“Êrîşa Tirkîyê bo ser Rojava li ser maseyê ye!”

“Êrîşa Tirkîyê bo ser Rojava li ser maseyê ye!”

Îro Dûşemê, Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê li Brukselê dicivin. Mijara êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro Dûşemê, Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê li Brukselê dicivin. Mijara êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin. Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûrîyeya Demokraîtk (MSD), Îlham Ehmed jî haydarî daye welatên Ewropayê, ku eger rê li ber operasyona Tirkîyê neyê girtin, çekdarên DAIŞê yên girtî dê di riya Tirkîyê re bibin gef li ser Ewropayê.

Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê li ser hejmarek ji mijaran danûstandin û gotûbêjan dikin. Yek ji wan jî, pirsa êrîşa Tirkîyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê ye.

Rola sereke di çarçoveya vê mijarê de, girêdayî Brîtanya, Almanya û Fransayê ye, ku Brîtanya nerazîbûna xwe derbarê kiryarên Tirkîyê nîşan dide, lê heta niha ti biryar û gavên cidî li dijî Tirkîyê neavêtine.

Fransa jî, di çend demên zehmet de, li kêleka gelê Kurd rawestiya û xwediya hinek biryarên girîng bû, ji berjewendîya Kurdan, lê heta niha bi fermî û bi awayekî praktîkî, ti gaveke xurt û bibandor ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê li beramber gef û êrîşên Tirkîyê û grûpên çekdar neavêtîye.

Pêncşema bihorî, Serokomarê Fransayê nerazîbûna xwe derbarê reftarên takealî yên Tirkîyê li Sûrîyê, di çarçoveya operasyona bi navê (Kanîya Aştîyê) de, nîşan dabû, ku Tirkîye hevpeymana wan e, di NATOyê de û rexne li NATOyê kir ku nikare endamên xwe ragire.

Almanya jî ragirtina firotina tank û çekan  ji bo Tirkîyê ragihandibû, lê şirovekarên siyasî dibînin ku dibe Almanya ligel Tirkîyê alîkar be, ji bo niştecîkirina penaberan li Rojavayê Kurdistanê, ku ew gav bi xwe proseya guherîneke demografîk e û di naveroka xwe de ji alîyê gelê Kurd ve weke binpêkirina mafên mirovan û yasayên navdewletî tê dîtin, ne tenê wiha, lê belê ev yek ji alîyê gelek siyastemedar û mafnasan, weke tawana li dijî gelê Kurd tê encamdan.

Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûrîyeya Demokraîtk (MSD), Îlham Ehmed haydarî dabû welatên Ewropayê, ku eger rêgirîyê li ber operasyona Tirkîyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê nekin, ew dê tûşî pêleke nû ji çekdarên DAIŞê yên vegerîyayî bibin.

Serokomarê Sûrîyê, Beşar Esed jî di nûtirîn hevpeyvîna xwe de, behsa helwesta welatên Ewropayê derbarê Serokomarê Tirkîyê de kir û ragihandîye, ku Ewropî ji Erdogan hez nakin lê pêwîstiya wan pê heye.

Di Cotmeha bihorî de jî, derbarê tevger û reftarên Tirkîyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Yekîtîya Ewropayê li Loksemburgê kete gotûbêjan, lê heta niha ti kar, bername û helwesteke cidî nehatîye standin, ku xelkên wê navçeyê ji metirsîyan bêne parastin.

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin