Êzdiyan rê li ber parlamenterekî Mûsilî girt

Êzdiyan rê li ber parlamenterekî Mûsilî girt

Parlamenterê Iraqê Zahid Xatûnî wexta kir ku biçe qezaya Beacê, li Şingalê rastî xwepêşandêrên êzdî hat. Xwepêşanderan, rê li ber wî girtin ji ber ku ew şirîkê tawanên DAIŞê ye. Xatûnî naçar ma bi rêyeke din ve biçe Beacê.

A+A-

Xwepêşanderên kurdên êzdî bi girseyî li bajarê Mûsilê rê li ber parlementerekî Iraqê girt.

Parlementarê Iraqê Zahid Xatûnî dema bi endamekî encûmena qeza Şingalê re dixwest biçe qezaya Beacê  xwepêşanderên kurd ên êzdî li Şingalê rê li ber wî girtin. 

Dema rêgirî lê kirin, jê re gotin, 'hûn jî şirîkên tawanên rêxistina DAIŞê ne' ku li hemberî Kurdên Êzdî di Tebaxa 2014ê de pek hatin.

Xwepêşandan û nerazîbûna kurdên Êzdî, perlementarê Iraqî naçar kir, ku riya Şingalê bicih bihêle û di riyeke din re biçe Biacê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin