Ewropa jikardûrxistina şaredarên HDPê gengeşe dike

Ewropa jikardûrxistina şaredarên HDPê gengeşe dike

Parlemena Ewropayê îro jikardûrxistina şaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gengeşe dike.

A+A-

Komîta Giştî ya Parlemena Ewropayê îro bi rojeva jikardûrxistina şaredarên HDPê dicive, piştî gengeşekirina danîna qeyûman û rewşa şaredarên HDPê, Parlemena Ewropayê projeyasaya hevbeş a aliyên siyasî dê bide dengdanê.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî duhî li Parlemena Ewropayê bi kombûneke rojnamevanî daxwaza hevkariyê ji Ewropayê kir.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji 19ê Tebaxê ve dest daniye ser 3 şaredariyên bajarên mezin Diyarbekir, Wan û Mêrdîn û 2 şaredariyên bajarokan a HDPê.

Her girêdayî vê mijarê, duhî Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû ku di heman dem de parêzgerê Diyarbekirê ye jî; Civata Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê helweşand.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin