Ew a Tirkiye dike dagîrkerî ye ne şerê PKKê!

Ew a Tirkiye dike dagîrkerî ye ne şerê PKKê!

.

A+A-

Arif Qurbani/Rûdaw

Eger salên berê Tirkiyê di pirsgirêkên hinek welatên Tirkîziman de ku piştî rûxana Sovyetê serxwebûna xwe ragihandibûn, bûba teref, wisa dihat şîrovekirin ku ji ber hevnijadî û corek ji hesta xwe bixwedîzanînê ya Tirkiyê bo wan welatan, wisa kiriye Tirkiye rewatiyê bi xwe bide ku dest bixe nav karûbarên wan, lê di çar ta pênc salên derbasbûyî de destwerdana di pirsgirêkên welatên wek (Iraq, Sûriye, Azerbaycan, Ermenistan, Efxanistan, Lîbya, Yemen, beşeke din a welatên Erebî û heta dawiyê destê wê gihişte pirsgirêka Ukraynayê) tiştekî din bo me vedibêje.

Ev amajeya stratejiya nû ya herêmayetî ya Tirkiyê ye ku ne tenê mijûl e dibe beşek ji kêşeyên wan welatan, lê arasteya bûyeran bi averêyek de diçin ku di dawiyê de ew pirsgirêk bi berjewendî û balansa hêzê, di aliyê  Tirkiyê de yekalî dibin.

Mil bi milê vê rolê, siyasetê li navxweya her yek ji van welatan digêre, li meydanê jî hejmûna serbazî bi aliyê xwe ve radikişîne. Dibe ku Tirkiye çaverêya guhertinên mezin be di guhertina nexşeya siyasî û demografiya temam a herêmê de, lewma çavê wê li berfirehkirina sînorên xwe ye. Bi taybetî jî dixwaze di warê siyasî û serbazî de hejmûna xwe bi ser çend herêman de bisepîne ku ji bo pêşerojê piştrast be ji desteberkirina çavkaniyên enerjiyê ku bo Tirkiyê bidest bixe. Diyartirîn herêm û nêzîktirîn cografya jî ku vê piştrastbûnê bo wê desteber dike, cografyaya Kurdistanê ye (Başûr û Rojava) wek du herêmên dewlemend bi çavkaniyên enerjiyê û di heman demê de wek du herêmên bêxwedî. Ji ber ku ne dewletên Iraq û Sûriyê li hember dagirkariyên Tirkiyê dengê xwe bilind dikin û ne hêzên Kurdistanî şiyana rûbirûbûna leşkerî li hember Tirkiyê heye.

Ew a piştî bûyerên navxwe yên Sûriyê, Tirkiyê li wî welatî encam daye, ne terefbûna pirsgirêkan e, lê bi hemû pêwer û pênaseyek, dagirkerî ye. Beşek ji cografyaya Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kontrolkirin û çavê wê li çendîn herêmên dewlemend ên çavkaniyên enerjiyê yên wî welatî ye. Li Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê) jî jibilî wê ku bi hinceta hebûna PKKê bi dehan binkeyên serbazî ava kirine, niha roj li pey roj, cografyaya zêdetir dixe bin kontrola xwe. Ti kesek jî bi qasî Erdogan di wê yekê de rastgo nebûye ku ji me re dibêje, her cihê ku bigirin jê venakişin. Ew stratejiya serbazî ku Tirkiye li Başûr birêve dibe, ne şerê li dijî PKKê ye, lê bi temamî proseyeke dagirkirinê ye.

Kurd yan gelek bi derengî ji hevkêşeyan têdigihijin, yan dibe ketibin ber hikmê wê yekê ku eger her biryar be Kurdistan bê dagîrkirin, ji bo wan dagirkeriya Tirkan ji Iraq û Sûriyê baştir be. Eger na bi vî corê niha xemsar û îhmalkar nedibûn li beramber wê proseya serbazî û stratejiya ku Tirkiye li Başûr û Rojavayê Kurdistanê birêve dibe.

Rast e Kurdan hêzeke wisa nîne ku bi xwe rûbirûyê artêşa dewleteke wek Tirkiyê bibin, lê dikare pena bo navendên civaka navdewletî bê birin. Pêwîst bû Hikûmet, Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê yadaştên nerazîbûn û skala gihandiban cîhanê. Eger Kurdan li Sûriyê, li navendê ti roleke wan nebe, lê li Iraqê postên girîng ên wek Wezareta Derve û Serokomariyê di destê Kurdan de ne û mafê wan heye ji bo parastina serweriya welat li Encûmena Asayişa navdewletî û Netewên Yekgirtî skala li dijî leşkerkêşiya Tirkiye tomar bikin. Pêwîst e wê rastiyê bizanin, ew bêdengî û bêhelwestiya van dam û dezgehan, zemîna zêdetir ji bo proseya dagîrkeriyê ya Tirkiyê xweş dike.

Dibe hê jî ew û xelkekî zêde jî baweriya wan wisa be ku sedem hebûna PKKê ya li nav xaka Herêma Kurdistanê be. Berê eger Tirkiyê ew kiriba, bi wê hincetê bû ku PKK ji nav xaka Herêmê ve asayişa Tirkiyê têk dibe. PKKê demeke dirêj e, çalakiyên serbazî li nav Tirkiyê encam nedane. Ew ne PKK ye ku niha hêz biriye nav kûrahiya Tirkiyê û seqamgiriya Tirkiyê xistiye metirsiyê. Lê Tirkiyê hêz aniye nav kûrahiya Herêma Kurdistanê ji Zaxo heta Başîkê û çavê wê li Çiyayê Şingalê û Kerkûkê ye jî. Ev bêdengiya Iraqê jî me dibe ser gumanekê ku dibe di wan rêkeftinên nehênî yên serdema referanduma Kurdistanê de di navbera Îran û Tirkiyê de hatin encamdan, li hev kiribin Kurdistanê wek bira di navbera xwe de perçe bikin. Îranê 16ê Cotmehê ji %50 beşa xwe ji cografyaya Kurdistanê dagîr kir û dibe ev a ku maye bo Tirkiyê hatibe danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin