Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye

A+A-

Dagirîya Kirkûk û Navçeyên Dervayî Rêveberîya Herêma Başûrê Kurdistanê (NDRHBK), ji Şingalê heta Mendeliyê, wekî her welatparêzekî ez jî kesirîn (qehr bûn) û dilşikestî kirim.

Bipaşve vekişîn û valakirina sengerên Pêşmerge, ku bi fermana hinek rêveber û keseyatiyên di nava Yekitîya Niştimanîya Kurdistanê da (YNK), daku navê Bafil Talabanî û Lahur Talabanî têt gotin, kesir û dilşikestîya min duqat kir.

Di destpêkê da min divê bêjim, ku neteweya Kurd dê kesên şehît bûyî jibîr neke, xwîna wana dê heder nebe, herweha kesên birîndar ra tenduritîyek zudem hêvî dikim.

Wekî cigirê serokê başûrê Kurdistanê Kosret Resûl Alî dibêje ev, bona neteweya Kurd, bona başûrê Kurdistanê Enfalek e, karesatek neteweyî ye, di encama vê karesatê da li herçar parçeyên Kurdistanê çoş û peroşa ku di encama rapirsînê da rûdabû, mixabin şûna xwe li xemginî û endîşeyek kûr ra berda.

Bê guman, sedemên vê karesatê cûda ne, lê du sedemên vê yên ronahî û aşkere hene, yek ji vana û bi bawerîya min ya herê girîng neyekrêzîya nav mala Kurdî ye, ku rehên wê ji dîrokê nêzik tên û bi berjewendiyên îro va yên kesayetî, malbatî mixabin rengekî “dijminahî” digre; bi kurtî, ranta siyasî û aborî vê derzê xetertir dike.

Ya din komplo û programek navneteweyî ye, ku Tirkîye û Komara Îslamîya Îranê hikumeta Bexdadê han dan, gij kirin, jixwe Heşde Şeibî xwe amede dikir û sala têt li Îraqê hilbijartin hene, dibetiyek gellekî bilind e ku Heyder Ebadî hesabê hilbijartinê kir, wekî “qehremanekî” di hilbijartinan da beşdarbûn li hesabê wî hat.

Di nava siyaseta Iraqê da wenda kirina Ebadî li hesabê herdu dewletên zilhêz, ku îro ewan bihevra Herêma Rojhelata Navîn dizayn dikin, ango li hesabê Dewletên Yekbûyî Amerîka û Federasyona Rusya nehat, ji ber ku peywendiyên Ebadî bi qasî yên din, bo mînak Nurî Malikî bi Îranê va ne germ in.

Çendin car me xwend û bihîst, ku hemahengîya siyasî ya navxweyî Îraqê bona DYA gellekî girîng e, di vê hemahengiyê da nêzikbûna Îranê cîhekî diyarker digre.

Heta di peyamekê da berpirsyarekî DYA ji rêveberîya başûrê Kurdistanê dixwest, ku “li Ebadî ra alîkar bin, bila sala têt ew wenda neke.”

Bi bawerîya min, di destpêkê da DYA ji êrişê haydarbû û hesabê encamên wê jî dizanibû, ji ber ku di navbere Pêşmerge û Heşde Şeibî û Artêşa Îraqê da bêparsengîya hêzê hebû û wê arteşa Iraqê çekdar kiribû, di dest da çekên giran hebûn û hemû jî çekên ji Amerîka bûn.

Ger bixwesta ev karesat bi ser neteweya Kurd va nedihat, DYA dikanibû pêşîya êrişê bigre, lê negirt û hay ji hevkarên Kurd ku bi Bexdadê va lihevkirî hebû, heta ez dikanim bêjim ku ewên ku bi Bexdadê va lihevkirin, dibetîyek xurt e ku berpirsên DYA yên li herêmê berê biryara xwe dê agahdar kiribin.

Mebesta min ne ev e ku hemû berpirsyariyê bidim ser milê DYA, ji ber ku rêveberîya Başûr ev bêparsengîya hêzê ku di navbera Pêşmerge û Heşde Şeibî û Artêşa Iraqê da heye dizanî, dikanibû du tiştan bike; yek, rabiganda ku ewê şer neke, an jî berxwedanek fireh dê bikira û bi qehremanî berevanîya NDRHBK bikira.

Him banga berxwedanê bike û him jî bipaşve vekişê ev naye fam kirin, ku di hundirê çend demjimêran da hemû navçe ketin bin destê êrişkaran, mixabin wana bi nirxên neteweyî sivikayî û heqaret pê kirin.

Wekî di sernivîsê da hat gotin, ev karesatek (bêtarek) neteweyî, lê ne dawîya her tiştî ye.

Me Kurdan kêmayîyek berbiçav heye, em bes li dîroka xwe ne haydar in, bona roja îro dersan nagrin, mînakan dernaxin, mixabin dijminê xwe jî şa dikin.

Di her serdemên dîrokê da pirsên neteweyî bi yekrêzîya siyasî çareser bûne, lê yekbûn, an yekrêzî ne ûtopya ye, berevajî di encama aqlek û siyasetek rasyonal da teşe digre.

Yekrêzîya siyasî, di pirsên neteweyî da lihevguhdarî kirin, rêz li dîtinên hev girtin e, lê bi şertekî ku ev jî pîvanên welatparêzî, niştimanperwerî ye.

Hêz û kesên ne welarparêz û niştimanperwer, divê di pêvejoyên neteweyî da cî nebînin, di biryarên netweyî da navê wana tine be.

Peywendiyên demokratîk berpirsyarîya (mesûlîyet) xwe heye, wate ne ev e ku di mijarên neteweyî da guhdarîya hêz û kesên newelatparêz bikim.

Kirkûk û hemû NDRHBKê layek ji welêt in û bi her avayî gellek girîng in, hêzên ku li beramberî êrşên dijminahî berevanîya van navçeyan nekin, kî/kê dibin bila bin, çi dibêjin bila bêjin di dîrokê da ewê cîhekî bişerm bigrin.

Gotina dawî, her tişt li ber çavê rayagiştîya Kurd qewimî, bê guman berpirsyarîya serok û rêveberîya başûrê Kurdistanê jî heye, lê berpirsyarîya YNK giran e, divê xwe ji vê gemarê pakiş bike.

18.10.2017/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin