Eşwaq: Keçên Êzdî li Elmanyayê DAIŞiyan dibînin!

Eşwaq: Keçên Êzdî li Elmanyayê DAIŞiyan dibînin!

Keça Kurd a Êzdî Eşwaq Hecî piştî rizgarbûna ji destê DAIŞê çûye Almanyayê, lê çekdarê DAIŞê yê ku ew kirîbû, li Almanyayê jî ew dît, Eşwaq jî neçar bû ku vegere Kurdistanê. Eşwaq Hecî dibêje: “Gelek keçên Êzdî weke min çekdarên DAIŞê li Almanyayê dibînin

A+A-

Eşwaq Hecî keçeke Kurd a Êzdî ye ku wek ji wan bi sedan keçên din ên Kurdên Êzdî ye ku di 3ê Tebaxa 2014an de ketibû destê DAIŞê. Eşwaqa 19 salî bi 100 dolarî bo çekdarekî DAIŞê yê bi navê Ebû Humam hat firotin, lê Cotmeha 2014ê karî bireve û vegere Herêma Kurdistanê.

 

Programeke hikûmeta Almanyayê bûn hevkar daku di sala 2015ê de Eşwaq, dayîk û birayekî wê yê biçûk li bajarokekî Stutgarta Almanyayê bicîh bibin.

 

Ev keça Kurd a Êzdî li bendê bû ku li vî welatê ewropî dest bi jiyaneke nû bike, lê li wir jî Ebû Humam derkete pêşberî wê û derbarê jiyana Eşwaq a li Almanyayê de jî zanyariyên wî yên baş hebûn.

 

Eşwaq diyar dike ji malbata wan 77 kes ji aliyê DAIŞê ve hatin girtin û heta niha jî derbarê wan de agahiyên wê tine ne. Çekdarên DAIŞê hemû keçên wan ji malbatê veqetandine û firotine.

 

Keça Kurd a Êzdî Eşwaq diyar dike ku di sala 2014an de çekdarê DAIŞê yê bi navê Ebû Humam ew li Beacê ji çekdarekî bi navê Ebû Mihemed El Iraqî standiye, ku navê rastîn ê Ebû Humam jî Mihemed Reşîd e û ji xelkê Bexdayê ye.

 

Eşwaq eşkere kir ku ew di sala 2015an de çûye Almanyayê û di sala 2016an de çekdarê DAIŞê li Almanyayê jî li pey wê bûye û got: “Min paş xwe nihêrî, min dît yek li paş min e, lê min got belkî ne ew be, min got ew çekdarê DAIŞê ye nayê Almanyayê.”

 

Keça Kurd diyar kir: “Di sala 2018an de nîvro di saet 12:00an de otomobîlek hat, ew û zilamekî din, ji otomobîleke spî daketin, hatin li ber min sekinîn û ji min re bi zimanê Almanî got 'ez dikarim ji te tiştekî bipirsim?', ji min pirsî 'tu Eşwaq î?' min got 'na, tu kî yî', berçavka xwe ji ber çavê xwe rakir û got 'ez Ebû Humam im, ez zanim tu Eşwaq î' û got 'ez dizanim ji 2015an ve tu li Almanyayê dijî'.”

 

Eşwaq eşkere kir ku dema ew çekdarê DAIŞê dîtiye, demildest çûye ba hêzên ewlehiyê û gilî kiriye, ji hêzên ewlehiyê re diyar kiriye ku eger were revandin, wî çekdarê DAIŞê ew revandiye. Eşwaq dibêje: “Li Almanyayê meh û nîvek ez li hêviyê mam. Min dît ku tiştek nekirin, doza min belav nekirin, eger bigihandana rayedarên mezin dê bi kêrî tiştekî bihata, lê wan tenê li cem xwe hiştin û winda kirin, ez jî vegeriyam Iraqê.”

 

Keça Kurd a Êzdî Eşwaq Hecî da zanîn ku polîsê Almanyayê li ser îdiaya wê jê delîl xwestine, wê jî gotiye kamerayên marketa ku Ebû Hûmam hatiye cem wê temaşe bikin, lê dibêje hêzên ewlehiyê kamerayan temaşe nekirine.

 

Eşwaq diyar dike ku mehek û nîv li benda hêzên ewlehiyê maye, lê belê ew çekdarê DAIŞê nehatiye desteserkirin, lewma ew li gel dayîk û birayê xwe ji Almanyayê vegeriyaye.

 

Keça Kurd ji rayedarên Almanyayê daxwaz dike ku di demeke herî nêz de ew çekdarê DAIŞê Ebû Humam were desteserkirin û eşkere kir ku tevî ji destê DAIŞê rizgar bûne, hêjî li Almanya û welatên derve çekdarên DAIŞê xwe digihînin keçên Kurdên Êzdî û dixwazin wan birevînin.

 

Eşwaq amaje bi wê yekê kir ku hêj zêdetirî 3 hezar Kurdên Êzdî di destê DAIŞê de ne û ji civaka navdewletî daxwaz kir ku demildest ji bo rizgarkirina wan pêngavan biavêjin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin