“Ez bo çareseriyê amade me”

“Ez bo çareseriyê amade me”

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku bi wî re duh hevdîtin kiribûn ragihand ku Ocalan dibêje ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan amade ye, lê divê dewleta Tirkiyê jî tişta pêwîst bike.

A+A-

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku bi wî re duh hevdîtin kiribûn ragihand ku Ocalan dibêje ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan amade ye, lê divê dewleta Tirkiyê jî tişta pêwîst bike.

 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê derbarê hevdîtina li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de daxuyanî da û diyar kirin ku di hevdîtina li gel Ocalan de rojeva sereke pêşketinên dîrokî yên têkiliyên Kurd û Tirkan û rewşa şer û pevçûna bû.

 

Bi gotinan parêzeran, Ocalan dibêje çi Kemalîst  an jî Osamaniyên Nû be divê li gorî dîrok û têkiliyên Kurd-Tirk rast û helwestekî erênî nîşan bide.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Ocalan ji israra polîtîkayên şer û rageşiya heyî bi fikar e, bi nerîna wî rewşa wiha berdewam be  dê encamên girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne.

 

Parêzerên Ocalan didin zanîn ku Ocalan dibêje pêwîstiya Kurdan bi dewleteke din nîne, lê pêwîstî bi hiqûqekê heye.

 

Li gor daxuyaniya parêzerên Ocalan, wî gotiye: “Ez hewl didim ji Kurdan re cih vekim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez dê di heyama hefteyekê de rewşa şer û egarê wê ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez bixwe bawer im, lê divê dewlet jî û aqilê dewletê jî tişta pêwîst pêk bîne. “

 

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ew heyamek bû destûra serdanê ne dihat dayîn duh  bi wî re hevdîtin kirin.

 

Piştî hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destûra serdanê nedihat dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin