Ermenistanê hişyarî da Tirkiyê

Ermenistanê hişyarî da Tirkiyê

Ermenistanê hişyarî da Tirkiyê

A+A-

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan bang li civata navnetewî kir, da ku pişt rast bibin ku Tirkiye destê xwe nexe nava nakokiyên di navbera wan û Azerbaycanê da li ser herêma Nagrono – Qarabaxê.

Ev hişdarî ya ji aliyê Serok hikûmetê Ermenistanê ve di wî çaxî da hat, dema ku serê sibeya Yekşemê şer di navbera Ermenistanê û Azerbycanê da derketî û Tirkiyê piştevaniya xwe bo Azerbaycanê diyar kirî.

Serokwezîr Pashnyan dibêje, rewşta Tirkiyê dê derencamên wêrankarî pêk bîne li herêma başûrê Qafqasiya û herêmên dewrûber.

Herdu aliyên şerker li herêma Qarabaxê didin zanîn ku kuştî hene, ev berdewamiya şerên salên 1990an da ye, li ser herêma nakokbar ya Nagorno – Qarabaxê, ku herêmeke cûda ye li nava Azerbaycanê lê ji aliyê Ermenistanê ve tê birêve birin, piştî derketina şer Ermenistanê rewşa awarte ragihandî ye û daxwaza seferberiyê ji zilaman kirîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin