Êzîdîyên Qubînîyê ji sermayê dicemidin

Êzîdîyên Qubînîyê ji sermayê dicemidin

Êzîdiyên Şengalê ki li Beşîrîyê di çadiran de dijîn bi tenê kurdî dizanin, ji ber ku tirkî nizanin jî zahmetîyê dikşînin.

A+A-

29 malbatên  Êzîdî yên ku li ber zilma DAÎŞê di 2014ê de li Şingalê revîyabûn û li navçeya Qubîn/Beşîrîyê ya bajarê Êlihê ya Kurdistana Bakûr di çadiran de bi cî bûne ji ber serma û seqemê di rewşek gelek xerab de dijîn. Germayîya rojê di bin sifirê 15 pile de ye.

Hewat Hesen dibêje; ji ber ku êzingan wan tunene ew bi sobayên ceryanê germ dibin lê wexta ceryan diçe ew perîşan dibin. Ji sermayê keça wî nexweş ketîye û 4 roj di nexweşxaneyê de maye; konên/çadirên wan kevn in û berf li ser wan heye û kes alîkarîya wan nake.

Gewre Îbrahîmê 65 salî dibêje; ew li hember sermayê têdokişin; ji sermayê lingn wî dicemidin nikare bimeşe û jiyaneke rezîl dijîn û daxwaz dike ku xêrxwaz alîkarîya wan bikin.

Dawûd Vece jî dibêje; 150 kes di çadiran de rewşek gelek xerab de dijîn; ew tiştekî din daxwaz nakin daxwaza wan tenê bi sotemenî heye.

Êzîdiyên Şingalê bi tenê kurdî dizanin, ji ber ku tirkî nizanin jî zahmetîyê dikşînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin