Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 7

Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 7

Dîyar Budak

A+A-

Zeynê bi ecebmayî li herdu alîyan temaşe dikir. Mîna du hêzên dijmin êrişî hev dikirin. Meriy digot qey li alî kî Romên barbar û xwinxwar, li alîyê din jî Kurdên bextreş.

Xêncî gotinê tu tişt ji destê Zeynê nedihat. Kilamek avêt ser Hemo û got:

Hemo kezeba min dişewite, dilêmin tîn e
Xwedê agir bi mala bavê Hemê Şivan bixîne
Sîyarbûye li seklavîyê çiqas bi bux kîn e
Zor daye rime vir da dibe û wê da tine
Mîna gurê çolê har û pişt heşîn e
Didanên wî tuj in û dev bi xwîn e
Lêdixine dara rimê ji dest birayê Zeynê distîne
Pişta wan girtîye danîye ser kaşê zîn e
Rima destê xwe di ser wan da dixozîne
Reşo û Zinar ji xwe dûr dipekîne…
Hemo, di şer da cîhê dîn û îmanê nîne
Tu wan ji xwe ra xezûr mehesîbîne
Şûrê xwe rast lêxe û çep bikişîne
Xwîna wan berde ser kaşē zîn e
Tu xatirê Zeynê li gel wan nîne
Şûrê xwe rast lêxe û çep bikîşîne
Hemû gundî ji wan, ew jî li te dikişîne
Qedera min û xwe di vê deştê da baş binivîsîne
Mirî yan jî zindî, me ser gund ra şûnda meşîne
Xençera xwe baş bi kar bîne û bihejîne
Hemo wendakirin ji bo min û te dawîya jîn e
Îro ji bo min û te yan jîyan yan jî mirin e
Li ber me tê rê û dirbekî din nîne
Şûrê xwe rast lêxe û çep bikîşîne
Xwîna birayên min li vê çolê birîjîne.

Her ku diçû her du birayên Zeynê zora Hemê dibirin. Zeynê jî bi gotinên xwe Hemê Şivan motîve dikir. Cîye ku Hemo xwe lê girtibû, gelek baş bû. Li paş wî kevirekî mezin hebû. Kevir Hemo ji paş va diparêst. Lakîn bê wî kevirî şansê Hemo qe nemabû. Zeynê vê rewşê didît û loma carekî din stranek avêt ser Hemê û bi dengek bilind û zelal xwest cesaretê bide wî. Bi deng û awazên xwe Hemo lûl dikir. Zeynê bê navber kilam digot û bang li Hemo dikir.

Ay lo Hemo, tu şivanê berxan û karan
Te pezê me neda cinawir û guran
Birayên min hatine çi dixwazin hizuran
Hemo, dema ku tu ketî nav şerê giran
Mefikire mêr û meristanîyê, tu caran
Cem xwe mehêlîne xatirê dost û hevalan
Qet mehesîbîne xinamî û xezuran
Gundî derkevin ser behder û şêmugan
Bila xeberê bidin, zava û bûkan
Û ezeb û dergîstîyan
Bila bibîhisin şerê dû evîndaran
Bibe stranek, ji bo evîndar û hezkirîyan
Hemo tu bide heqê mertal û şûran….
Birîna birayên min neyên dermankirin û dûran
Şerê evindaran dibe zora axa û hukumdaran

Zeynê car caran geyda gotinên xwe şaş dikir. Dixwest heya dawîye ji Hemo ra alikarî û piştgîrîyê bike. Xizir hat bîra Zeynê. Bixwe ji xwe ra digot, gelo ew ji kîjan koşê deştê derkeve û xwe eşkere bike. Bi bawerîya hatina Xizir careke din xwe amade kir î ji Hemo ra got:

Lo Hemo dengê mertalên te tê çekçekîn e
Şûrê xwe rast lêxe û çep bikişîne
Ber xwe bide û li ser kaşê zîn bimîne
Xwîna birayên min zo û zo li deştê birijîne
Ew hatine vê çolê ji mera çi hesabî dibîne
Hemo, tu wan ji xwe ra xezûr mehesîbîne
Şûrê xwe rast lexe û çep jê bikişîne
Me mirî ya jî zindî şûnd va meşîne

Çiqas şer direj dibû, berxwedana Hemê ji dihat guhartin. Herdû birayên Zeynê şûnd va diçûn. Hemê zora wan hêdî hêdi dibir. Rewşa şer dihat guhartin û Hemo ew têk dibirin.

Hemê vê yekê didît û ji Zeynê ra digot:

Ay lê nabe! Zeynê nabe, nabe
Weleh nabe keçê nabe
Min nanê wan pir xwerîye, bila helal be
Destê min ji bo xirabîyê di ser wan da ranabe
Dixwazim bigihêm evindara xwe, bê şer halbe
Xizirê kal nîşanî me bide rê û dirbe
Mirina wan ji minra tu car helal nabe
Ew ji xwedî can in bila Xizir ji wanra jî star û yar be
Nabe nabe ji kesî ra feyda helakbûnê nabe
Xwestina min tenê tu ji min ra evîndar û can be
Zeynê kilê çavên min î, bê te dilê min sar nabe
Ez wan dîl bigirim bila mesela me hal be

Lingê hespê Zinar ket kormişka mişkan û Zinar axa ji ser hespê ket erdê. Şûr ji destê wi pekîya û destvala ma.

Reşo û Hemê her du tenê mabûn. Hemo dikarîbû zorê Reşo jî bibe. Lê nedixwast wî bukuje. Jin û zarokên wî hebû. Jîyan her tim ji mirinê baştir e…

Herduyan yek û yek şer dikirin. Lê Hemo gelek derecan li ser wî ra bilind bû. Herçîk wext derbas dibû Hemo zora wi dişikand. Bi hamleyekî dijwar, şûrê destê Reşo jî ji destê wî pekand. Bi lez û bez şûrê destê xwe di bin qirtika Reşo da danî û tenê rîya dutsaxbûnê li ber Reşo mabû. Reşo bi çavê teslimbuyînê li Hemo mêze dikir. Dixwest Hemo qîmîşî wî nebe û bibaxşîne. Reşo gelek nêzikî mirinê bû, rastî ji mirinê jî ditirsîya. Rêhevala wî, Lorîn xatun hatîbû bîra wî û gelek xemgîn bibû.

Reşo û Lorîn Xatûn salan berê zewicî bûn, dixwastin zarokên wan hebîn. Lê ew hesret di dilê herduyan da mabû. Lorîn hemû malbata xwe di tertela Dersimê da wenda kirîbû, hemû birayên wî hatîbun kuştin. Ew bi xwe jî hîn di 14 salîya xwe da bûye, eskerên Tirkan ew bi gel qefleyek gundîyan komdikin û ber bi çiyê dibin. Dixwezin li nezikî pira Paxê wan bikujin. Lorîn Xatûn bi awayekî ji dest leşkêran xilas dibê û bi lez û bez xwe davêje nav çemê Xarçîkê. Ajne jî nedizanî bûye. Li disa jî ew dixwaze ku di nav ava erdê Dersimê da bixeniqe û bes Tirk destdirêjî wê nekin û bi destê wan neyê kuştinê. Lorîn di nav ava Xarçîkê da qamisêk dirêj dibizîne û dikeve bin avê. Bi saya wî qamişî di bin avê da bêhna xwe digre û dide. Leşker lê digerin wê nabînin û bi wî awayî xilas dibe. Dûra diçe cem ape xwe, ew lê xwedî derdikevin.

Di tengasîyê da carcaran mirin jî tim nakeve destê mirovan. Dem tê bi peran mirin nahê kirîn. Mîna sala 1936-37-38 an. Ji bo Kurdên Elewî ew dem wextêkî zor xirab bû. Di komkujîya Dêrsimê da gelek qîz û bûkên Kurd ji bo ku nekevin dest eskerê Tirkan, xwe ji zinaran da avitibûn xarê. Bi rojan di avên çeman da xwîn herikîbû. Li ser meftê mirovan qertal û hulî kombibûn. Xarçik û Çemê Munzur ji xwînê mîna ava sor herikîbûn. Lorîn Xatûn bi çavên serê xwe qatlîama Dersimê dîtîbû û jîya bû. Di vê cîhanê da du sê heb kes tenê di jîyana wê da hebûn. Reşo ji ewan yek kesan bû. Ew ji bi destê Hemê Şivan bihata kuştîn, wê çi bikira?

Ji salan vir da wekî jin û mêr gel hev dijîyan û bi hev ra gelek jî bextewar bûn. Hin rojekî li gel hev şer nekîbûn. Lê Xwedê zarokek nedabû wan. Ji bo ku rojek xwedî zarok bin, ji Xwedê ra dua dikirin û ji Xizir alîkarî dixwestin. Reşo jî wê gelek hezdikir. Evîn û jiyana wê hat bîra wî. Nedixwast Lorîn carek din sêwi bimîne. Lê niha her tişt di destê Hemo da bû. Ji bo vê yekê jî xemgîn û bêçare bû.

Hemo jî dizanîbû ku Reşo û Lorîn Xatûn ji hev pir hez dikin û bi hev ra gelek bextewar in. Lê şer mirovan daîm bê perwe û har dike. Lê dem jî dema hesasîyete nîne. Hemo lazime di vî şerî da biserkeve û evîna xwe û bipareze. Li alîyê din nedixwest jîyana Reşo û Lorîne jî xirab bike. Ji bo vê yekê Hemo di nav du agiran da mabû. Biryarek bi rûmet ji bo her du alîyan jî baş dibû.

Lê şaşî yan jî xeterek sedemê mirina wî û Zeynê bû. Tiştekî xirab biqewimîya Reşo axa ew û Zeynê efû nedikirin. Ji bo wî jî ger Reşo bihata têkbirin. Heta ew nehat derdestkirin kîn û şerûdîya wî nedihat kontrolkirin.

Şûrê Hemo bin qirtika Reşo germ kirîbû. Reşo bênefes û li benda Hemo mabû. Zinarê dudsax bi xemgînî û bi tirs, li herdu şervanan temaşe dikir. Wî didît ku bi rasti jî takat di Reşo da nemaye.

Reşo êdî nedikarîbû şer berdewam bike. Ji ber ku emrê wî 10 salan ji Hemo mezintir bû. Hemo gelek jêhatî û mîna tajîya tevdigerîya. Bêhn li Reşo teng bibû, dixwast hinekî wêsê bigire.

Zinar di bin sîya dara bîyê da rûniştibû. Xemgînîya di dilê wî da zêde dibû. Qutîya cixara wî ya Erbî bi titûna Mûşa şewitî tijî bû. Qutî vekir ji xwe ra cixareyek qalind pêça û di nav lêvên xwe yê ziha da bi cîh kir. Hestê xwe ji cêba xwe derxist, hestê wî ji kewirê gamê bû. Cixara xwe bi agirê pişo vêxist û firta yekemîn kişand hundurê xwe. Cîgera wî ya birîn bibû, hat dermankirin. Çend gulm li ser hev li cixarê xist û duyê wê kişand gewrîya xwe. Dûmana ji dev û pozê wî şûnda derdiket, bilind dibû û di nav ezmanan da wenda dibû. Bi kişandina cixarê va dilê wî ber bi aramîyê diçû.

Di cîhê xwe da bang li Hemo kir û got:

Hemo tu bêbextî û şilf û tazî
Destê tê da şûrê dûx û mazî
Tu li vê çolê ji birayê min çi dixwazî
Ez tu caran bi mirina birayê xwe nabim razî
Ez bi dil ji te dikim întîzar û gazî
Tu me baştir şergirî, jêhatî û bihezî
Li hember me tu mîna hulîyê bazî
Birayê min azad bike, hê nebîye bîrindar û gazî
Lorîn Xatun li benda wî ye û bi saxî dixwazî

Zinar ji cîhê xwe rabû ser pîyan û ban Hemo kir.

“Qêmîşî birayê min nebe! Te ji destê Lorîn Xatûnê da pir nan xwarîye. Ew li benda me ye. Ji bo xatirê wê Reşo nekuje û berde. Jina wî histûxwar meke!” Ez tutsaxê destê tê me Hemo…

-didome-

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin