Ev gund bi tenê yê jinan e...JINWAR

Ev gund bi tenê yê jinan e...JINWAR

Li navçeyek di navbera herdû bajarên Dirbêsiyê û Serkaniyê de, bi sponseriya hejmarek ji rêxistinên ewropî û bi hemahengiya saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser, gundek taybet bi jinan tê avakirin.

A+A-

Di gundê Jinwar de dê navendeke tendirustî û dibistanek û çend dikan, herwiha akadîmiyek bê avakirin ku têde sîstema jiyana xwezaiyê tê peyrewkirin.

Tevî ku li Rojavayê Kurdistanê jinan şer û berevanî kir, lê zeremendên herî serke jî her jin bûn, çimku beşeke mezin ji wan, di heman şerî de hevjîn û zarokên xwe ji dest dan.

Endama Desteya Rêveber a gundê Jinwar, Rumet Heval ragihand: “Bi axê mal hatin çêkirin, bi kelpîçan mal hatin çêkirin. Di vê projeyê de gerek 30 mal hebûna, ew saleke ku projeya me berdewam dike, heta niha 21 mal hatine avakirin û yên din jî karê avakirina wan berdewam e. Li Rojavayê Kurdistanê rewşeke şer û pevçûnan çêbû, şehadet çêbûn, gelek jin hene ku bê cih û war mane, yên ku zarokên wan ên hûr hene û ne xwedî mulk û ne xwedî cih û war  in.”

Zilam dikarin tenê ji bo kar derbasî nava gundê Jinwar bibin, lê qet nikarin û rê bi wan nayê dan, ku li gund bimînin û li wê derê bijîn.

Jina ku li vî gundî bijî, nabe ti carî proseya hevjîniyê pêk bîne û divê baweriya wê bi jiyaneke serbixwe hebe.

Eliya Mihemed, ku li wî gundê taybet bi jinan kar dike, ji Rûdawê re dibêje: “Kar beşek ji jiyana me ye, em kar dikin, daku em bijîn. Emê malên xwe bi destê xwe ava bikin, em dê tevde bijîn.”

Gundê Jinwar di qonaxa lêkirinê de ye û ev ne yekem gund di cîhanê de ye ku ji bo jinan hatiye taybetkirin.

Li welatê Brazîlê gundê Nîvando Kodêro heye, ku li wî gundî jî tenê jin dijîn û ti zilam û ti kesên ji regezê nêr nikarin biçin nav wî gundî. Li gundê Nîvando Kodêro yê Brazîlê herwiha 600 jin dijîn.

Herwiha li Fenlendê giravek bi armanca pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan bi jinan hatiye diyarkirin.

Li navçeya Um Elrebî ya welatê Mexribê (Merakiş) jî, ji ber hejariyê tevahiya zilaman malê xwe bi cih hiştine û ji bo bidestxistina derfetên kar çune welatên din, lewma navê wê deverê bûye, gundên bê mêr, lê dibe ku ezmûna Rojavayê Kurdistanê di gundek bi vî awayî de be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin