’Ev peyman ji Kurdan re bû bingeha komkujîyeke sed salî’

’Ev peyman ji Kurdan re bû bingeha komkujîyeke sed salî’

PAKê li Batmanê Konferanseke Bi Navê ‘’Di sedsaliya Sykes-Picotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê’’ li darxist

A+A-

Rêxistina PAKê ya Batmanê îro (13.05.2016) li Batmanê konferanseke bi navê ‘’Di sedsaliya Sykes-Picotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê’’ lidarxist.

batman_picot1.jpg

Konferans li Navenda Çandê ya Kevn hate lidarxistin. Konferans bi beşdarîya gelek rêveber, endam û dostên PAKê û beşdarîya gelek kesên ji her çar alîyên Kurdistanê bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê kir û sirûda netewî ya Kurdistanê "Ey Raqîp" hate xwendin.

Konferans bi moderatoriya Ednan Stêrk (Endamê Komitêya Birêveberiya Navendî ya PAKê), Dr. Elî Teter, Mamosteyê Zaningeha Sofyayê Yaşar Abdülselamoğlu û Dr. Ekrem Onen axaftinên xwe pêşkêşî raya giştî kirin.

Di konferansê de Pêşîyê Dr. Elî Teter dora axaftinê stend û di axaftina xwe de diyar kir ku "Herkes li dijî peymana Sykes-Picotê ye (ereb, tirk, fars û îslamiyên radîkal) lê belê gava mijar dibe sînorên wan ew li dijî perçekirina van sînoran in." Û bal kişand ser vê paradoksê.

Piştî axaftina Dr.Elî Teter , Yaşar Abdülselamoğlu dora axaftinê stend. Yaşar Abdülselamoğlu got ku;

"Ev peyman ji Kurdan re bû bingeha komkujiyeke sed salî. Îngilîz ji ber ku ji hakimiyeta rûsan ditirsiyan li Rojhilata Navîn ji bo ku ji wir bigihin mêtingehên wan, nehiştin kurd bibin xwedî statu. "

Paşê jî Dr.Ekrem Önen dora axaftinê stend û wiha anî ziman:

"Xwezî ev peyman biçûya serî, qene gelek bajarên Bakur di hakimîyeta Sovyetan de dima û gava Sovyet belav bûn weke netewên din Kurdan jî derfeta dewletê didîtin. Dem dema avakirina dewleta netewî ye. Kurd çiqas nêzî hêzên navnetewî bibin dê hingî nêzî azadiya xwe jî bibin. "

Piştî pêşkêşkirina axaftvanan jî pirsên beşdarvanan hatin stendin. Pirsên beşdarvanan û bersivên axaftvanan konferans zindîtir kir.

Konferans piştî beşa pirs û bersivan bi awayeke berhemdar bidawî hat. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin