“Ey reqîb her maye qewmê kurdziman"

“Ey reqîb her maye qewmê kurdziman"

Ziya Avci

A+A-

Bi minasebeta bîranîna 73yemîn sala 2yê rêbendana 1324an (22yê kanûna paşî ya sala 1946an) ez dixwazim hem ji bo yadkirina roja damezirandina Komara Kurdistanê û hem jî careke din birêz yadkirina şehîd Ebdurrehman Qasimlo, kurtîyeke bi Kurmancî ji kitêba wî ya “Çil Sal Xebat Di Rêya Azadîyê de” pêşkeşî xwendevanên Rûpela Nû bikim.

 

Ziya Avci

Wê demê şert û mercên hundurî û derve, ji bo ragihandina Komara Kurdistanê bi temamî amade bû, ji ber vê jî roja 2yê rêbendana sala 1324 (22yê kanûna paşî ya sala 1946ê)an, li Meydana Çarçirayê ya li bajarê Mahabadê di civîneke fireh û mezin de, ku nûnerên ji gelek ciyên Kurdistanê tê de beşdar bûn, damezirandina Komara Kurdistanê hat îlankirin û Qazî Mihemmed ê rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê bû Serokkomarê Kurdistanê. Di wê civîna mezin de, Pêşewa Qazî axivtiye û programa dahatî ya kar û têkoşîna Komara Kurdistanê daye xuyakirin, ev di bingeh de ew program bû ku Partiya Demokrat çêkiribû û qebûl kiribû.

Pişt re di bin serokatiya Hacî Babe Şex de bi 13 wezîrên din re kabîneya wezîran hat damezirandin, ku piraniya wan nûnerên sinif û tebeqeyên navîn ên xelkê Mahabadê yan axa û xwediyê milkên mezin bûn. Navê wezîran di rojnameya Kurdistanê ya hejmara 22yê rêbendanê de hatiye weşandin, ku ev kesên han bûn:

 

1) Serokwezîr: Hacî Babe Şêx

2) Wezîrê Şer: Mihemmed Huseyîn Seyfî Qazî

3) Wezîrê Kar û Barên Hundurî: Mihemmed Emînê Mu‘înî

4) Wezîrê Tendirustiyê: Mihemmedî Eyyûbiyan

5) Wezîrê Muşawêriyê: ‘Ebdurrehmanê Îlxanîzade

6) Wezîrê Rê û Banan: Simaîlê Îlxanîzade

7) Wezîrê Aboriyê: Ehmedê Îlxanî

8) Wezîrê Poste û Telgrafê: Kerîmê Ehmedeyî

9) Wezîrê Bazirganiyê: Mustefa Dawûdî

10) Wezîrê Kulturê: Menafî Kerîmî

11) Wezîrê Zîraetê: Mehmûdê Welîzade

12) Wezîrê Teblîxatê: Siddîq Heyderî

13)Wezîrê Kar: Xelîlê Xusrewî(1)

 

Karekî sembolîk ku cara yekê di roja 26ê sermawezê (17yê kanûna pêşî ya sala 1945ê z.) de rû da û di roja 2yê rêbendanê (22yê kanûna paşî ya sala 1946ê z.) de li Mahabadê resmiyet qazanc kir û pişt re li bajar û gundên din ên Kurdistanê hat carî kirin, kêşana alaya Kurdistanê bû. Alaya Kurdistanê sê reng bû: rengê sor li jorê, spî li navendê û kesk jî li xwarê bû. Armeya Komara Kurdistanê di nîvê alayê de bû û ji qelemekî di navbera du ûşiyên (simbilên) genim pêkhatîbû. Qelem, sembola qîmetpêdana Partiya Demokrat û Komara Kurdistanê bi kultur û zanistiyê bû û ûşiyên genim jî nîşana berhem û kar bû. Roj jî li jora armeyê bû û ew jî sembola azadiyê bû. Piştî 2yê rêbendanê ya hilkêşana alayê li navçeyên Kurdistanê, ji bo rakêşana gelê Kurdistanê nav sefên Partiya Demokrat û Komara Kurdistanê, bangeke ragihandinî ya gelek fireh û mezin hate kirin. Ev bû ku, bû bebeb li hemî bajaran û her wiha li gundên mezin ên wan navçeyên Komara Kurdistanê tê de bi cih bûbû, merasimên kêşana alaya Kurdistanê pêk hatin. Rêvebirên Partiya Demokrat, ku ji Mahabadê diçûn, bi xelkê re diaxiftin û siyaseta Partiya Demokrat û Komara Kurdistanê ji wan re şirove dikirin û daxwaza piştivaniyê li wan dikirin(2).

Piştî damezirandina Komara Kurdistanê, sirûdeke resmî jî ji partiyê û komarê re hat hilbijartin. Ew, eynî ew sirûda bi nav û deng “Ey Reqîb” e, ku niha jî sirûda Kurdistanê ya resmî ye. Hilbijartina vê sirûdê tesadûfî nebû. Em dikarin bêjin ku piştî çend sed salan gelê kurd karîbû fermanrewaya neteweyê xwe dabimezrîne û desthilata wê bigre destê xwe. Ji ber vê, pêwîst bû, her wekî ev sirûd dibêje, bihatiya gotin:

“Ey reqîb her maye qewmê kurdziman,

Kes nebêje kurd miriye, kurd zindiye”.

Piştî bi sedan sal, 2yê rêbendanê nîşana wê bû, ku dijminên neteweyê kurd nekarîbû vî neteweyî ji holê rake. Bi ser hemî wan zulm û zordariyên bê sînor ku di dirêjahiya dîrokê de li gelê kurd hatibû kirin, lê cardin dijminên neteweyê kurd gelek caran di vê mebesta xwe de bi serneketin û nekarîn kurdan biqelînin an bihelînin. Ji ber vê, gelek girîng û sembolek bû ku hewar bê kirin û bê gotin: “Neteweyê kurd her maye, neteweyê kurd her zindî ye”.

________________________

 (1) Di hinek ciyan de navê Mele Huseyîn Mecîd jî wekî wezîrê dadperweriyê derbas bûye. -Nivîskar.

(2) Roja 6ê rêbendanê bajarê Mahabadê cejneke mezin li dar xist û damezirandina Komara Kurdistanê pîroz kir. -Nivîskar.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin