Esed: Bi alîkariya Rûsya û Îranê me beşek ji axa Sûriyê kontrol kir

Esed: Bi alîkariya Rûsya û Îranê me beşek ji axa Sûriyê kontrol kir

Serokê rejimê Sûriyê Beşar Esed ragihand bi alîkariya hêzên Rûsyayê û milîsên ser bi Îranê wan kiriye beşek ji zêde ya xaka Iraqê kontrol bikin.

A+A-

Di hevpeyvînekê de ligel televîzyoneke Rûsyayê de Beşar Esed da zanîn pêwîstiya Sûriyê bo hevsengiyan hêzan bi hebûna binkeyên Rûsyayê û li Sûriyê heye bi armanca rûbirûbûna hêzên Amerîkayê û hêzên rojavaa.

Herwiha Beşar Esed dibêje hêzên opozîsyona Sûriyê beşeke zêde ya xaka Sûriyê dagirkiribûn û wan bi alîkariya hêzên Rûsyayê û milîsên Îranê karîne beşek ji zêde xaka Sûriyê kontrol bikin.

Di sala 2011an de şerê navxweyî li Sûriyê derket û hêzên opozîsyona Sûriyê karîn beşeke zêde ya xaka Sûriyê kontrol bikin. Herwiha Rûsya û Îranê çek û serbaz şandin bo alîkariya rejima Sûriyê û ew xaka Sûriyê ji destê hêzên opozîsyonê derxistin.

Niha bi tenê parêzgeha Idlibê ya Sûriyê di destê çekdarên opozîsyonê de maye û operasyonên rejima Sûriyê û Rûsyayê bo kontrolkirina Idlibê jî berdewam dikin.

Rûsyayê li herêma Himeymîn û Tartûsê 2 binkeyên mezinê serbazî li Sûriyê avakirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin