Eşîra Metîna qîmetê dide perwerdeyê

Eşîra Metîna qîmetê dide perwerdeyê

Mensûbên eşîra Metîna di meha Nîsanê de komeleyekê bi navê "Komeleya Metînan a Alîkarî, Piştgirî û Perwerdeyî" ava kirine

A+A-

Mensûbên Eşîra Metîna di meha Nîsanê de  komeleyekê bi navê "Komeleya Metînan a Alîkarî, Piştgirî û Perwerdeyî"  ava kirine û  cara yekem li Diyarbekirê civîna şewirê li dar xistine û di civînê de komsîyona perwerde, huner û kultur avakirine û li ser pirsegirêkê civata xwe rawestîyane.

Serokê Komeleyê  Metîna -Der Aydin Pirinççioglu gotîye, ew kêfxweş e ku mensûbên eşîrê ku li herê derê hatine bêşdarî civîne bûne û alîkarîya pişgirîyê berevkirine da çawa di warê perwerdeyê de gav bavêjin.

Eşîra Metîna yek ji wan eşîretan e ku gelek mensûbên wê yên ronakbîr hene û ew ji têgeha êşîretîyeka klasîk zêdetir wek rêxistineka sivîl tevdigere. Doçentê Uniwersîteya Dîcleyê Cenab Ekincî di civînê de axaftîye û di warî avakirina komsîyonên  cûda de gotîye; "êdî eşîreta Metîna ji zihnîyeta fedalî bi têgeheka post moder ber bi rêxistineka sivîl a civakî gav avêtîye"

Dihê gotin rabirdûya eşîra Metîna digihîje 3 hezar sal berê û li gelêk bajarên Kurdistanê mensûbên wê hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin