Esper: Me qet peymana dewleta serbixwe nedaye Kurdên Sûrîyê

Esper: Me qet peymana dewleta serbixwe nedaye Kurdên Sûrîyê

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê dibêje, qet peymana dewleta Kurdî nedane Kurdên Rojava û ji ‎wan re negotine ku li dijî Tirkîyê berevanîyê li wan dikin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper, li wilayeta Kalifornîya mêvanê Foruma Brevanîya Niştimanî ya Reagen û pêşkeşkar jê pirsî heta çi astekî hestpê dikin ku we xîyanet li Kurdan kirîye ku li Sûrîyê ew bi tenê hiştin.

Mark Esper got, di warê taktîkî de hest bi wê yekê dikin, lê dibêje wan bo berjewendîyeke hevbeş piştgirîya HSDê kirin û ew berjewendî jî têkşikandina DAIŞê bû.

Esper dîyar kir ku li gor wî êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê xelet bû û karên wan ligel HSDê berdewam dibin.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê wiha axivî: “Bêguman di warê teknîkî de hest bi wê yekê dikin, ligel wan bûn û bi hevre di şerê dijî DAIŞê me xwîn rijand, lê eger em ji dûr ve temaşe bikin, em çûn wê derê bo berjewendîyeke hevbeş, berjewendîya hevbeş têkşikandina DAIŞê bû, bêguman axeke zêde ket bin kontrola DAIŞê û gelek qurbanî jî bûn para HSDê di şerê dijî wê grûpê de, me lingê xwe danî wê derê û yekgirtina me bû sedema têkşikandineke mezin a fizîkî ya DAIŞê.”

Di berdeamîya axavtina xwe de Esper anî ziman ku wan qet negotîye ew li vê derê ne daku HSD dewleteke Kurdî ya serbixwe rabigihînin û wiha pê de çû: “Qet me negotîye dijî Tirkîyê berevanîyê li we dikin ku 70ê sal e hevpeymanê NATOyê ye, fermandarên me jî ew peyam gihandine me, lê em îro ji nêzîk ve ligel wan kar dikin, me ew hevbeşî parastîye. Niha baştir ji sînorê wê hevbeşîyê fam dikin û dizanin heta bi ku diçin. Bi bawerîya min Tirkîyê bi xwe, xwe xistîye wê pêgehê ku zerar bigihîyê, ew êrîşa ku bo ser bakurê Sûrîyê kir, bi bawerîya min xelet bû. Em di wê bawerîyê de bûn ku dibe sedema reva DAIŞîyên girtî û çêbûna tevlîhevîyê li navçeyê, me hinek ji wan tiştan dîtin.”

Xwepêşanderên Iraqî daxwaz dikin Îran ji Iraqê derkeve

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê herwiha ragihand, ku  beşek ji xwepêşanderên Iraqî ji xeynî wêya dijî xizmetguzarîyên kêm xwepêşandana dikin, hevdem daxwaz dikin ku Îran ji welatê wan derkeve.

Mark Esper dîyar kir ku ew bi vê rewşa Iraqê ne kêfxweş in û naxwazin jî welat ji ber vê yekê birûxe û got: “Ew xelk e û daxwaz dikin Îran û grûpên milîşîya yên Şîe ji welat derkevin.”

Esper da zanîn ku li ser piştgirîkirina Iraqê berdewam dibin û got, çend caran dîtine mûşek li nêzîkê balyozxaneya wan a Bexdayê ketine xwarê û ew nîşana wê yekê ye ku bi asanî destê Îranê digihe wan.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê wiha axivî: “Nêzîkî çar hefte berî niha li Iraqê bûm, ligel serokwezîr civîyam, wê demê em li ser gelek mijaran axifîn, min piştrast kir ku em rêzê li serwerîya axa Iraqê digirin, em li wê derê ne ji bo di warê rahênan û rawêjkarî de hevkarîya Iraqê bikin daku Îran û grûpên milîşîya yên Şîe ji wî welatî dûr bixin, tişta îro li ser cadeyan tê dîtin, xelk e li seranserê Iraqê xwepêşandanan dijî çend pirsgirêkan dikin wek bêkarî û krîza aborî, lê ew dibêjin jî ku dixwazin Îran ji welatê wan derkeve, ev nîşaneyên xuya ne di navbera du welatên Şîenişîn de, hebûna wê tevlîhevîyê li nav hikûmetê ne tiştekî baş e. Lê ew jî hewlên xwe didin, em naxwazin bibînin Iraq birûxe. Ew hevbeşên me yên baş bûn. Em dixwazin wek awayê niha li ser piştgirîkirina wan berdewam bin.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin