‘’Ew berxwedan û bawermendîya ku DAIŞ têk bir, dê dagirkerên Kerkûkê jî têk bibe’’

‘’Ew berxwedan û bawermendîya ku DAIŞ têk bir, dê dagirkerên Kerkûkê jî têk bibe’’

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 01.11.2017an li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civîna çapemenîyê li dar xist.

A+A-

 

Di civîna çapemenîyê de Mustafa Özçelik, bi taybetî di derbarê rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê de bîr û rayên PAKê anî ziman û di derbarê Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî de agahdarî da.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, piştî Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî li teşkîlatên PAKê digere û di derbarê biryar û nexşe rêya ku di Kongreya PAKê de hatine tesbît kirin, endam û dostên PAKê agahdar dike. Ji bo geş kirin û pêşde birina PAKê li gel endam û rêveberên PAKê dan û standinan dike.

Mustafa Özçelik, li Batmanê got ‘’ Ji bo Mele Mustafa Barzanî û ji bo Mam Celal Kerkûk Dilê Kurdistanê bû; divê hemû Kurd û Kurdistanîyên Başûrê Kurdistanê û cihanê bi hişmendîyeke netewî û Kurdistanî li vê rêbazê xwedî derkevin, rêya çareserîyê jî ev e. Tu êrîş, dagir kirin, plan û stratejîyên dewletên xêrnexwaz û tu şikest, xeletî û îxanet dê nikaribe îradeya referandûma serxwebûnê tune bihesibîne; tune bike.

Ev paşve kêşaneke demkî ye. Li gel mihasebeyeke berfireh û rast dê ji vê şikestê encamên di cîh de werin derxistin û dê miheqaq ev birîn were kewandin. Ew hişmendî û berxwedan û bawermendîya ku DAIŞ a terorîst têk bir; tu şik tune ye ku, dê Heşdî Sahbî ya terorîst jî, dê dagirkerên li Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanê jî û dê yên li pişta wan jî têk bibe.

Ji bo vejîneke nû, bi sebir, bi bawerî û bi hêvîyên geş divê em her yek xebateke bê westan bimeşînin’’.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin