Erka Xweparastinê li Rojavayê Kurdistanê

Erka Xweparastinê li Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

Ofîsa Parastinê ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku wan gaveke nû ya leşkeriyê li dest pê kiriye.Di herdu rojên borî de nêzîkî 60 ciwan li ser rêbendan hatine girtin.

Ofîsa Parastinê ya li Rojavayê Kurdistanê bang li hemû kesên ji bo pêkanîna erkê tên xwestin, serlêdanê bikin da ku lênûskên xizmetê derxin û li gorî qanûnê rewşên xwe çareser bikin.

Roja 23ê Cotmeha 2021ê helmeyeke din a birina ciwanan ji bo eskeriyê dest pê kir, nav li wê eskeriyê tê kirin “erka  xweparastinê”.

Roja 4ê Îlona 2021ê biryara reqem 3 derketibû û li gor wê biryarê, ciwanên ku heta sala 1998an 18 sal temam kirine û heta kesên sala 2003yan ji dayîk bûne dê biçin eskeriyê. Kesên ku sala 1990î ji dayîk bûne û heta kesên 1997 ji dayîk bûne, naçin eskeriyê.

Ev biryar ji bo wan kesan derbas nabe ku li ser kar in, yan jî ji nava HSDê û asayîşê û Hêzên Dîsiplîna Leşkerî, reviyayî ne.

Herwiha koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê ji “erka xweparastinê” hatine efûkirin.

Beşek ji xelkê Rojavayê Kurdistanê dibêjin hinek kes ji ber rewşa xirab a aboriya malbata xwe nikarin erka  xweparastinê pêk bînin.

Herwiha beşek ji xelkê li dijî girtina ji ber erka xweparastinê ya ciwanan e.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin