Evdirehmanê Gundikî ez qedandim!

Evdirehmanê Gundikî ez qedandim!

Ez Evdirehmanê Gundikê weke qehremanekî gelê xwe, mêrxasekî xelkê xwe dinasim.

A+A-
Bûbê Eser

Ez di sala 1975an de bûme endamê PDKT. Wê demê xortekî jêhatî û kêrhatî bûm. Ji ber xebatên min û çalakbûnên min bûme kelemê çavên dijmin. Loma wan bê ku wextê derbas bikin ez girtim, gelek tade û êşkence bi min kirin û nêzîkî sê salan di girtîgeha Diyarbekirê de razam (2.1.1980-19.5.1982)

Ez Evdirehmanê Gundikê weke qehremanekî gelê xwe, mêrxasekî xelkê xwe dinasim. Nasîna min û wî di sala 1983an ku piştî ji zîndana Diyarbekirê derketim, bû. Dema ku ji wê zîndanê hatim berdan min xwest li welatê xwe li ser erda xwe bimînim û bijîm. Lê dijmin ev mecal neda min û ez jî weke gelek camêr û canikan mecbûr mam ku welatê xwe biterkînim. 
Dema ku ji zîndanê hatim berdan, hevalên min yên partiyê xwestin min derxin dervî welêt, lê min got: "min ceza xwe kişand, êdî pêwîst nake ku derkevim, ango birevim." lê min dît ku rehetiya min tune ye. Mecbûr mam ku welatê xwe, kurdistana xwe ya şêrîn û delal biterkînim.
Hevalên min ev daxwaza min gihandin Evdirehmanê Gundikî û ew jî yek ser hate Diyarbekirê. Hatina wî ya Diyarbekirê xeterek mezin bû. Ji ber ku hatiba girtin dê îro ne li jiyanê ba. Lê ew hat, ez dîtim û got: "Hema di hundirê du rojan de xwe amade bike em ê te derxin."

Ji ber di wê demê de ev camêr bû bû qahremanê ser hudûdin ku bê îradeye gelê me û bi destê dijmin hatibûn, diyar kirin. Her rojê li perçeyekî û her carê çend hevalên xwe yên li wan dihatin gerandin derbasî rojava an jî başûrê kurdistanê dikir. Ez jî bi awayekî gelekî bi saxlemî derbasî Sûrî û rojavayê kurdistanê kirim ji wir jî bi saya pasaporteke sexte ez şandim Swêdê.
Lê min Evdirehman weke kesayetiyekî leşkerî û qehramanekî bê hempa dinasî. Piştî demek dûr û dirêj ku ew jî li swêdê bi cih û war  bû, me li vir hev didît.
Lê min vî camêrî weke nivîskarekî ne dizanî. Ji ber ku li swêdê jî zêde nedima. Her nigekî wî li swêdê yek jî li kurdistanê bû. Car carna hin nivîsên wê di hin malperên kurdî de hatin weşandin. Bi vê jî kêfxweş bûm ku wî jî weke me gelekan dest bi nivîsandinê kir. Destpê kir û baş destpêkir, berhema wî ya ewil ya ku bi navê "NAMEYEK LI SERNEXÊ" û ji 530 rûpelan pêk tê, ye. Siheta wî xweş ku wî jî berhemeke  bi zimanê xwe yê dayikê diyarî gelê xwe kir. Camêr ez jî ji bîr nekirim û yek jî diyarî min kir. Heta vir temam e, îcar em derbasî nava bexçeyê vê berhema delal bibin.
Ez kesekî weha me ku her berhemek bi zimanê şêrîn  bi kurdî tê weşandin, gelekî kêfxweş dibim û ew  berhem çawa bi dest min dikeve hema yekser dixwînim.

Brêz Evdirehmanê Gundikî jî ev berhema xwe ya delal di roja 11-5-2016 ku min di cnnkurd.tv de bi wî re hevpeyvînek li ser rewşa PAKê kir, weke diyariyeka hêja îmze kir û got: "Kerem bike ev ji bona te" Min sipasî wî kir û çawa hatim malê min dest bi xwendina wê kir.
Ez piranî du berheman bi hevre dixwînim,  dema ji xwendina yekê diwestim ya din digrim, weke min nû destbi xwendinê kiri be. Lê xwendina vê berhema delal nehişt ku ez yeka din di ber wê de bixwînim û tenê mam bi wê ve.

Ev berhem ji serpêhatiyên brêz Evdirehmanê Gundikî pêk hatiye. Lê destpêka wê weke romanekê anîye û ev berhem hate dawîyê weha domandiye. Ev ji kurdiyeke xweş û delal ji serpêhatiyên ku divê mirov bixwîne û ji wan dersan derxe, da ku dîroka nifşê me ya salên 1960-70 binase.
Dema min dest bi xwendina vê kir di nav de çûm, vê ew  zîndana Diyarbekirê anî bîra min. Çima hûn dizanin?
Ji bona ku zîndana Diyarbekirê baş bê nasîn, tade û êşkenceyên tê de dihatin kirinê mirov fêm bike, divê ji her qawişekê kesek bûyer û kiryarên di qawîşa xwe de bêje û binivîsîne da ku ew zîndan bi her awayê bê nasîn û zanîn.
Brêz Evdirehman jî weha destpê kirîye û bêtir li ser rewşa malbata xwe, eşîra xwe, mirovên xwe yên Gundikî û Beyriyan rawestiya ye. Loma tê gihiştim ku divê her kesên di nava xebata welatparêzî de kar kirine, berpirsî girtine, divê ew jî xebatên xwe, karê xwe binivîsînin û ji xwe de dest pê bikin. Behsa eşîrên xwe, malbatên xwe kes û kesayetên di nava hereketa welatparêzî de kar kirine, bedel dana bikim, bêjin û binvîsînin da ku dîroka hereketa welatparêz û şoreşgerî bi zelalî ya bakurê kurdistanê bê nasîn û zanîn.

Ez dixwazim bi mînakekê çima min got zîndana Diyarbekirê:  Brêz Evdirehman nivîsîye: "Topeke li xaniyê Hecî Hesenê Ehmedî ket û dar li ser  berî nama û berên xanî jî wekî xwê, ji hev belav  bûn. Qumandarê Tabûrê Berê Adiga, hat liser keşfa xanîyê Mam Hesenî ji kurê wî Feyselî pirsî û got; çima xaniyê te, li serê te de tepiya? Feyselî ji qumandarî re got; ez dibêjim ji aliyê eskerî ve guleyeka topê hat, li xanî ket û ya baş ew  û ko em, ne di xanî ve bûn, ji bo wê jî em selametin. Li ser vê gotinê, qumandarî zeleyek danî Feyselî û ji wî re got: Tu derewan dikî û birûskê li xaniyê te daye! Feyselî jî destê xwe avête parçeyeka hêsinê berikê topê û ji qumandarî re got; raste qumandar beg, ev tevşa hêsinî parça tîrên birûskêye û xudê bi rojên sahî de jî birûskên hêsinî li me dibarîne." Îcar vê bûyerek ya girtîgehê anî bîra min: 

Rojekê weke her caran qumandarê zalim kete qawişa me û heta tu bêje li hevalekî me da. Ew heval bê hedî xwe ket û ranebû, qumandar derket û got: "Herin bangî doktor bikin bila bê lê binere. Heta ku doktor hat hevalê me bi ser heşê ve hat, lê dev û rûyên wî tev birîn bûn: Doktor jê pirsî: Çi bi te hatiye. Wî nikarîbû bigota -qumandar li min daye-. Lê, ranzayê razanê ê qatê binî destnîşankir û ji doktore got: Ez ji vir ketim. Doktor got na kurê min; dibe ku tu ji qatê jor de ketiye. Hevalê me mesele fêm kir û got; raste doktor ez ji qatê jor de ketim.

Heger mirov bala xwe bide rewşa bindestiyê, lêdan û êşkenceyên dagirkeran, wê bê dîtin; çi di zîndanên wan de û çi jî ji derve tade û êşkenceyên dikin hema hema yek in.
Li gor min di vê  berhema xwe de brêz Evdirehmanê Gundikî çar nokteyên asasî aniye ku divê ew ji bona xebatên pêşerojê bibin mînakên baş. Weke:

Di şiroveyên hersê pismaman de li ser şert û mercên rêxistiniyê kar û xebatê rawestiyanin. Di vir her Melevanî dixwazî herdu pismamê xwe  bi ber meselê bixe da ku divê mirov rêxistineke neteweyî damezrîne û ew rêxistin divê tade û zilmê li xelkê xwe neke, bi sebir û bi rehm be. Heger xelk tadê jî li wan bike divê hilma wan tim fireh be, heta ku xelkê bi ber meseleya wanî azadkirina welêt bixin. Loma jî Melevanî hin mînakan dide û pêde dihare. Lê pismamê Melevanî Îsîf weke wî nafikire û ew dixwaze hinên li dij wan, kesên sîxur û ne baş an jî yên li dij şoreşê ceza bike. Lê armanca Melavanî her ew bû ku wan pismamên xwe bi berxe ku dijmin her dixwaze û wê bixwaze bêîtifaqiyê bixe nava kurdan. Loma jî dikare hinan bikire û hin xwe firoşan peyde bike da ku kurd nebin yek. Lê ew her dixwaze ku pismamên xwe bi berxe ku divê ew bi sebir û bi hilmfirehê karên ji bona azadiya gelê xwe bikin. Ew wan herdu pismamên xwe bi ber dixe ku divê rêxistina ji bona azadiya welêt çawa be û tevgerên wê li hember xelkê çi be... Divê mirov vê beşê baş bixwîne bê mebesta Melavanî çi ye?
Nokteya dudan: Brêz Evdirehman li ser "Lehîztogên Dagîrkan" rawestiya ye. Di virde gelek mînakên hêja destnîşan kirî ye. Wî destnîşan kirîye ku dema dijmin zora welatparêzan nebe, ew dikarin bi destê xwe li ser navê kurdan rêxistinekê damezrîne û bera nava xelkê bide da ku ew rêxistin, bêtifaqiyê, malwêranî û xerabûnê bixe nava xelkê. Ev nokteyeke gelekî asasiye û ji xwe dijmin ev kirine û dikin...

Nokteya sisiyan ku brêz Evdirehman xwestiye bi mînak, kêmanî û şaşiyên hatine kirin, çi bi zanetî û çi bi nezanî bûne dibêje: Ev jî di beşa "Piştî derbasbûna bi salan şiroveyên Melavanî û mam Gewroyî" ye. Di virde bêtir li ser şaşî û kêmaniyên ku bûne, rawestiyanin û li gor vê jî divê mirov ji bona pêşeroja xwe, karên rêxistinî û siyasî ji wan kêmanî û şaşiyan dersan derxe.
Her weha di virde plan û projeyên dijmin çawa digere tê gotin. Ji bona Gundikê bê valakirin bê dijmin çi tîne serê wan. Ji bona rahêjin çekan û bibin parêzger (koy kurucitî) gelekî tadê li wan dike. Xwarina Gundikiyan dike bi destûr û li gor wê destûrê xwarinê dide gundiyan ku ew xwarin jî têra wan ne dikir. Loma dewletê ji Gundikiyan re "Sîlehên (Koy Qurucitiyê) hilgirin da hemî herêma Şernaxe ji we re vala bibe û hûn bi azadane bijîn"
Di virde brêz Evdirehman dixwaze bide zanîn ku bê "Koy Qurcitiyê" çawa dest pêkir û mebesta dijmin di vir çi bû? Lê ji bona ku Gundikiyan çekên dewletê hilnegirtin çi bi serê wan de hat divê mirov bixwîne û fêr bibe.

Nokteya çara û ya herî girîng jî ew e ku rêxistina pkk çawa bi destê dijmin hatiye damezrandin û ji bona çi derketiye dida zanîn. Dide zanîn ku pkk çi texrîbat, malwêranî bi serê gelê kurde anîye û tîne. Ew xwendevanê xwe baş bi ber dixe ku heger pkk bi destê dewletê û bi navê kurdî nehatiba avakirinê dibû ku îro rewşa bakurê kurdisanê ne weha ba.
Ji ber ku dewletê bi rêya vê rêxistina xwe ya li ser navê kurdan bi destê wan malvêraniyeke weha pêk anîn ku meseleya azadiya bakaurê kurdistanê 50 salan bi şûnde xist.
Di dawiya pirtûkê de jî du nokteyên asasî hene. Yek şehîdkirina mamê Gewro û axaftina Melevanî ya li ser mezelê wî. Di virde jî brêz Evdirehman mesajek xweş daye ku çima kurd bi destê kurdan têne kuştinê. Ya din wî;

Piştî azadiya başûrê kurdistanê hin têbiniyên  xwe li ser kar û barên hatine û têne kirinê anîye zimên. Di wan têbiniyan de gelek nokteyên asasî û kêmaniyên dibin gotiye û ji bona rêvebirên basûrê kurdistanê gelek pêşniyar û têbiniyên delal nivîsiye.
Îcar xwendina vê berhema delal ku ji 530 rûpelan pêk hatiye ne weha hêsanî ye. Dema mirov dikeve nava wê û her rûpelekî dixwîne bi meraqdarî û bi heyecan mirov dixwaze derbasî rûpela din bibe. 
Loma dema min dest bi xwendina wê kir, min texmîn kir ku ez ê vê jî weke berhemên din bixwînim û biqedînim. Lê weha nebû, ji bona qedandina vê min xwendina xwe ya berhemên din rawestan. Min bernameyên xwe yên cnnkurd.tv da rawestandin. Têkiliyên min û malbatê heta qedandina vê  berhemê qels bûn. Di nava min û Davidê kurê min ê lîstikvan fotbolê de problem derket. Yanî ji bona xwendin û qedandina vê berhemê çi lazimbûn min kir û berhem qedand. Lê brêz Evdirehman jî ez qedandim.

Sipas mala te ava kekê Evdilrehman ku te bi berhemeke weha hêja û dîrokî ez qedandim. Hêvîdarim ku tê bi vê yekê gelekên din weke min biqedîne. Te bi serpêhatiyên xwe berhemeke zêrîn pêşkêşî gelê xwe kir. Divê hemû kadirên rêxistinên me jî weke te bikin û binivîsînin, divê hevalbendên te yên wê demê vê berhemê baş bixwînin û bizanibin ku şaşiyan çawa û di kude destpê kir. Ji bona mirov bikare bi temamî li ser vê berhemê binivîsîne divê mirov pirtûkek bi qasî wê binivîsîne da ku navaroka wê bide zanîn. Ez jî ne ewqasî jêhat îme ku vê bikim. Ez bi xwe ne rexnegirim jî ku kêmaniyên wê rexne bikim. LÊ divê hemû kesên bi siyasetê ve mijûl in, pêwîste vê bixwînin...06.06.2016
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin