Farqîn: Qeyûm karkirên şaredarîyê mecbûrê meşê kir!

Farqîn: Qeyûm karkirên şaredarîyê mecbûrê meşê kir!

Qeyûm 15ê tîrmehê ji xwe re kirine hacetê sîyasetê û dixwazin nirxên turkayetîyê bi kurdan bidin qebûlkirin û hezkirin!

A+A-

Qaymeqam û wekîlê qayûmê şaredarîya navçeya Farqînê ya Dîyarbekirê Adem Çelik bi munasebeta salvegera derbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmehê meşekê li darxistîye; flamaya xwe şarederîyê daye destê karkirên şaredarîyê û karmendên qaymeqamîyê û malbatên wan jî mecbûr kirîye ku ew jî beşdarî xwepêşandinê bibin.

Xwepêşandin bi navê ’Meşa Yekîtîya Neteweyî’ û bi ‘Merşa Istîklalê’ dest pê kirîye û bi hilandina alaya tirk meşîyane û qaymeqam li dijî derbeya 15ê Tîrmehê axaftîye û gotîye; tirk, kurd, ereb, laz û çerkez bi rih û îmana xwe derketine kolanan û serkeftin a wan e.

Walî û qeymeqamên li bajar û qezayên Kurdistanê hatine tayînkirin ku ew di heman demê de qeyûm in jî, ew 15ê tîrmehê ji xwe re kirine hacetê sîyasetê û dixwazin nirxên turkayetîyê bi kurdan bidin qebûlkirin û hezkirin!
N. Ronak/Farqîn

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin