Erka Îbrahîm Kalin hat guhertin

Erka Îbrahîm Kalin hat guhertin

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin wek serşêwirmendê serokomariya wî welatî hat tayînkirin û herwiha bo wî navnîşana “balyoz” hat dayîn.

A+A-

Di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de biryarên di derbarê hinek tayînkirinên Serokomarî, Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Berevanî ya Tirkiyê de hat weşandin.

 

Li gor van biryaran berdevkê serokomariyê Doç. Dr. Îbrahîm Kalin û Îsrafîl Kişla wek serşêwirmendên Serokomariya Tirkiyê hatin tayînkirin û herwiha bo Kalin navnîşana “balyoz” hat dayîn.

 

Herwiha bi van biryaran di hinek postên Serokatiya Karên Diyanetê û Wezareta Berevanî ya Tirkiyê de jî guhertin çêbû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin