Êrîşên nijdarperest ên li dijî Kurdan ji aliyê 15 baroyan hatin şermezarkirin

Êrîşên nijdarperest ên li dijî Kurdan ji aliyê 15 baroyan hatin şermezarkirin

.

A+A-

 Êrîşên nijdarperest ên li dijî Kurdan, ji aliyê 15 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê hatin şermezar kirin û baroyan bangawaziya bila “ziman û siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bi dawî bibe kirin.

Di 3 rojên borî de, li bajarên Afyon, Konya û Enqere yên Tirkiyê, li dijî Kurdan êrîşên nijadperest pêk hatin û di encama van êrîşan de, kesekî can da û 2 ji wan bi giranî, 13 kes birîndar bûn.

Baroyên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wanê jî derbarê van êrîşan de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje bi gotara siyasî ya li dijî “nasname û zimanê Kurdî” kirin ku bi gotina wan ev yek bingehê ji êrîşên nijadperest re amade dike û daxwaz kirin ku ev ziman bi dawî bibe û lêpirsîneke bilez û karîger derbarê êrîşan de bê destpêkirin.

Baroyan herwiha amaje bi bûyerên hevşêwe yên berê kirin û tekez kirin ku ji ber ziman û nasnama Kurdî gelek caran ev bûyer çêdibin û “divê ev bûyer takekesî û edlî neyên dîtin” û baroyan “siyaseta cudakar a li gel zimanê tundûtûjiyê, êrîşên li ser ziman û nasnama Kurdî, sistiya hêzên emnî li hember van bûyeran û nebûna lêpirsîneke karîger a yasayî” wek sedemên van êrîşan nîşan dan.

Herî dawî her 15 baroyan di daxuyaniya hevbeş de êrîşên nijdarperest ên li dijî Kurdan şermezar kirin û daxwaz kirin ku dawî li “siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bê anîn û lêpirsîneke bilez û karîger derbarê êrîşan de were kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin