Fasê têkiliya xwe ya dîplomatîk ji Îranê birrî

Fasê têkiliya xwe ya dîplomatîk ji Îranê birrî

Wezareta Derve ya Fasê di daxuyaniya xwe de ragihand ku têkiliya Hizbullahê bi rêxistina Eniya Polisario ye heye û ewlehiya Fasê têk dibe lewma me biryar da têkiliya dîplomatîk ji Îranê bibirin.

A+A-

Wezîrê Derve yê Fasê Nasir Burîta di daxuyaniya xwe ya civîna çapemenî de got: "Fasê biryar da ku ji ber têkiliya Hizbullahê bi rêxistina Eniya Polisarioyê re Balyozxaneya xwe ya li Tehranê bigre. Em dixwazin balyozê Îranê jî welatê me biterikîne."

 

Nasir Burîta di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev gav ji bo têkiliya Hizbullahê bi Eniya Polisarioyê hat avêtin û di destê me delîlên ku serokên Hizbullahê alîkarî û perwerdeyê didin Eniya Polisarioyê heye."

Li gor daxuyaniya wezîrê fasî, dîplomatên îranî yên balyozxaneyê ji bo hevdîtina serokên Hizbullahê û rêvebirên rêxistina Eniya Polisarioyê navbeynkariyê dikin û dikarin vê îspat bikin.

Burita di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di sala 2016an de li Libnanê Hizbullahê ji bo piştgiriya Sehrayiyên Rojava komîteyek ava kir û di heman salê de berpirsekî Hizbullahê li sînorê bajarê Tinduf ê Cezayirê serdana herêma Sehraya Rojava kir. Di vê meha dawî de Hizbullahê çek jî ji Polisarioyê re şandin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin