• Diyarbakır 10 °C
  • Batman 11 °C
  • Hakkari 6 °C
  • Şırnak 9 °C
  • Ağrı 2 °C

Ezîz Mihemed koça dawî kir

Ezîz Mihemed koça dawî kir
Serokê PAKê Ozçelik: Bi tecrube, zanîn û dûrbînîya xwe ve ew rêbrekî hêja bû û qeybekê mezin e ji bo doza azadîya Kurdistanê.”

Sekreterê berê yê Partiya Komunist a Iraqê û Partiya Komunist a Kurdistanê Ezîz Mihemed îro(31. 05 2017) li Hewlêrê di temenê 93 saliyê de koça dawî kir. Ew ê 1ê Hezîranê li Hewlerê bihê veşartin.

Ezîz Mihemed 1ê Tîrmeha sala 1924ê li Bêrkot ya li ser sînorê Iraq û Tirkiyê ji dayik bûye. Di destpêka salên 1940î de hatiye Hewlêrê û beşdarî nav rêzên Partiya Hîwa bûye.

Mihemed di sala 1946ê de çûye nav Partiya Komûnîst a Iraqê. Di sala 1948ê de ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve hatiye girtin û heta şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê di zîndanê de maye.

Ezîz Mihemed di sala 1964ê de weke Sekreterê Partiya Komûnîst a Iraqê hatiye hilbijartin û heta sala 1993ê serokatiya vê partiyê kiriye. Di sala 1993an de Partiya Komunist a Kurdistanê damezrand û beşdarî kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.

Ezîz Mihemed yek ji wan kesan e, ku Xelata Lenîn wergirtiye. Herwiha di sala 2007ê de Rûsyayê Madalyaya Stêrka Geş a Parzemîna Asya û Efrîqayê daye Mihemed. Bi vî awayî, piştî Nelson Mandela duyemîn kes e, ku ev madalya wergirtiye.

Herwiha roja 10ê Hezîrana 2016ê, li Pîrmamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Madalyaya Barzaniyê Nemir da Ezîz Mihemed.

aziz-muhamed.jpg

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik ji bo wefeta wî peyemeke da û ragihand ku; Ezîz Mihemed  qeybeke mezine ji bo doza azadîya Kurdistanê û sersaxîyê ji malbata wî, ji Partîya Komunîst a Kurdistana Iraqê û ji gelê Kurdistanê re xwest. Ozçelîk di beyana we de herweha destnîşan kir ku; ”Ezîz Mihemed, welatperwer û têkoşerekî dilsoz yê doza azadîya Kurdistanê û bi tecrube, zanîn û dûrbînîya xwe ve  ew rêbrekî hêja bû û qeybekê mezin  e ji bo doza azadîya Kurdistanê.”

Ev nûçe 657 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din