Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ez çima neçûm şeva PAKê?

A+A-

Gelek caran çi min û çi jî hin canik û camêran nivîsîne û gotine ku wê rêxistin û partiyên me çawa bi serkev in. Ji bona bi serkevin jî me gelekî nivîsîye, pêşniyar û têbiniyên xwe jî gotine. Lê bi sernakevin. Çima?

Şertê bi serketinê li gor min; netewebûn, modernbûn û pêşiya xwe dîtin e. Heger tu çi partî û çi şexs li gor demê, li gor şert û mercên tu tê de ye tevnegere tê bi sernakevî..

Min xwest vê carê, him pêşniyarên xwe, him jî rexneyên xwe yên dostanî li PAKê bikin., Ji ber ku li bakurê kurdistanê partiya ku ez bêtir jê hez dikim û pê bawerim ku wê bikaribe tiştna ji bona gelê xwe bike ew e.

Her çiqasî PAK karên baş, xebatên çalak û tevgerên hêja dike jî ev têr nake. Her tişt tenê ne karên siyasî ye. Dema te tenê karê siyasî kir, tê di nava wê de xwe wenda bike û bixeniqîne.

Divê tu dûrbîn be, tiştên wê biqewime berê bibîne. Divê tu hezkirê gelê xwe û bi taybetî ê nivîskar, ronakbîr û rewşenbîrên xwe bî. Ji ber ku rewşenbîr rewşê dibîne, ronakbîr rewşê ronî dike û nivîskar jî dinivîsîne…

Gelek tişt hene ku divê mirov bêje û binivîsîne, lê ez ê vê carê jî weke hin caran kin binivîsînim û sert lê bidim.

Ez weke Bûbê Eser, ji demeke gelek dûr û dirêj (1986) tenê bi kurdî dinivîsînim. Di vî warî de min qet rêya xwe şaş nekirî ye û bi vê yekê serbilind im. Min heta niha di gelek malperên kurdan de nivîsîye û dinivîsînim. Lê…

Min bi nivîsandina xwe ya kurdî heta roja îro yek quruş ji tu dem û dezgehan ji tu malperên kurdan jî negirtiye. Çi dikim li gor bawerî û fedekariya xwe dikim. Ez dixwazim tenê bi sê mînakên talî vê vebêjim:

Malpera nerîna azad malpereke tenê bi tirkî bû, min daxwaz ji wan kir ku beşa kurdî jî vekin. Camêran ev pêşniyara min baş dîtin û dema beşa kurdî vekirin tenê nivîskarên wan ê bi kurdî dinivîsand ez bûm.

Bi hejmareke zêde min xwendivanên kurdî  ji wan re peyde kir bûme nivîskarên wan ê hefteyî. Nivîsên min ji hezarî heta yanze hezar xwendevan peyde kir. Ev him ji bona min û him jî ji bona malperê serketineke mezin bû.

Dûre min di malpera rupela nû de jî heftê carekê dest bi nivîsandinê kir û bûm yek ji nivîskarên wan ê hefteyî. Min dixwest bi pêşniyarên xwe yên dostanî ji PAKê re bibim alîkar. Ji ber ku daxwaza min serketina wê bû. Her weha  nivîsên min li wir jî di heftê de ji hezarî heta sê hezar xwendevan peyde kir.

Piştî 16 cothema 2017an ku bi xenceran jahrî li  pişta Barzaniyan dan û rewşa aborî ket, hin nivîskarên bi peran ji Basnewsê re dinivîsandin, piştî qirîza aborî ku pere nema, hinan ji wan dest ji nivîsandinê berdan.

Tam di wê qîrêza aborî de li ser pêşniyarekê min di Basnews de dest bi heftê carekê nivîsandinê kir û hê jî di her sê malperan de weke nivîskarên wan ê hefteyî lê bi nivîsên cûda karê xwe ango nivîsên xwe didomînim.

Min heta niha tu pere, alîkarî ji tu partî û malperekê negirtiye. Ji xwe dema min ji wan re dest bi nivîsandinê kir, ne li benda tiştekî weha jî bûm. LÊ…

Lê carna dil dixwaze ku paratî û xwediyê malperên kurd yên mirov lê dinivîsîne, hin partiyên mirov ji wan hez dike ango dostê wan e, ew jî carna kêfa dost û nivîskarên xwe yên bê pere ji wan dinivîsîne, bîne.

Niha PAKê li Swedê şevek çê kirin û dikarîbûn ji bona vê şevê ez ya jî çend nivîskarên xwe bi awayekî fermî vexwandana şevê û di şevê de behsa me ku berdewamiya nivîsên me, fêda ku em digêhêjin wan kiribana, weke ûsil  û qayde ji bona me diyariyeke jî amade kiribana.

Lê dev ji vê berde şev şeva ji bona alîkariyê bû, yanî divê bi çûna xwe, bi perê xwe xwarin û vexwarin bikiriya. Helbet alîkarî normal e. Lê li gor min divê hin tişt jî neyên ji bîr kirin. Heta ku mirov nede nikara bistîne. Roja ku bûme endamê partiyê (pdkt-1975) û heta roja îro her min dîtiye partiyên me tenê xwestine, nizanîn, bîrnabin ango fêr nebûna ku carekê jî ew bidin. Nivîskarên xwe endamên xwe yên çalak û dostên xwe xelat bikin.

Bawer bikin armanca min ne pereyê di şeveke weha de 250 kronê Swêdî (25 Ewro) ku mirovê herê û bide. Lê divê partiyên me, malperên me jî êdî xwe biguherin, kêfa nivîskarên xwe bînin da ku ew bêtir çalak bibin.

Min pir dixwest di vê şevê de PAKê weha kiriba. Ji bona vê jî ez bi xwe neçûm Şevê  û teva şahiya wan, kêf û sohbeta wan nebûn. Ya rastî hinekî dilgiran bûm. Her çiqasî brêz Dara Ersonmez ji min re got: ”Kek Bûbê ez dixwazim tu were şevê û mesrefê te ango bilêta te û keça te ez ê bikirim”. Sipas ji bona vê dilsoziya brêz Dara. Lê mesele ne pere ye, qedr û qîmet e.  Mesele ne şexsî ye, divê PAK ê weha gotiba, ya jî dawetnameyeke weha şandibana.

Ez niha 62 salîme û heta niha bi berhemên xwe, bi nivîsîn xwe her min hewl daye ku zimanê kurdî bi pêşkeve, ji bona vê jî çi ji min hatiye, min li gor zanîn, kanîn, têhiştin û qawata xwe kirî ye. Min heta niha 10 berhemên qirasî pêşkêşî we hêjayan kiriye û hêvîdairm ku ez ê hinên din jî binivîsînim. Heftê di sê malperan de bi kurdî û babetên ji hev cûda dinivîsînim û bi vê di hersê malperan heftê nêzîkî deh hezar xwendevanên min hene.

Li swêde tu karkerê kîjan dezgeh, fabrîka ûhwd be dawiya salê bi belavkirina diyariyan kêfa karkerên xwe tîne. Gelek ji bona karkerên xwe gerra du roja ya gemiyê pêk tîne. Gelek hin pere dide karkarên xwe da ku ew ji xwe re li gor dilê xwe tiştên xwe bikire.

Yanî karbidestên swêdî dawiya salê tu karkerên xwe ji bîr nakin û miheqek, diyariya wan dide û kêfa wan tîne. Lê em bi mehan bi salan belaş ji malper û partiyên xwe re dinivîsînin, lê nikarin di şeveke xwe de me fermî vexwînin û hinekî kêfa me re bînin da ku mirov bizanibe qîmet û rûmeta me re heye. Bi hêviya ku partî, rojname, kovar û malberên kurdan jî vê bixin jiyanê û nivîskarên xwe, dostên xwe yên nêzîk û hevkarin xwe ji bîr nekin…

Diyariyeke bi çûk dikare kar û helwestên mezin bixuliqîne. Ji bona pêşveçûn û demokrasiyê hîmên hezin deyne û ji bona azadiya gelê xwe dikare bibe xwediyê xwe û pêşniyarên mezin, delal û hêja…

Önceki ve Sonraki Yazılar