Esedî, Koşka Serokatiyê terikand!

Esedî, Koşka Serokatiyê terikand!

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Beşar Esed ligel karwaneke leşkerî ya Rûsyayê, koşka serokatiyê ya Sûriyê bo cihekî nediyar terk kir

A+A-

Medyaya Rûsyayê ragihandiye ku Serokê Hikûmeta Sûriyê Beşar Esed ligel karwaneke leşkerî ya Rûsyayê, koşka serokatiyê ya Sûriyê bo cihekî nediyar terk kiriye.

 

Herwiha Artêşa Îsraîlê gefa wê yekê jî xwar ku eger ewlehiya Îsraîlê careke din têkeve metirsiyê, ewê Esed û rejîma wî li ser nexşeya cîhanê reş bikin.

 

Dezgeha ragihandinê ya Îsraîlê li ser zarê fermandarê bilind ê welatê xwe diyar kiriye: “Esed û rejîma wî dê baca her cure êrişên Îranê bidin eger êriş ji xaka Sûriyê ve were encamdan.”

 

Piştre Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa êrişkirina ser Şamê xwar û ragihand ku di demeke nêz de dê bi mûşekan êriş bikin ser Sûriyê, ji Rûsyayê re jî got; amade be mûşek di rê de ne.

 

Donald Trump li ser hesaba xwe ya twîterê ragihand: “Rûsya soz daye ku her mûşekekê ku ber bi Sûriyê ve bihê avêtin, bixe xwarê. Amade bin Rûsya, çimku ew dê werin, baş û nû û jîr (aqil)! Hûn nabe ku li gel Heyvanên Bikujên bi Gazê hevbeş bin, yên ku xelkê dikujin û ji wê keyfê dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin