Ezaz: Li Gerînendetîya Emnîyetê teqîn

Ezaz: Li Gerînendetîya Emnîyetê teqîn

Li bajarê Ezazê ya li Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkîyê û komên girêdayî wê da ye, di Gerînendetîya Emnîyetê da teqînek pêk hat.

A+A-

Li gor agahîyên destpêkê, di teqîna li Gerînendetîya Emnîyetê ya Ezazê da, bi kêmanî 3 polêsên taybet ên îstîsxbarata Tirkîyeyê birîndar bûn.

Li gor çapamenîya Tirk, birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê û hêj sedema teqînê nehatîye eşkerekirin.

Li gor hin çavkanîyan jî li dijî baregeha îstîxbaratî ya OSOya girêdayî Tirkîyeyê êrîşeke bpmbeyî pêk hatîye û di encamê de hejmarek kuştî û birîndar hene.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin