Esad: 'Komên ku bi Amerîkayê bawer in, Amerîka dê we neparêze'

Esad: 'Komên ku bi Amerîkayê bawer in, Amerîka dê we neparêze'

Serokê Sûriyê Beşar Esadî got "Em ji komên ku baweriya xwe bi Amerîkiyan re tînin re dibêjin, Amerîkî, dê we neparêzin. We bi tenê Artêşa Ereb a Sûriyê biparêze."

A+A-

Serokê Sûriyê Beşar Esad, asta dawîn a piştî 2011an a Sûriyê nirxand û beyî ku navên komên navhatî bîne zimên got: ""Em ji komên ku baweriya xwe bi Amerîkiyan re tînin re dibêjin, Amerîkî, dê we neparêzin. Dê bi tenê Artêşa Ereb a Sûriyê we biparêze. Amerîka tenê we wek amûreke ku di danûstandinê de bi kar bîne dê bixe berîka xwe, û dest bi vê yekê jî kirine. Ji bilî dewleta we, dê ti kes nikare we biparêze." 

Bi vê gotinê, tê şîrovekirin ku Esed qesta Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kiriye.

Esedî di hevdîtina digel nûnerên herêmî yên li Sûriyê de, herwiha got, plana dabeşkirina Sûriyê, ne planeke nû ye û got, ev plan, sînorên derveyî Sûriyê jî di xwe de dihewîne û tevahiya herêmê li xwe digire.

Beşar Esed wiha got: “Hewla bicîkirina nenavendiya geştgîr didin, ne ev nenavendiya ku îro em behsa wê dikin ku yasaya 107 jî amaje pê dike, lê nenavendiya geştgîr ku deshelata dewletê bi temamî lawaz bike ku têde rola dewletê bibe şeklî û serweriya wê lawaz bibe, têgehên niştîmanî lawaz bibin, têde hevgirtina civakî paşde vegere ku dê civak perçe bibe welat cografî ve were perçekirin.”

 

Esed anî ziman ku weke ew dizanin pilana perçekirinê ne pilaneke nû ye û got: “Ev pilaneke kevin e û li ser sînorê Sûriyê ranaweste. Ev pilan piraniya welatên vê navçeyê jî li xwe digre. Lê hizra wan sînordar e, ji ber ku ev armanc bê perçebûna civakê bicî nayê û ev jî li Sûriyê tûne ye û eger heba dê di salên yekem de yan mehên yekem ên şer wê perçebûn çêbiba. Lê dijminên me ji dersan fêr nabin dibe ku tiştekî baş be ku ji dersan fêr nebin, ji bo ku berdewam bikevin nava şaşiyan.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin