Êrişa Zaxoyê: Iraq ji turnuvaya ku li Konyayê bê lidarxistin vekişiya

Êrişa Zaxoyê: Iraq ji turnuvaya ku li Konyayê bê lidarxistin vekişiya

.

A+A-

Komîteya Olîmpîk a Neteweyî ya Iraqê (NOCI) ji bo ku êrîşa li Zaxoyê protesto bike biryar da ku beşdarî tûrnûvaya werzîşê ya ku dê Tirkiye mazûvaniya wê bike nebe.

Di daxuyaniya ku îro ji aliyê NOCI ve hat dayîn de hat ragihandin “Tîma rêveberiya me bi lezgînî li hev civiya, li vir krîza herî dawî nîqaş kir û biryar da ku ji 5emîn Lîstikên Piştevaniya Îslamî ya ku dihat plankirin di 9ê Tebaxê de li Konyayê bê lidarxistin, vekişin.”

Herwiha NOCI di daxuyaniya xwe de diyar kir “Biryara NOCI ya protestokirina rijandina xwîna Iraqiyên bêguneh û li gorî helwesta dewleta Iraqê, hikûmet û parlamentoya Iraqê û daxwazên gelê Iraqê ye.”

Çi bûbû?

Di 20ê Tîrmeha 2022an de seyrangeha gundê Perex a Zaxo ya Duhokê hat topbarankirin ku di encamê de zarok jî di nav de 9 kesan canê xwe ji dest dabûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bûbûn.

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî piştî êrîşê Tirkiye sûcdar kiribû û diyar kir ku mafê wan ê bersivdayînê veşartiye.

Fuad Husên gotibû “Diyar e ku êrîşa li ser Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin. Pisporên leşkerî ji me re gotin ku topbaran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin. Em dê giliya Tirkiyê li Encûmena Asayîşa Navdewletî bikin û dest bi proseduran dikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê got, “Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) wergirtine, ti êrişên me li dijî sivîlan çênebûne.”

Çavuşoglu destnîşan kir ku wan ev êrîş "PKKê pêk aniye". Ji aliyê din ve PKKê ev îdiaya Enqerê red kir û Tirkiye tawanbar kir.

Iraqê gilî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û xwest ku li ser vê mijarê civîneke awarte bê lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin