Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê

A+A-

Êrişa li ser Efrînê ket hefteyê sisêyê, lê hê jî di barê fêla Tirkîyê da gellek gengeşî hene, ev tevlihevî di nava medyaya Kurdî da jî heye, pir kes vê êrişê di çarçoweya dibetîya (îhtimal) geşedanên siyaseta navxweyî ya Tirkîyê da şîrove dikin.

Bê guman, dibetîya geşedanên siyaseta navxweyî li ser vê êrişê heye, bomînak ji îro va bona biserketina di hilbijartinên sala 2019an da ya R. Tayyip Erdogan û desthilata AKPê gellek girîng e, heta mirov dikane bêje ku encam dê li ser qedera Erdogan dîyarker be.

Mirov dikane gellek sedemên dinê lidûhev rêz bike; yek ji vana, dijberîya Tirkîyê ya Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) ye; ya din, pêgeha (statû) Tirkîyê di nava NATOyê da ye û dixwaze bandora xwe bihêztir bike; dîsa xeyala wê ya li herêmê dixwaze bibe dewleta herê bihêz û bibandor û xewna Osmanî; yeke din, dixwaze di hevkêşeya Suriyê da bibe xwedî gotin û biryar; herweha dixwaze valahîya di navbera Rusyayê û DYAyê da bona xwe bikar bîne; bê guman sedemek girîng jî hilbijartinên 2019an û siyaseta navxweyî ye ku gellek kes dibêjin “pêdivîya Erdogan bi serketinekê (zafer) heye”, evan hemû sedemên û bê guman hemû jî girîng in.

Lê bele, bi ya min sedemek girîngtir heye, asta pirsgêka bakurê Kurdistanê ye, lê bigiştî pirsa Kurdistanê li seranserê herêma Rojhilata Navîn e.

Weha dixuye, ku rapirsîna başûrê Kurdistanê xofa Tirkîyê mezintir kir. 

Wekî min gotî, bi bawerîya min sedema herê handêr (teşwîkkar), pirsa Kurd û Kurdistanê ye ku êdî ev ji çarçoweya Tirkîyê û herêma Rojhilata Navîn derketiye û bûye pirsgirêkek navneteweyî.

Taybetî, piştê operasyona li ser Iraqê ya 1991î û paşê ya sala 2003an, bê guman pêgeha başûrê Kurdistanê û têkoşîna li dijî rêxistina terörist DAİŞê, herweha têkoşîna li bakurê Kurdistanê, şerê navxweyî li Suriyê û konaxa pêgeha rojavayê Kurdistanê, Tirkîyê anî ber çaterêyekê.

Bi bawerîya min sala 2014an dewleta Tirk li ber biryarekê bû, du rêgeh hebûn li ber wê: Şer an aştî.

Wê rêgeha şerî pejirand.

Ger têt bîra we wê salê, taybetî di medyaya nêzikî AKPê û Erdogan da gengeşiyek hebû, li ser “modêla Srî Lanka”yê.

Du sedemên vê hene, yek ji vana dirûva pirsgirêka Kurdistanê ye ku êdî ji tixûbên Tirkîye derketiye bûye pirsgirêkek navneteweyî, ango “bi amancê pêşîlêgirtinê êdî tedbîrên di nava Tirkîyê da bes nakin, divê li seranserê herêmê tedbîrên tund bên stendin”.

Du, rewşa bakurê Kurdistanê ye ku bona vê siyaseta tûnd û êrişkar dewleta Tirk wêrektir kir/dike.

Mirov dikane bipirse, gelo çima rewşa bakurê Kurdistanê Tirkîyê wêrektir kir, ku li herêmê li dijî Têkoşîna Azadîya Kurdistanê bikeve nav hewildanek gefdar û çekdarî?

Kesên ku li ser rewşa bakurê Kurdistanê bi firehî sekinîne dê bersiva vê pirse bi gengazî bidin.

Mixabin, pişavtinê (asimilasyon) li bakurê Kurdistanê pişta hestên neteweyî şikandiye, sîstema ku îro li ser erde heye, daku em dizanin Enqere bi zanahî disepîne, bi giştî civat ji hestên neteweyî dûr xistîye.

Di vê siyaseta Enqerê da sîstema perwerdehî cihekî taybetî digre; li seranserê bakurê Kurdistanê ji sîstema perwerdeyî ra dibêjin “sîstema perwerdeya veguhezkarî (taşımalı eğitim sistemi”.

Ango, li her gundî dibistan tine ye, li gundekî navend dibistan heye û xwendevanên gundên hawirdorê her roj tên veguhestin û li dibistanê zarokên çar penc gundan ligelhev perwerde dibin û bê guman kurdî axaftin qedexe ye.

Jixwe, pêdivî bi qedexekirênê jî nabe, zarokên çend gundan bi hevra di nava dibistanekê da ne û ev, pişavtina van zarokan bihêztir dike.

Îro, herin gündeki sere ciyayekî Kurdistanê ku ti peywendiyên wî gundî bi bajêr va ne zede be, lê dîsa jî zarok û taybetî jinên genç bi tirkî diaxifin.

Ango, gotina min ev e, ku ev rastiya bakurê Kurdistanê wêrekî kir, ku modêla Srî Lankayê bide ber xwe û îro dixwze li seranserê herêmê pisgirêka Kurdistanê bi dilê xwe “çareser” bike.

Emê deh salin din encamên vê bibînin.

Nefikirin ku piştê dagirkirinê dê Efrînê çi bike, ez bêjim we ger neçar nebe jê dernakeve û ew jî piştê panzde bist salan dê bikeve atara bakurê Kurdistanê.

Hetay, Qibris û Cerablûs mînakên balkêş in, jixwe nêşita fêla Tirkîyê wezîrê kare hundir Suleyman Soylu dabû û gotibû, ku ew “qeymeqam û piranî fermanberan ji Tirkîyê dişinin”.

Dagirîya Efrînê gava ewil e, ji îro va li ser giran ala Tirk têt daçikandin, wekî Erdogan dibêje, dor dê bêt Menbiçê û paşê heta tixûbê Iraqê, ger kanibe.

A min tenê çespandin û ameje bi metirsiyekê kirine.

04.02.2018/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin