Ev xelat ya hemû keç û jinên êzidî ye

Ev xelat ya hemû keç û jinên êzidî ye

Îro li Parlemantoya Ewrûpayê bi merasîmek bi beşdariya 750 parlementerên Ewrûpayê xelat ji aliyê serokê parlamentoyê Marten Schultz ve dan Nadiya Murad û Lamiya Beşar.

A+A-

Parlamentoya Ewrûpa Xelata Sakarov a 2016 da du keçên kurdên êzidî Nadiya Murad, Lamiya Beşar ku ji aliyê DAÎŞê ve dema qetlîama Şengalê revandibûn û di destê wan de du sal dîl mabûn. Her du keç mehek berê wek kandîdatê xelata Sakarov hatibû nîşandan.

Îro li Parlemantoya Ewrûpayê bi merasîmek bi beşdariya 750 parlementerên Ewrûpayê xelat ji aliyê serokê parlamentoyê Marten Schultz ve dan Nadiya Murad û Lamiya Beşar.

Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Marten Schultz di axaftina xwe ya merasimê de got; “Em xelata Sakharov didin du keçên êzidî. Divê hemû cîhan çîroka van her du keçan baş bizane. Em bi navê Parlamentoya Ewropayê şanaziyê bi wan dikin û bi serbilindî vê xelatê pêşkeşê wan dikin”

Lamiya Beşar piştî wergirtina xelatê axaftinek kir; “Ji ber vê xelatê ez spasiya we dikim. Em weke kurdên êzidî û mesihî bûne qurbanên destê DAIŞê. Ez keçekê 18 salî me. Dema DAIŞê bi ser gundê me de girt, 15 salî bûm. Hemû zilamên gundê me kuştin. Dayik û bavê min jî di nav wan de hatine kuştin. Çekdarên DAIŞê keçên me di nav xwe de parve kirin û yên din jî firotin. Wan 4 caran ez firotim. Yê dawiyê ez kirîm, di nav DAIŞê de karê bombeyan dikir. Dixwest ez jî hevkariya wî bikim. Navê wî kesî Îslam bû û destdirêjî dikir ser keçên 9 salî. Destdirêjiya min jî kir. Ez vê xelatê pêşkeşî wan kesan dikim, ku niha li Herêma Kuridstanê di kampan de dijîn”

Nadiye Murad jî axaftina xwe de diyar kir: “Wergirtina vê xelatê ji bo min serbilindiye. DAIŞê dixwest şerefa me bibe, lê nekarîn û wan şerefa xwe wenda kirin. Wan dixwest me naçar bikin yan divê bimrin û yan jî bibin misilman. Ew li djî hemû kesan in. Em ji dayik û bavên xwe fêr bûn rêzê ji ol û baweriyan re bikin. Lê DAIŞê ev yek qebûl nedikir. Ewan em kuştin û derbeder kirin. Wan hemû keramet û pîroziyên me têk birin.”

Xelata Sakharov her sal ji aliyê Parlamentoya Ewrûpayê ji bo kes an kesên ku di ware mafên mirovan de kar dikin. Zanyarê rûsî Adrey Saxarov ku di sala 1975ê xelata Nobelê wergirtibû li dijî bernameya atomî ya Sovyetan derketibû. PEyê jî ji sala 1988ê ve bi navê vê zanyarê navdar xelatan pêşkeş dike. Wek tê zanîn îsal Nadya Mûrad wek Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî hatibû hilbijartin.

Nadiye Murad ji Rûdawê re got; “Ez spasiya wan kesan dikim, ku di şerê li dijî DAIŞê de ruhê xwe pêşkeş dikin.” Lamiya Beşar jî ji Rûdawê re ragihand; “Ev xelat bûye sedema dilxweşiya hemû kurdên êzidî. Em pir spasiya Parlamentoya Ewropayê dikin, çimkî wan ew tişta bi ser keç û jinên êzidî de hatiye, qebûl nekirine. Ev xelat ne tenê ya min û Nadiyê ye, ya hemû keç û jinên êzidî ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin