Êrîşên rejîma Esed, bêtehamulîya li dijî destkeftinên Kurdan e

Êrîşên rejîma Esed, bêtehamulîya li dijî destkeftinên Kurdan e

Yekgirtina hemû partîyên Kurdan ya li Hesekê li dijî rejîma Esed, dê bibe pêngaveke dîrokî ji bo yekgirtineke li hemû Rojavayê Kurdistanê.

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê di 19.08.2016ê li ser êrîşên Rejîma Esed ya li dijî bajarê Hesekê daxuyanîyek derxist.  Di daxuyaniyê de PAK êrîşên rejimê rûreş dike û dibêje; Yekgirtina hemû partîyên Kurdan ya li Hesekê li dijî rejîma Esed,  dê bibe pêngaveke dîrokî ji bo yekgirtineke li hemû Rojavayê Kurdistanê. Divê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî derbasî Hesekê û hemû Rojavayê Kurdistanê bibin û li gel YPGê bigihêjin hawara gelê me. Divê PYD vê yekê qebûl bike.

Temamîya Beyan PAKê weha ye:

Rejîma Esed bi çekên giran û bi firokeyan bajarê Hesekê bombebaran dike, di encama van êrîşan  de bi dehan welatiyên sivîl şehîd, bi sedan kes birîndar in.

Rejîma Esed bi çekên giran û bi firokeyan bajarê Hesekê bombebaran dike, di encama van êrîşan  de bi dehan welatiyên sivîl şehîd, bi sedan kes birîndar in. Gelê me yê Hesekê mecbûrî koçberîyê dibin.

Ev êrîşên rejîma Esed, bêtehamulîya li dijî destkeftinên Kurdan e.

Di rewşeke weha de yekgitina hemû hêzên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê careke din wekî pêwîstîyeke zerûrî derdikeve pêş. Divê PYD, TEVDEM li gel ENKS û hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê bicive û rêveberîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ava bikin.

Yekgirtina hemû partîyên Kurdan ya li Hesekê  li dijî rejîma Esed,  dê bibe pêngaveke dîrokî ji bo yekgirtineke li hemû Rojavayê Kurdistanê. Divê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî derbasî Hesekê û hemû Rojavayê Kurdistanê bibin û li gel YPGê bigihêjin hawara gelê me. Divê PYD vê yekê qebûl bike.

Roj ew roj e ku Kurd bibin yek. Nabe ku tu kes xwe li ser kesekî din ferz bike. Nabe ku PYD û rêveberîya Rojavayê Kurdistanê, endam û rêveberên partîyên Kurdan bigirin. Ev dê darbeyeke mezin li azadî, demokrasî û hest û yekgirtina neteweyî ya Kurdan bixe.

Li Rojavayê Kurdistanê yekgirtin, azadî , demokrasî û hevdu qebûlkirina navxweyî  destpêka serkeftinê ye. Tu berjewendîyên sîyasî û grûbî, divê rê li ber yekgirtina Kurdan negire.

Em êrîşên rejîma Esed yên li Hesekê û li hemû deverên din yên li ser miletê Kurd rûreş dikin. Xwedê şehîdan bi rehma xwe şad bike. Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Em bangî yekgirtina Kurdan li Hesekê û li hemû Rojavayê Kurdistanê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin