• Diyarbakır 7 °C
  • Batman 7 °C
  • Hakkari 0 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı -7 °C

Ezezî ya partîzanî û daxwaza Kongra Neteweyî!

Şeyhmus Ozzengîn

Perçekirin û parvekirina Kurdistan, di vê sedsalîya perçekirin û parvekirina xwe de rû bi rû pêşberî pir asteng û êşan bû. Ne tenê welatê me hat perçekirin û parvekirin: Netewa me, çand a me, zimanê me û hestên me yên netewî jî hatin perçekirin û vê perçekirinê bandorek mezin li ser stratejîyek hevpar a netewî û navendî kir.

Her beşekî ku ket bin bandora kolonyalîstkî cûda, li gor wê cûdatîyê jî ruhê netewî jî reng girt û birîn bûye. Çiqas dem bi dem hewldanên avakirina hêzek navendî a Kurdistanî hatibin dan jî; ev hewldan, ji hewldanên berjewendîyên rêxistinî pêve tu serkevtin bidest nexistine. Di vî warî de; tevgerên ku xurt bûbin û bi hêz bûbin jî, beşên din ji bona berjewendîyên xwe yên grûbî, partîzanî û îdeolojî, ew beşên din î ku lê xwedî derketine, ji xwe re bikar anîne û kirine qurban û xistine bin xizmeta xwe a hizbî.

Lê rastîyek heye, divê em siyasetmedar, ronakbîr, pîspor û rêzanên netewa Kurd di vê destpêka sedsala 21 an de li ser hûr hûr bibin: Her beşekî Kurdistan; li gor şert û şûtên ku têde ne, xwedî guhertin,şert û daxwazên cûre cûre ne. Ji bona ku em van guhertinan ji holê rakin û daxwazên yeko yeko beşan nêzî hev bikin û di bin tevgerek navendî de; wek „Kongra Netewî" bihonin divê em bi zanistî li ser van cûdayî û daxwazên cûda cûda bisekinin.

Avakirina "Korgre a Netewî" di virde wateyê digire! PKK: Li Bakurê Kurdistan: Li ser stratejî ya yek partî, yek daxwaz û yek serok hat damezirandin.Bi armanc û stratejîyek totalîter, bi gelemperî vê tevgerê li Bakurê Kurdistan û rojavayê Kurdistan bi hêza çekdarî kontrol kir destê xwe. Ji tu hêzên ji derveyê xwe re şertên honandina siyasetek pirpar nehişt. Yên ku hewl dan xwe jî ketin bin zixt û zordarîya PKK û terrorize bûn. Bi tu hêzên din re nêzîkî parvekirina rêvebirin a serokatîya tekoşîna rizgarîya netewî nebûn. Çek girtin destê xwe û li henber hêzên Kurd î mûhalîfên xwe bikar anîn û pêşîya wan û rêvebirina siyasetek pirreng girtin.

Bakurê Kurdistan xistin bin bandora siyasetek totalîter û ji hesabdanê dûr. Di her beşê ku lê bû xwedî bandor de giranîya xwe, yek îdeolojîya xwe û daxwazên xwe ferzkir û xist bin bandorek xerab. Beş kir qurban a van armancan û seqet kir, ji hestên netewî bi dûr xist. Cûdatîya nav beşan hîn kûrtir kir.

Îro li Bakur û Rojavayê Kurdistan tiştên ku diqewimin yek ji van xeterî ne. Hemû siyasetmedarên Rojavayê Kurdistan yê ji dervê rêxistina ku di bin bandora PKK de ne; cîh û bingeha siyasetê li beşê xwe Rojavayê Kurdistan nedîtin û beşê xwe terk kirin û li Başûrê Kurdistan dimînin û bûn mahacir li welatê xwe. Li Başûrê Kurdistan hêza Pêşmergeyan (Pêşmergên Roj ê) ku saz kirine, ji ber vê siyaseta totalîter, nikarin beşdarî parastina Rojavayê Kurditan bibin.

Rojavayê Kurdistan li ser erkên dijminayî ya Başûrê Kurdistan û mûhalefeta xwe bi rê ve diçe. Pêşmergên Rojavayê Kurdistan li henber êrîşên DAİŞ yên li Başûrê Kurdistan de qahremanîyên mezin bidest xistin, lê ji ber vê siyaseta totalûter, ji van pîrozîyên Rojhilatê Kurdistan bêpar man.

 Li bakûrê Kurdistan jî eynî tişt bi destê eynî rêxistinê dibin. Dijminatîya Başûrê Kurdistan, terorîzekirina hêzên dervê PKK yên li bakurê Kurdistan, wek stratejîyek balkêş bi salan hat meşandin. PKK Ji bona ku armancên xwe yên rêxistinî rehet bicîh bîne, bandora xwe li ser her kesî û her warî çespand. Girt kontrolê û hêzên neteweperwer û Kurdistanî demoralize kir, xist bin metirsiya xwe û derdora wan girt.

Di bingeha girsî ya xwe de dijminatîya Başûrê Kurdistan û dijminatîya serokatîya wê ji xwe re kir armanc. Hemû îmkanên xwe ji "çep"ên tirkan re seferber kir, enerjîya Kurdan pêşkêşî wan kir. Lê pêşî li Kurdperwer û nişitimanperwerên kurd girt. Di vî warî de jî serkevtî bû. Pir xwende, hunermend, ronakbîr û siyasedmedarên beşên Kurdistan ji xwe re bikar anî û nehişt ku îradeyek ronakbîrî, pîsporî li ser asta netewî û niştimanperwerî derkeve hole. Bû sebê carek din erçekirina îradeya netewî. Girsa ku bandora PKK li ser heye bû dijminê kurperwerîyê. Dijminatîya Başûrê Kurditan û serokatîya wê wek karekî stratejîk da ber xwe û roj bi roj ev karê ne Kurd û Kurdistanî di çapemenîya xwe de wek karekî serete meşand...

 ***

Başûrê Kurdistan ji herêmek "defakto" derbasî herêmek federal bû û niha jî gavên dewletbûnê davêje. Di êrîşên ser Rojavayê Kurdistan û parastina wê de Başûrê Kurdistan rolekî mezin list û dilîze. Hewl dide xwe ku here referandûmê û raya netewa Kurd a vî beşî bipejirîn e. Ji bona îlankirina dewletek kurdistanî hewlên amadekarîya vê gava pîroz dihone. Di nav xwe de xwedî kêmayî yên mezinin û di ware netewî de, ji ber berjewendîyên hizbî ku derdikevin pêşberî stratejîya niştimanperwerî û Kurdperwerîyê pişt jikestî ye, lê ne bêçar e.

Bi gelemperî YNK û Tevgera Goran ne xwedî stratejîyek netewî ne. Li ser erkên hizbî tevdigerin û dibin asteng ji gavên dewletbûnê re. Zirarê didin helwesta netewî, stratejîya netewî. Berjewendîyên hizbî derdixin pêşberî berjewendîyên netewî û zirarê didin berjiwendîyên Kurd û Kurdistan. Bi raya min ev ne tehlûkên mezininku pêşîya siyaseta dewletbûnê bigire: Ji ber ku ji YNK û Tevgera Goran re ev hewldan pir bi rizîko ne û wê netewa Kurd wan efû neke. Şertên ku van gavên xwe bipêştir de bibin tuneye. Ji ber ku daxwaza netewa Kurd dewlet bûn e. Gavên pîrozbahî, gavên ku ber bi dewletbûnê ve bên avêtinin evin. Piştgirî ji vê gave re li her beşê Kurdistan pîrozbahî ye!

Rojhilatê Kurdistan demek dirêj bê deng bû PKK bandora xwe li ser vî beşî jî dimeşand. Lê niha di hewldanên vejînek nû de ne. Roj bi roj xurt dibin û di nav girsê de dibin xwedî hêz. Li henber êrîşên DAİŞ ku hat ser Başûrê Kurdistan de Pêşmergên Rojhilatê Kurdistan jî ji bona parastina welatê xwe, rolekî pîroz girtin ser xwe. Ev kar ji bona avakirina hestên netewî û navendî pîroz bûn.

Di pêşerojê de Ji bona Rojavayê Kurdistan ez xwedî hêvî me. Ji panorama ku min li jor şîrovekir de ez tu şertên damezirandina "Kongreyek Netewî" nabîn im: Divê her beş di nav şert û şûtên xwe de bimeşe. Heger şertên alîkarî û piştgirîyê hebin wê bidin hev. Ji hev re astengan dernexin û li henber hev nebin pergalên dijminan bese.

Di warê siyaseta kurdperwerî û kurdistanperwerî de ev helwest a herî girîng e. Piştî ku netewa Kurd li her beşê Kurdistan, an jî çend beşên Kurdistan (du beş an jî sê beşan) statuyên siyasî bidest xistin (wek dewlet, federasyon, otonomî) dikarin ji bona stratejîyek netewî a cîhanî û herêmî biçin kongreyek netewî. Bi raya min ev nokte pir girîng e! Ji bona ku perçe nebin qurbana perçeyên din û ji bona bandora siyasetên totalîter neyên bikar anîn, di şertên azad û biratî de bikaribin li ser çarenûsa netew û welatê xwe bisekinin ev grîng e. Heger hebe bingeha kurdistanek mezin wê ji vê helwetê derkeve.

Aniha xwestina damezirandina „Kongre a Netewî" pejirandina berjewemendîyên hizbî bi xwe ye. Divê em rê nedin vê gavê. Ji hev re piştgir bin lê nebin pergal ji dijminan re. Birînên ku di nav perçan de derketine cebar bikin û bingeha yekitîya netewê ava bikin. Ev jî bi piştgirîya beşan derdikeve holê. Merc li ber çavane. Divê em Kurd û Kurdistan nekin qurbana ezezîya partîzanî..


28 Gulan 2016

Bu yazı toplam 783 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar