• Diyarbakır 14 °C
  • Batman 17 °C
  • Hakkari 5 °C
  • Şırnak 15 °C
  • Ağrı 8 °C

Ew 9 sal in ku ji nav me koç kiriye

Ew 9 sal in ku ji nav me koç kiriye
Xemgîniya wî, hîn dilê me hemû kurdan de ye

Ibrahim Guçlu

Mehmed Ûzûn, 9 salê berê ji nav koç kir û çû ser dilovaniya xwe.

Dema ku ji nav me koç kir, ew 56 salî bû.

Ew kesekî zîrek û berhemdar bû. Di dema ku hîn zêdetir edebiyata kurdî pêş bixe û pirtûkan binivîsînî de ji nav me koç.

Loma jî koç kirina wî, di dilê hemû kurdan de birînek mezin vekir.

Min, Mehmed Ûzûn, di sala 1972-an dedi hepisxaneya leşkerî ya Diyarbekîrê de nas kir. Dema ku ew hapisxaneyê gelek ciwan bû û 19 salî bû. Ew, Mahmûd Kîper, gelek xort û navsaliyên Sîweregê encama xebata TÎKKOyê hatibûn girtin.

Mehmed Ûzûn, xortekî zîrek bû. Ji bona ku kurdî fêr bibe gelek xîret nîşan dida û xebat dikir. Min û wî li pêş Feqî Hiseyîn xwendavantiya kurdî kir.

Ji derveyî vê jî, ji xebata kurdî ya siyasî re jî eleqek nêzik nîşan dida. Di hapisxaneyê de di navbeyna wî û min û Komuna DDKOyê de pêwendiyek xûrt çêbû.

Piştî demekê mecbûr ku ji bona doza xwe biçe hapisxaneya leşkerî ya Enqereyê Mamakê.

Piştî efa giştî ya sala 1974an, dema ku xebata milî bi gelek rengan; bi rengê siyasî, bi rengê çapamenî, bi rengê rêxistinî ya demokratîk û sivîl, bi rengê çandî, bi rengê rêxistiniya siyasî dest pê kir, eleqeya me xûrttir bû. Em bûn hevalê hev yê hevxebatê.

Wek malbat jî em gelek nêzikî hevdu bûn.

Di sala 1976an de dema ku biryar hat girtin ku Kovara Rizgarî çap bibe, ew bû berpirsiyarên kovarê yê siyasî.

Piştî ku hejmara yekemîn ya Rizgarî hat weşandin, ew jî hat girtin û hat hepis kirin.

Di hepsê de bîrûbaweriyên xwe û Kovara Rizgarî bi parêznameyeke gelek xûrt û layiq parast.

Di sala 1977an de çû li Swêdê bi cî bû. Li wir jî him xebata siyasî, him xebata edebî, him jî xebata çapamenî ya kurdî û siyasî domand. Ji Kovara Rizgariya Kurdistanê re berpirsiyarî kir. Di Kovara Rizgariya Kurdistanê de pirsgirêkên hemû beşên Kurdistanê da niqaşe kirin û li ser mijarên esasî yên pirsên milî ya Kurdistanê fikir afirand.

Me, di wê demê me gelek caran jî, ji bona xebata siyasî û rêxistinî ya Ala Rizgariyê li Sûriyeyê di şertên zehmet û fîrarî de hevûdu dît.

Demek hat ku di navbeyna me de niqaşeyên gelek hişk çêbûn. Lê ew nebûn sedem ku eleqeya me qût bibe û dostaniya me dawî bê.

Ew li Swêdê bû hemwelatiyê Swedî û endamê dezgeha nivîskaran.

Kurdistan Press, rojnameyeke gelek bi navûdeng bû. Ew bû nivîskarê Kurdistan Pressê ku ji aliyê Orhan Kotan û hevalên wî de dihat meşandin.

Wî demekê di kovara Berbangê de jî ku Kovara Keomeleyên Kurdistanê yên Li Swêdê ye, nivîsên edebî û siyasî nivîsand.

Ez jî piştî salên 1987an çûm Swêdê. Li wir jî qedera me bû yek. Ez jî bûm hemwelatiyê swêdî.

Mehmed Ûzûn, li Swêdê piştî demekê bi tevayî xebata xwe li ser çand û edebiyata kurd domand. Gelek pirtûk nivîsandin.

Hezar mixabin ji nexweşiya pençeşêrê xelas nebû. Wî, di sala 207an de ji nav me koç kir.

Wî li pişt xwe valayeke mezin hişt. Ez û hemû kurd em bi mirina wî gelek xemgîn in.

 

Ev nûçe 552 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din