Occo Mahabad

Occo Mahabad

NISIVKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

FACEBOOK : BELAYA HERÎ XWEŞIK

A+A-

 

Facebook ji bo armancên têkiliyên civakî di sala 2004’an de ji aliyê Mark Zuckerberg ve hat

damezrandin. Mark di sala 1984’an de çêdibe û tê dinyayê.Bavê wî diranker û diya wî jî

psîkolog e.Mark bi saya îmkanên malbatê perwerdehiyeke baş distîne û zanîngeha Harvard’ê

qazanc dike. Li Harvard’ê beşa programkirinê dixwîne.

Malpera wî ya yekemîn ku saz kiribû facemash.com e.Ev malper qîz û xortên popûler yên

Harvard’ê dida naskirin. Mark piştî salekê danegeha zanîngehê bi rêbazên Hekkirinê

hildiweşîne. Ji aliyê Rêveberiya Zanîngehê ve mehekê ji dibistanê tê dûrxistin.Mark vî cezayî

wek neheqiyek dibîne û ji dibistanê vediqete.Piştî berdana zaningehê Facebook’ê saz

dike.Facebook malpera wî ya duyemîn e.

Facebook navê xwe ji peyva ‘’ paper facebooks’’ê girtiye.Paper Facebook formeke

naskirinê ye ku li zanîngehên Amerîkayê tê tijîkirin.Bi vê formê mamoste xwendakarên xwe

nas dikirin.

Mark vê torê bi tenê ji bo xwendekarên Harvard’ê saz kiribû.Armanc ew bû ku xwendekar

hev nas bikin û têkiliyên baştir di navbera xwe de çêbikin.Lê ev pergala ragihandinê ewqas

hat hezkirin û pejirandin ku di demeke kurt de belav bû hemû zanîngeh û dibistanên

Amerîkayê.Piştî çend sal şûn de jî Facebook li cihanê bibû şirketa heftemîn.

Lê li gor pirtûka Ben Mezrich’ê Facebook bi temamî ji bo dîtina jin û keçikên xweşik

hatibû damezrandin û Mark jî tolazekî heram û pîçekî dera hanê bû. Tek armanca wî dilê xwe

bi qîzikan rehet bike û wan bixapîne bavêje nivîna xwe. Pirtûk pir hat firotin. Mark li hemberî

vê pirtûkê dozek vekir lê doz tu encam neda.Li hemberî îdîayên vê pirtûkê fîlmê Tora

Civakî (The Social Network ) hat kişandin.Fîlm bi temamî li ser jiyana Mark û sazkirina

facebookê disekine. Fîlm weke pirtûka Ben Mezrick eleqe nedîtibe jî pir hat temaşekirin.

Derhênerê vî fîlmî David Fincher û lîstikvanên sereke jî Rooney Mara,Justin Timberlake û

Jesse Eisenberg bûn.Derhêner ji ber fîlmekî siparîş ji aliyê raya giştî ve pir hat rexnekirin.

Mark Facebookê bi çi armancê vekiribe jî em niha dibînin ku serkeftineke şexsî û ticarî

derketiye holê.Facebook êdî jiyana civakê dagir kiriye.Şirketek anketek çêdike dibîne ku

Facebook weke evîndarekê jêneger û xeşîm ketiye rihê mirovan û dernakeve.

Li gor îstatîstîkên Alexa’yê hejmara endamên Facebook’ê îro gihîştiye 400 milyonê.

Dîsa li gor îstatîstîkan, Facebook herî zehf li van welatan tê bikaranîn:Kanada,Afrîkaya

Başûr,Amerîka,Norwec,Misir,Panama,Turkiya, Swed ….

Facebook pereyê ji reklaman qazanc dike. Her sal çend milyon dolar dahatûyên reklamê

dikeve cêba vê şirketê.Li gor saziya bazirganiyê ya Amerîkayê ,Facebook her hefte herî kêm

1.5 milyon dolar pere qazanc dike.

Şirketên mezin îro ji bo bidesxistin û kirîna Facebookê pir hewl didin ji ber ku ev tor

pasteyeke pir mezin e.Herkes dixwaze ji vê pasteyê kêm an jî zehf bixwe û tehm bike.

Lewma Yahoo ji bo kirîna vê şirketê milyarek teklîf kir.Viacom 2 milyar dolar da.Google

piştî kirîna Youtub’ê xwest ku Facebook’ê jî bikire niha 3 milyar dolar teklîf dide.

Rêveberê Facebook’ê dadixune ku nirxa vê şirketê niha bûye 8 milyar dolar. Mark Zuckerberg

heta niha Facebook’ê nefirot şirketên mezin lê hinek hîseyên şirketê vekir xelk û raya giştî..

Bi vî awayî Microsoft , Viacom,Yahoo û Google hinek hîseyên şirketê bi dest xistin.

 

KÊR Û BAŞIYÊN FACEBOOKÊ

 

Li gor lêkolîner Prof.Dr.Larry Rosen em dikarin qencî û başiyên Facebookê wiha rêz

bikin.

-Hûn dikarin dost û hevalên xwe yên kevn bi rêya Facebookê bibînin.

-Hevalên nû nas bikin û bi wan re bikevin têkiliyê.

-Hûn dikarin li ser Facebookê komên nû kêşf bikin û tevlî wan bibin. Bi vî avayî li gor armanc

û xwestekên xwe hûn dikarin hin tiştan par ve bikin.

-Ji bo rêxistinbûn û çalakiyên cur bi cur hûn dikarin Facebookê bi kar bînin.

-Ji bo fêrî mijar û bûyerên nû jî hûn dikarin bi Facebookê mijûl bibin.

-Ji bo nasandin û reklamê jî Facebook alternatîfeke baş e.Ji ber ku bêpere ye.

-Ji bo têkiliyên cînsî û hestî jî Facebook êdî bûye platformeke mezin,nasîna rûyên nû dibe ku

bala we bikişîne.

-Hûn dikarin kesên navdar bi Facebookê bişopînin Bi min tiştekî kêrdar nîne lê dîsa jî em

bijimêrin û binivîsin

-Ji bo bîranîna roja rojbûnê jî dibe ku feydeya Facebookê hebe

 

NEBAŞÎ Û ZERARÊN FACEBOOKÊ

 

Li gor lêkolîner Dç.S.Craig Watkins zerarên sereke ew in.

-Dema we ya qîmetdar dikuje.Ger qîmetdar be

-Kesên ku ne li gor nêrîn û fikrên we difikirin dibe ku derûnî û psîkolojiya we xerab bikin.

-Qîz an jî xortên li ser Facebookê dibe ku we bixapînin.We rezîl û riswa bikin.

-Rûpelên ku qumar tên leyistin bala we bikişîne û dibe ku mala we xera bikin.Ew jî

îhtîmaleke mezin e.

-Komên ku ji bo sekskirinê (mînak: seksên lezbiyen, homoseksuel û komî) hatine sazkirin

dibe ku bala we bikişîne û serê we bişewitînin. Paşê vîdeoyên we jî li Youtubê werin nîşandan

neheyirin

-Dibe ku we yekî an jî yekê nas kir, haya jina we jî jê çêbû. Êdî tu dia we xelas nake.

Rêya dadgehê jî ji bîr nekin.Jin an jî mêrê we bila we bernede.

-Zarokên xwe kontrol bikin bila zêde li ber Facebookê nesekinin.Ger bisekinin paşê nebêjin

ew halê dersên te çi neZarokên xwe nekutin.

-Zêde li Facebookê nesekinin,herin pirtûk bixwînin,fîlmek an jî şanoyek temaşe bikin.

Bila Facebook jiyana we perîşan neke.

-Ger karekî we hebe şev li ber Facebookê nesekinin.Bila patron ji ber xew û derengçûyinê we

ji kar dernexe.

-Ji bo tendurîstiya we jî Facebook talûkeyeke pir mezin e. Ji ber ku her kompîtur radyasyon

belav dike.Radyasyon dibe ku we bike pençeşêr.

 

FACEBOOK Û EWLEHÎ

 

Mixabin Facebook ji aliyê ewlehiyê ve jî xwedî pergalekê pir xerab û jar e.

Em nikarin bibêjin ku ji sedî sed ewle ye.Hekirekî/ê an jî Dizekî/ê profesyonel dikare hesabê

we bidize û çi agahiyên we hene bi dest bixe…Lê em dikarin li hemberî Diz û Hekirên ecemî

hin ewleyihan bistînin û pêk bînin.

-Şîfreyên dirêj ji bo xwe hilbijêrin,bila di nava şîfreyê de hem herf hem jî reqam hebin.

-Herkesî nekin heval û dost.

-Profîla xwe bi tenê ji bo hevalên xwe vekirî bihêlin.

-Bi teqez ji bo Facebookê numreyeke telefonê bidin. Ger telefona we li Facebook’ê hebe hûn

dikarin hesabê xwe ji dizan bistînin Ev pir girîng e!!!!

-Têkevin beşa EWLEHÎ-Gera ewle-girêdana ewle (taybetiya https’ye) îşaret bikin.

-Dîsa di heman cih de cîhaza xwe bidin nasandin ku bila kesên xerîb bêyî destûra we nekevin

hesabê we.

-E-peyama xwe ya duyemîn bişînin Facebook’ê.

Ger hesabê we were dizîn hûn dikarin bi vê e- peyamê dîsa hesabê xwe qazanc bikin.

-Lînkên nenas,nediyar netikînin.

-Ger rûpelek an jî lînkek ji we parola û navê bikarhêner/ê bixwaze nekevin ,nedin.

-Lînkekê ji we parolayê bixwaze asteng bikin.

– Bi tenê kesên nêzîk û nas têxin lîsteyên hevalan.

 

FACEBOOK Û SÎXURÎ

 

Li gor ajansa Associated Press’ê Facebook bi rêxistinên sîxuriyê ve di nava têkiliyên nêzîk

de ye û bûye DANEGEHA CIA’yê.Her dane,agahî û kirinên we diçe navenda

Facebookê. Ji wir jî diçe rêxistinên îstîxbaratî..

Eşkereye ku CIA wan agahiyan dide MIT an jî îstîxbaratên din jî.

Ev rastî ji aliyê Julian Asssange ku damezrînerê malpera WikiLeaks e jî hatibû

eşkerekirin.Assange dibêje ku ‘’Facebook sîxura herî civakî û xweşik e,bi maçên xweşik we

dixapîne û gêj dike,êdî hûn bixwazin jî nikarin dev jê berdin.’’

Nick Cubrilovic hem Hekirekî berê ye hem jî nivîskar e.Li gor wî Facebook û rêxistinên

îstîxbaratî bi bişkoka BIECIBÎNE bi rehetî herkesî dişopînin.Taybetiya vê bişkokê ew e ku

weke vîrûsekê her kirin û çalakiyên we dişopîne, agahî û daneyên we dişîne NAVENDA

FACEBOOK’ê.Niha em dibînin ku di her malperê de ev bişkok heye.Yanî hûn têkevin kîjan

malperê ev bişkok çalakiyên we rapor dike NAVENDA FACEBOOK’ê.Ji bo ku

FACEBOOK we neşopîne divê hûn wan pêşniyaran pêk bînin.

-Agahiyên xwe yên rastîn di profîla xwe de nenivîsin.

-Bernameya Ccleanerê peyda bikin û Kakilên(çerez) kompîtura xwe her roj paqij bikin.

-Ji Facebookê bi temamî derkevin. Xwe NEGIRÊDAYÎ bikin. Ger we bi temamî ji pergala

Facebookê derneket û bi tenê Facebookê girt wê çaxê Facebook we dişopîne û hemû kirin û

çalakiyên we rapor dike û dişîne navenda xwe..Tucarî Facebookê GIRÊDAYÎ nehêlin.

 

FACEBOOK Û SÛC

 

Facebook ji aliyê sûc û sûcdaran ve jî mixabin bûye qadeke mezin.

Îsal li gorî daneyên Hêzên Ewlehiyê sûcên nîgaşî (sanal) ji sedî 68 zêde bûne.

Sûcên sereke wiha tên rêzkirin:Leyistina qumarê,şantaj,sextekarî,taciz,tecawiz,xapandin,

dizî,rencîdekirina şexs û koman,tehdît,revandin,xesp h.w.d….

Ji bo ku hûn neyên xapandin ez ê çend tiştan pêşniyar bikim…

-Di profîla xwe de agahiyên xwe yên rastîn nedin.Bi taybetî telefon û navnîşanên xwe nîşanî

kesekî nekin.

-Kesên ku bi we re dikevin têkiliyê pir baş nas bikin.

-Kesên ku we nû nas kiriye bawer nekin.

-Di têkiliyên cînsî û hestî de baldar bin.Bila ji we re şantaj nekin an jî we nexapînin.

Ez ê niha bi sediyan îstatîstîkên sûcan nîşanî we bidim.Ev îstatîstîk ji rojnameyan

hatine berhevkirin û ji aliyê Mustafa Şahîn û Volkan Sari ve di sala 2009’an de hatiye kirin…

 

LI SER FACEBOOKÊ SEDIYA SÛCAN

 

-Revandin,Tecawiz ,Şantaj,Şideta Fîzîkî : Ji sedî 48

-Heqaret,Îstîsmarên Cînsî, Bêyî Destûr Parvekirina Profîl û Daneyan : Ji sedî 22,2

-Sextekarî,Xapandin,Dizîna Şîfreyan,Xwekuştin,Kuştin : Ji sedî 45

-Çavnebarî,Hevberdan : Ji sedî 13,8

Ev îstatîstîk jî nîşanî me dide ku Facebook bandoreke neyinî li ser jiyana mirovan dike.

Divê bikarhêner herdem bi baldarî li vê qadê bigerin.

Wekî hertiştî başî û nebaşiyên Facebookê jî hene.Divê em başiyên vê pergalê ji bo

berjewendiyên xwe bi zanebûn bi kar bînin.Li hemberî nebaşiyên wê jî çavvekirî tevbigerin.

Mixabin Facebook bi hertiştê xwe ve ketiye jiyana me,em çi bikin jî nikarin xwe jê dûr bixin.

Divê em vê saziyê baş nas bikin û ji başiyên wê feyde bigirin.Li hemberî nebaşiyên wê jî bi

tedbîr bigerin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar