Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Erkên Dewletbûnê!

A+A-

Her hilweşandin bi dû xwe de bingehê ji nûbûnê re jî çêdike. Ew nûbûne ku qal û qilşê kevin dide alîyekî û bi hosteyî xwe dihone. Girîngîya wê di vir de ye. Eger hûn di destpêka hilweşandinê de amadeyî jiyanek nû bin, hûnê bikaribin biser kevin. Yên ku ne amadeyî hilweşandin û nûbûnê bin, ewê wek qilş û qalan li ber avê herin. Bêdengîya dû bahoz û boranê, heger hûn amadebin, bingeha avakirinek nû bi xwe ye. Bicîh anîna rolê dîrokî di virde ye.

Rewşa me û Rojhilat a Navîn ev bi xwe ye: Piştî sedsalan, rewşa Rojhilat a Navîn hatiye ser masê û ketiye bin neşteran. Qet şensê jiyana kevin tuneye ku xwe bidomîne. Wê nû bibe. Ji bona nûbûnê, pêşberî boranê û di nav perçebûnek mezin de ye.

Di jiyana kevin de, neheqîyek mezin li Kurd û Kurdistan hatibû. Pêşiya dewletbûna wê hatibû girtin, di nav çar dewletan de parve bibû û per û baskên wê hatibûn şikenandin. Pêşiya têkiliyên wê û navnetewî bicarekê de hatibûn girtin û axa miriyan avêtibûn ser. Di dîroka sedsalên borî de, li Kurdistan  pir serhildan lidar ketin û raserî qirkirin û komkujîyên mezin bûn.

Hemû serhildan û raperîn, bi komkujiyan dihatin fetisandin. Cîhan li henber van komkujiyan çav û guhên xwe girtibûn û ker û lal bûn. Ev bêdengîya navnetewî balkêş bû!

Vê rewşê jî, wêrektîyek mezin dida dijminên Kurd û Kurdistan. Hîn bêtir dibûn sebebên dubarekirina komkujiyên nû. Kirinên qolonyalîstan li Kurdistan ji wan re diman û hafiza dîrokî bikêr nedihat û her bûyer xwe dûbare dikir li Kurdistan.

Li Kurdistan jiyan her dûbare dibû, bennê hişmendiyê qetiyayî û hafiza di tariyê de, di bin heft tebaqên erdê de veşartî bû.

Di destpêka sedsala ku em têde dijîn, hilweşandinên derdorê Kurd û Kurdistan ji netewa Kurd re bû wek fereca xêrê. Hêvîyek nû, -ku bi vê hêviya nû xwe nû bike- û ji nû ve xwe bihone derket holê.

Di virde fersendek dîrokî derketiye mazatê. Tu luksa Kurdan, ku vê fersendê jî carek din wenda bikin tuneye.

Derîyê ku xwe bide nasîn di qada navnetewî de, jê re vebûye. Piştgirî heye û li angora şertên kevin, Kurdistan xwedî hêze. Rûhê netewî geş û raperîna daxwaza avakirina dewletê di warê xwehonandinê de bibingehe. Ev hebûn, yek bi yek hîmên bingeha avakirina dewletê bi xwe ne. 

Di warê siyasetê de rewş ne wek rewşa netew bi xwe ye. Pir cûda cûda helwest û têkili hene ku car caran derbên mezin li berjewemendiyên netewa Kurd û Kurdistan dixin. Pêşiya bidestxistinan digirin û ji bona bidestxistinên siberojê jî astengan çêdike. Bicîhbûna hêzek Kurdperwer ku ewlekariya netew û welat avabike û bibe hîmê serete ji avakirina dewletê re, zahmet dike. Ev helwest bi xwe re bingehê ji binçavkirina berjewemendiyên netewê re tîne û aqarê domandina berjewendîyên hizbî, grûbî diparêze. Ji dêlva ku hestên netewî geş bibin, hestên hizbî geş dike û astengan ji niştimanperwerîyê re derdixe. Ev jî pêşiya dewletbûnê digirê û mesajên neyênî  dide dostên Kurd û Kurdistan. Dibe sebebê alozîyan.

Bingeha Dewletbûnê:

Ne rewşa İraq û ne jî rewşa Sûriyê, ne rewşa ku wek berê bibin dewletên navend in. Kurd nikarin çarenûsa netewa xwe bi vê bingeha hilweşiyayî ve girêdin. Nikarin bibin pergalê şerê mezhebî û berjewendîyên xwe jî bikin qurban ji wan re. Ew bingeh hilweşiyane. Wê rewşek nû derkeve holê. Di vê rewşê de Kurd eger bi hestên niştimanperwerî û Kurdperwerî dewra xwe bigerînin û têkiliyên navnetewî li angora berjewendiyên Kurd û Kurdistan sazbikin û têxin xizmeta netew û welatê xwe; ew wê di herêmê de bibin stêrka rewşa nû bi xwe.

Li Kurdistan; hinek hêzên siyasî yên Kurd pêşiya vê digirin û li ser esasê berjewendiyên hêza xwe, têkiliyan datînin, berjewendîyên hizbî derdixin pêşberî berjewendîyên netewî û di nav têkilî û daxwazên dijminan de siyaseta xwe dimeşînin. Ev pir xetere. Di tekoşîna rizgarîya netewî de ruhê honandinê rûhê netewî û niştimanperwerî ye. Ya ku hemû hêzan di bingehek netewî de kombike, kontrol bike û di programekî netewî de têxe serhildanê ev helweste.

Dema ku em ji kolonyalîstên xwe re li çepikan xînin û bibin parêzgerê sînorên wan, hatiye girtin..

Dem dema avakirina nirxên Kurdistanî ne.

Dem dema avakirina dewletê bi xwe ye.

Ev tê mana perçekirin û hilweşandina zincîrên koledariya malxerab, ku sedsale netewa me xistiye bin koletiyê.

Berjewemendiyên netewa Kurd û Kurdistan di yekitîya Başûr û rojavayê Kurdistan deye. Ji bona ku ev yekitî berhem bide jî; divê pêşî her beş di nav xwe de pirsgirêkên xwe çareserbikin! Hemû hêzên Kurdistanî mecbûrin bingeha kar û xebatê ji hev re çêbikin û mil bidin hev ku bidestxistinên xwe biparêzin û bibin hevparê doza welatê xwe  û doza netewa xwe.

Divê em ji bîr nekin; wundakirina erkan bi xwe re wundakirina me gişan e û wê di vî warî de dijminê Kurd û Kurdistan qezenç bike!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin