Ev jî rastîyeke; "Hin eşîren me li gel dewletê ne"

Ev jî rastîyeke; "Hin eşîren me li gel dewletê ne"

Li ser îddiayê ku ingilîz pere dane eşîran, hin serokeşîrên kurdan reaksîyon nîşan dane.

A+A-

Albayê teqawûd ê Tirk H. Atîla Ugur gotibû ingilîz li herêmê (Kurdistanê) bi eşîrên kurdan re hevdîtin dikin û pere didin wan da ew darbeyeka din çêbikin.
Li ser îddiayê wî hin serokeşîrên kurdan reaksîyon nîşanê gotinên wî dane.

Hemîd Îzol ku yek ji rûsipiyê eşîra Îzol e dibêje; ev îddîa bêbingeh e, eşîr  xwe nafroş in, kurdên bişeref xwe bi pere nafroş in. Ne kes kare kurdan bikire ne jî tirkan. Çunkî ev  herdu nijad nijadên aqrebe ne, birayê hev in, dê herdu jî bijîn; yek ji yê din veqete yê din nikare bijî. Hin kesên tirk ên ku serê wan tevlihev e ji kurdan re dibêjin; "veqetin". Wexta ew veqetin tu hêz nikare xwe biparêze; her der dikare ji hev veqete; Surîye, Îraq û Îran dikare perçe bibin, lê Tirkiye perçe nabe, îhtîmala perçebûna wê sifir e.

Serokê berê yê Odeya Tacir û Senayîya Wanê Zahir Kandaşoglu ku ew jî yek jî rusipêyê eşîra Burûkîyan e dibêje;  li herêmê eşîrên xwefiroş tunene. Ingilîz demekê eşîran ji xwe re dikirin xem, çi hat guhartin ku îro ew dixwazin eşîran bikirin.  Kurd tucarî neketine nav îxanetê; di dema osmanîyan de jî, di dema Şerê Yekem yê Cîhanê de jî ev hat dîtin. Ev daxuyanî  bi çi mexsedî hatîye kirin, li ser kurdan lîstik dilîzin

Serokê eşîra Millî Faysal Çelîktaş li hember îddîayê derketîye dibêje; ev îdîayeka absurd e. Dixwazin dewletê li hember eşîran, eşîran jî li hember dewletê pîj bikin. Serokên eşîran li gorê wacîbên dînî tevdigerin, ew tucarî bi kafiran re tevnegerîyane. Li gel îslam cî stendine.

Ji eşîra Ertoşî nûnerê eşîra Gevdan Rasim Aslan, Serokê eşîra Ezdînan M.Salih Ozbek, Serokê eşîra Pîran Çetîn Can û serokê eşîra Alan Ebdurrehman Şaylan daxuyanîyeka muşterek dane û îddîayên albay bi tundî rexne dikin. Bi kurtayî beyana wan ya muşterek weha ye; " Terora FETO di tarixê de rêxistineka herî  xeter e û di vê axê de cîyê wê tuneye. Gelê me mezelê wan jî  dê di vê axê de nekole. Şan û şerefa me dîyar e; em eşîr di bin yek milet, yek dewlet û sancaxa Îslamê de dijîn. Heta niha li gel her xerabîyê me watanê xwe nefirot. Ger darbyeka din çêbibe emê canê xwe ji bo dewleta xwe bikin mertal. Divê kes êdî bi pêvajoya 15 Tîrmehê sebra me neceribîne. Dewlet pêdivîyên wê dike, em jî heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber dewleta xwe ne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin