Esed: Erdogan şeran gur dike

Esed: Erdogan şeran gur dike

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan komên çekdar ê Sûriyê bi kar tîne û şeran çêdike da ku bala rayagiştî ya tirkan ji ser arîşeyên hundirîn bikişîne.

A+A-

 

Serokê Şamê Beşar Esed îro roja sêşemê 06.10.2020an di hevpeyvîneke li gel ajansa Novosti de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi piştgiriya rêxistinên komên çekdar  li Sûriye û Lîbyayê û gurkirina şerê li Qerebaxê tawanbar kir. Esed diyar kir ku Erdogan şer gur dike da ku bala xelkê Tirkiyê ji ser arîşeyên hindurîn bikişîne, bi taybet piştî ku têkiliyên wî bi DAIŞê re eşkere bûn.

Herwiha Esed îddîa kir herkes dizane ku DAIŞê nefta Sûriyê bi rêya Tirkiyê û parastina Amerîkayê difirot.

Di 27ê Îlonê de li Qerebaxê şer di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de derket û welatê Ermenistanê û gelek çavkaniyên li herêmê piştrast dikin ku Tirkiye çekdarên opozîsyona Sûriyê veguhestina Azerbaycanê û di şerê li dijî Ermenistanê de bikartîne.

Li aliyê din Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev jî hatina çekdarên Sûriyê bo Azerbaycanê û beşdariya wan a di şer de red dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin