Ew mela poşman bûye!

Ew mela poşman bûye!

Mela Helo Hemereşîd, ji gotinên xwe yên kirêt ên derbarê hunermenda Kurd, Marya Hewramî de, poşman bûye û dibêje, ew yek di navbera min û xwedê da ye û tekez dike, ew amade ye biçe pêşberî dadgehê, eger ku ew hunermend li dadgehê dozê li dijî wî veke.

A+A-

Mela Helo Hemereşîd, ji gotinên xwe yên kirêt ên derbarê hunermenda Kurd, Marya Hewramî de, poşman bûye, lê belê dibêje, ew yek di navbera min û xwedayê min de ye û tekez dike, ew amade ye biçe pêşberî dadgehê, eger ku ew hunermend li dadgehê dozê li dijî wî veke.

 

Ev du roj in tomareke dengî ya mamoste Helo Hemereşîd, li ser torên civakî belav bûye ku tê de ji ber û vîdyoklîpa wê ya herî nû rexneyên tund li hunermenda Kurd, Marya Hewramî digire û wê weke keseka ji dîn derketî bi nav dike. Vê yekê jî bertekên zêde yên hemwelatiyan û heta Yekîtiya Zanayan jî bi xwe re anî.

 

Piştî belavbûn gotinên wî li ser torên civakî û rûdana karvedan û bertekên zêde li hember wî, Mela Hemereşîd, li ser hesaba xwe ya fermî ya Facebookê peyameke bi deng belav kir tê de û Hemereşîd dibêje, “Ew peyama bi deng taybet bo kesekî şand ne bo raya giştî bû. Li gel belavkirina wê nebûm bi şêweyê ku behsa wê xatûnê tê kirin ku şêweyekî ne hêja bû. Bo min derbirîna min bi dijûn nîne, him di warê şerîî û him jî di warê urfî de. Eger niha bêjim wisa nabêjim û poşmanim. Lê ew di navbeyna min û Xwedayê min de ye. Eger wê xatûnê jî her tiştek hebe, bila biçe dadgehê û doza xwe veke û amade me biçim dadgehê.”

 

Hemereşîd derbrê berhem û stranê de jî dibêje, “Lêbelê ew karê wê her bi min xirap e û nehêjayî dizanim û heta bimînim dê hewl bidim rê li wan karên nehêja bigirim.”

 

Serokê Liqa Silêmaniyê ya Yekîtiya Zanayên Ayînî ya Kurdistanê, Necmedîn Şemsaweyî, derbarê mijarê de ji Rûadwê re axivî û got, ew cure gotin li mamosteyekî ayînî nayên û pê de diçe, “Ji ber ku di ola Îslamê de eger rexeneyan jî bigirin bi şêwaza pêxember rexeneyan digirin û zimanê gul û Quranê bikar tînin, ne bi dijûn û heqaret.”

 

Necmedîn Şemsaweyî diyar dike ku dibe bi hezaran rexne hebin ku li wê stranê bên girtin, lêbelê bi wî zimanî û ragihîn ku dijûn û heqaret ne zimanê mamosteyên ayînî ye.

 

Serokê Liqa Silêmaniyê ya Yekitiya Zanayên Ayînî dibêje, “Dibe bê gotin ew cure derkevtin û berhem li gel çanda me, li gel ola me hev nagirin. Niha jî rojane şehîdên me tên û xelk aram nîne. Lêbelê nabe em van gotinan bi dijûn û heqaretan derbibirin, êrişî ser kesên din bikin. Ji ber ku eger em bixwazim, divê em bi zimanê gulan biaxivin. ”

 

Rêveberê Ewqafê li Silêmaniyê Hacî Ako jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re diyar dike, “Ew mamosta (Helo Hemereşîd) berî niha ji ber ji ber gotin û gotarên xwe yên tund ji mînbera mizgeftê û gotarbêjiyê hatibû dûrxistin.”

 

Hacî Ako, radigihîne ew berpirs in ji her gotarekê ku ji mînber û li mizgeftan ve tên dayîn tekez dike, ew rê bi gotinên kirêt û nehêja nadin û destnîşan dike: “Em rê nadin jî ku li ser mînebra mîzgeftê êriş bo ser kesekê bê kirin û navê kesekê bi xirabî bê bilêvkirin. Lêbelê em ji wan gotinên ku li ser torên civakî tên kirin, berpirs nînin û em nikarin li hember wê tiştekî bikin.”

 

Rêveberê Ewqafê li Silêmaniyê bibîr dixe ku berî niha li hember mela Helo Hemereşîd ji ber gotar û gotinên wî yên tund rêkarên yasayî hatine pêkanîn û ji mîneba mizgeftan hatiye dûrxistin. Hacî Ako aşkere dike madem ew gotin li ser Facebooka wî belav bûne, Marya Hewramî jî dikare li dadgehê doza yasayî derbarê wî de tomar bike û daxwaza mafê xwe bike.

 

Nûtrîn vîdyo klîpa hunermend Marya Hewramî di heyama Cejna Qurbanê de belav bû. Dîmenên klîpê nû ya Hewramî li ser cadeya Salim a Silêmaniyê hatiye kişandin û tê de helperekê heye û strana xwe dibêje û hemwelatî jî li derdora wê kom bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin