"Ew di wê baweriyê de ye ku encam dê ji %90î zêdetir be"

"Ew di wê baweriyê de ye ku encam dê ji %90î zêdetir be"

Odeya Bijîşkan şandeya Înîsıyatîfa Piştgırıya Referandûma Serxwebûnê qebûl kir

A+A-

Roja 12ê Îlonê Şandeya Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê çû serdana Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB). Serokê TTByê yê Batmanê Dr. Zülfikar Cebe û rêvebirên TTBê daxwaz û nêrînên xwe anîn zimên û gotin ku digel rexneyinên me yên li ser hin pirsgirêk û kêmasiyan hene, em piştgiriyê didin referandûmê.

Piştî endamê Înîsiyatîfê Aziz Özdemir armanc û xebat û libatên Înîsiyatîfê da zanîn Osman Zinnur Erçin li ser girîngiya referandûmê sekinî û got ku referandûma serxwebûnê li Rojhilata Navîn dê bibe rêya felatê ku modeleke demokratîk û ronîker dide pêş û ev yek jî bibe wesîle ku dewletên zordest û antîdemokratîk jî xwe dirust bikin. Her wiha Erçin kirpand ku serxwebûna parçeyek ji Kurdistanê wê bi awayekî erênî bandor li Kurdistana Bakur bike.

Ji rêvebiriya TTBê Dr. Şerif Önder jî hin metirsiyên xwe li ser referandûmê û piştî referandûmê anî zimên û got, da ku dewleteka kurdî pêşeroja wê ronî bibe divê bunyada wê jî qewî be, ev jî bi demokrasiyê pêkan e, pergaleke demokratîk bo wê bivênevê ye.

Serokê TTBya Batmanê Dr. Zülfikar Cebe jî wisa axivî: "Em bi hatina we şanaz in. Ez yekîtiya gelê kurd girîng dibînim û hemû derûdorên kurd jî divê têkiliya di navbera xwe de bihêztir bikin. Ez di vê baweriyê de me ku di referandûma serxwebûnê de divê encam wê ji %90î zêdetir bibe.

batso.jpg

Batso Û Odeya Zîraêtê Ên Batmanê: Herkes Dilxwazên Referandûma Serxwebûnê Ne
 

Şandeyek ji Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê roja 11ê Îlonê çû serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Batmanê (BATSO) û Odeya Zîraeta Batmanê. 

Piştî Aziz Özdemir danasîna armanc û xebatên Înîsiyatîfê kir Berdevkê Înîsiyatîfê Aydın Üneşi axivî û got ku îro li Rojhilata Navîn guherîneke mezin çêdibe ku ev guherîn bo kurdan tê vê wateya ku bunyada ku sed sal berê xirab bûbû vedigere eslê xwe.

Serokê BATSOyê Abdulkadir Demir şandeya Înîsiyatîfê bi dilgermî qebûl kir û ji Şandeyê re got ku hûn çi dixwazin em jî ji wî tiştî dixwazin û heke kurdek li dijî vê referandûmê derkeve divê em pirsiyarî bikin ka kî ne. Her wiha Demir got, ku em bo referandûmê serkeftinê dixwazin ku ew serkeftin dê bibe serkeftina me tevan.

Di serdana Odeya Zîraetê de jî Serokê Odeya Zîraete Nizamettin Aydiş û rêvebirên Odeyê pêşwaziya Şandeya Înîsiyatîfê kir. Aydiş anî zimên ku divê herkes rêzê li vîna gelê Başûrê Kurdistanê bigire û wisa domand: "Baweriya min ev e ku hikûmeta Tirkiyeyê û Serokomar Recep Tayyip Erdoğan jî li dijî referandûmê nîne. Demekê ez çûbûm İspanyayê û mi ji Îspanyolekî pirsî li ser serxwebûna Katalonyayê çi difikirî ewî jî got heke Katalonya dixwaze ji Îspanyayê veqete, em rêzê li biryara wan digirin. Ji vê bonê divê herkes rêzê li referandûma Kurdistanê jî bigire. Em jî yek ji we ne, em piştgiriyê didin referandûmê. Divê li ser vê babetê kurd bibin yek."
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin