”Ev jî muxtarên me yên Çolemêrgî ne”

”Ev jî muxtarên me yên Çolemêrgî ne”

ji ber ku li ser nasnameyê rismê ew alaya Tirk a birûmet heye ew nikarin biçirînin

A+A-

Walîyê Heqerîyê yê berê Necmettîn Kalkan di Operasîyona FETO de hatîye girtin. Lê nav û îmzeya wî li bin nasnameya wan muxtaran e ku di hilbijartina mehlî ya 30ê Adara 2014ê de hatine hilbijartin. Ev muxtar naxwazin vê nasnameya ku nav û îmzeya walî li binîye, di bêrîka wan de bin.

Li gora IHA yê ser navê 15 muxtaran, muxtarê Taxa Menderesê Abdulcebar Aydin daxuyanî daye û gotîye; ew naxwazin vê nasnameya walîyê ku di operasîyona FETO da hatîye girtin û tewqîf bûye hilgirin lê, ji ber ku li ser nasnameyê rismê ew alaya Tirk a birûmet heye, ew nikarin biçirînin.

A rewşa muxtarên me yên li bajarê me yên herî kurdewarî ev e. Muxtar ketine derdê alaya Tirk û qet nayê bîra wan ku ew nasname û alaya Tirk ne ya wan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin