1953

Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971

Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer, 1977/1986

Zimanê Kurd / Kürt Dili, Stenbol

Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)

Kolay Kürtçe - Kitêba Rêzimanê

Xwendina Kurdî Pirtûkxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938

Dersên Şerîetê Pirtûkxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938

 

Ev nûçe 5008 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din