Ew çima ji me hez bikin?

Ew çima ji me hez bikin?

Gelo çima divê hinek rayedarên bilind ên li nav polisên çekî ji Kurdan hez bikin?

A+A-

Gelo çima divê hinek rayedarên bilind ên li nav polisên çekî ji Kurdan hez bikin? 

Bersiv têra xwe vekirî ye: Tu sedema ku ew  ji hinek kurdan hez bikin tune ye ku herwiha ew li Çekoslovakya jiyane û piştî Şoreşa Velvetê(Kadifeyê) li Komara Çekî hêjî dijîn. Bi rastî ku mirov hêvî bike ku ew ji kurdan hez bikin, ez bi xwe jî, di esasê xwe de tiştekî dê kêm û bê bingeh be. 

Ji ber ku;

– Em tu carî li Komara Çekî an jî li Çekoslovakyayê bi nasnameyeke qelb(sexte) û belgenameyên sexte ne jiyane. 

– Me tu carî alîkariya tirkên sucdar ku bi awayekî navnewetî li van tê geran nekiriye û me destûra wan a têketina Komara Çekî nedaye, ji xeynî hinek tirkên deverê.

– Me tu carî bi piştgiriya hinek rayedarên polisên bilind alîkariya van sucdaran nekiriye ku ew bikarin kompaniyayên bazirganiyê vekin û destûra bicihbûnê wergirin helbet, ji xeynî hinek tirkên deverê.

– Me tu carî li Komara Çekî ji sermiyanê derqanûnî ya Îslamî hez nekiriye û hêvî jê nekiriye.

– Me tu carî weke hinek sucdarên tirk hewl nedaye û neceribandiye ku hinek teknolojiyên derqanûniyên hesas ên leşkerî  îxrac bikin. (bo nimûne  “Tamara” ya Pergala Radarê ya Pêşketî ya ji bo Sedam Hisên)

– Me tu carî, ji sucdarên tirk hez nekiriye ku bajarê Pragê  vegûherandina navenda kordinasyonê ya navnetewî ya erebeyên(otomobîlên) ku ji Elmanya û Awustiriya têne dizîn.

– Me tu carî ji sucdarên tirk hez nekiriye ku Prag ji xwe re kirine atolyeya herî mezin a çêkirina pareyên qelb û kredî kartan ku li seran serê hemû parzemînê belav dikin, ji xeynî hinek tirkên deverê.

– Me tu carî Komara Çekî û welatên Ewropayê li ber eroîn(tilyakê)-jehrê nebiriye ku jiyana bi hezaran mirovên ciwan dirûxîne û têk dibe, ji xeynî hinek tirkên deverê.

– Me tu carî, bi pareyên ku ji firotana eroînê hatine em li otela Hilton a wurşedar a li navenda Pragê hatiye avakirin nemane ku bi ser hinek bazarên din ên nû yên jehrê ve bibin, ji xeynî hinek tirkên deverê. Ev lîsteya sedeman e, ku tu bikî nekî  gelo çima hinek polis dixwazin nefret bikin, lê bişopînin, dikujin û demeke zahf dirêj e ku jiyanên me û yên kurdên dinên deverê têk dibin.  

Girtina birêz Salih Muslîm  li ser daxwaza hikumeta Tirk li bajêrê Prag ji alî hinek berpirsîyarên polîsê Komara  Çek tenê mînakekî bû , ew çiqas Kurdan hez dikin.

Me herdem Komara Çekî weke mala xwe ya duyem dîtiye bi hemû berpisiyariyan-herwiha berpirsiyariyên me yên qanûnî û exlaqî(sincî) jî di navê de ku  em li pêşberî meqamên bilind berpirsiyarin ku divê em şaşiyan nekin- weke çawa  ji bo ewlehiya netewî divê ez meqamên herî bilind haydar bikim ku Wezîrê Dadmendiyê Jan Ruml jî di navê de.

“Me dibin çengên xwe de tu selîb veneşartine û tu guneh li pêşiya me nehatiye şewinadin” em ji vî welatî hez dikin, ji vî netewî û gunehê me ev e, hinek sucdar û nêtxerabên di nav polisên çekî de tu carî dê me efû nekin. 

Ji bo nifşan, em li hemberî her cura sucan şer dikin û herwiha em li hemberî hemû dijminên nirxên mirovahiyê şer dikin.

Em hêvî dikin ku ev şer hember me ( Kurdên Komara Çek ) adilene û rûmetdar be, ku ew ta niha ji alî wan timî şerekî bêrûmet, namerd bû .

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin