• Diyarbakır 23 °C
  • Batman 25 °C
  • Hakkari 14 °C
  • Şırnak 19 °C
  • Ağrı 14 °C

Êrîşekî montofkokteîlî li ser Balyozxaneya Tirkiyê yê li Danîmarka

Êrîşekî montofkokteîlî li ser Balyozxaneya Tirkiyê yê li Danîmarka
Balyozxaneya Tirkiyê ku li taxa Osterbro yê ser bi Kobenhagin a paytexta Danîmarka ye, ji aliyê kesên nenas ve îşev rastî êrîşekî molotofkokteyîlî bûye.

Li gor nûçeya ajansa Ritzau Balyozxaneya Tirkİyê ku li taxa Osterbro yê ser bi Kobenhagin a paytexta Danîmarka ye, ji alİyê kesên nenas ve îşev (19.03.2018) rastî êrîşekî molotofkokteyîlî bûye.

 

Şefê şevê yê polêsê Kopenhagin Henrik Moll ji medyayare aşkere kir ku îşev di katjimêr 02:30 de êrîşeke molotojkokteyîlî hatiye ser Balyozxaneya Tirkîyê.

 

Di berdewamîya ragihandina xwe de H. Moll radigihîne ku: Piştî lêkolînê, me tê derxist ku molotofkokteyîl avêtine û di akama wî de hinekî ziyanên şewatê li xaniyê Balyozxaneyê bûye û dibêje: "Li ser bihîstina bûyerê, ji bo lêkolînê me gelek polêsan şandİye Balyozxaneyê.

H. Moll dibêje: Di dema êrîşê de li ciyê bûyerê Polêsên hebûne. Lê, ji ber ku çûne hewara vemirandina agirî, nekarîne bikevine dû êrîşkeran. Herî kêm êrîşker du kes bûne. Û heta niha em nizanin kî ne. Piştî hinekî agahdariya me zanî ku êrîş di 02:54ê duşema 19.03.2018 de pêk hatiye.

Herwiha H. Moll dibêje: Bişev kes li Balyozxaneyê namîne. Ji bo wî jî birîndar jî tune ye û tu şahidê bûyerê jî tune ne ku, bikarin ser eşkalên êrîşkeran zanyarî bidin.

Dîsa dîyar dike ku ji ber akama bûyerê hatûço ya tirênê jî heta 06ê sibê hatibû rawestandin. Di dawyê de dibêje: "Em li ser bûyerê dixebitin ku, me zanyariyê taze girt em ê vegerin we."

(RN/Danmark)

Ev nûçe 450 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din