Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye

A+A-

Tirkîyê xwe spart angaştek bêbingeh, qaşo êrişa li ser Efrînê mafekî Tirkîyê ye, ku di xala 51î ya Destûya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (RNY) da vî mafî cî gitîye!

Xala 51î ya Destûra RNY mafê rewa dide, ku ger welatek tûşî êrişekê bêt mafê wî heye ku bergirîya xwe bike.

Ya rast ev e, xala Destûrê li vira binivîsim ku xwendekar jî hay jê hebin, xal weha hatiye daraştin: “Heta ku Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekgirtî tedbîrên aştî û ewlekarîya navneteweyî stendiye, endamê Neteweyên Yegirtî ku tûşî êrişên eskerî hatiye, ti tişt nabe asteng li ber mafê bergiriyê yê yekane û kollektîv. Bi mebestê bergiriyê tedbîrên ku endam bistînin, divê di heman demê da ji Konseya Ewlekarî ra bêt ragihandin û ev tedbîrên bergiriyê ti caran li ser erka Konseya Ewlekarî ku bi mebestê aştîya navneteweyî û aramiyê ye karîger nabe.”

Xala 51ê ya Destûra RNY ev e, bi ya vê xalê bê guman mafê Tirkîyê heye, ku li qada xwe bergiriyê bike, lê belê divê Tirkîyê tûşî êrişek eskerî hatibe û li ber êrişek weha ew dikane bergiriyê li qada xwe bike, neku êriş.

Heçkû, em dibinin Tirkîyê êrişî welatekî din dike û ti sebepên wê ku di xala 51î da hatiye selmandin jî tine ne, bo mînak tûşî êrişek eskerî nehatiye.

Pêdivî tine ye, ku em dûrûdirêj behsa xalê bikin, ji ber ku xal gellek vekirîye û bi ya xalê angaştên Tirkîyê bêbingeh in û wekî Tirkîyê dibêje ti rewatîya (meşruiyet) êrişa li ser Efrînê tine ye.

Di hela din da Tirkîyê, behsa “êrişên terörist”, biryarên RNYî yên di barê teröre da û hiqûka navneteweyî (ger hebe) dike….

Cêgirê serokwezîrê Tirkîyê, Bekir Bozdag (RudawTv bi kelecanek mezin heta gundê wî çûbû ku Kurd bûna malbata wî ji rayagiştî ra rabigihîne) jî gotibû, ku qaşo mafê êrişa li ser Efrînê di hiqûka navneteweyî da cî digre û ameje bi hinek biryarên RNYî kiribû û Efrîn wekî gefa terörist li ser Tirkîyê nişandabû.

Ji duh va, seranserê erdnîgarîya Efrînê gund û bajarokên wê tên bombebaran kirin, him kesên sivîl tên kuştin û birîndar kirin û him jî xwezaya Efrînê zirarek mezin dibîne.

Li hêlekê Destûra RNY, ti beyanname, peyman û rêkevtinên navdewletî, herweha mewzûata Konseya Ewrupa, NATO, Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewrupa, hinek rêxistinên wekî Komkara Erebî rê nade ku Tirkîyê bi êrişek weha rabe.

Bi kurtî, ti bingeha rewatîya, ango meşruîyeta êrişa Tirkîyê li ser Efrînê tine ye, ewê bedelê vê yekê bide.

Bawer im, vê rastiyê Tirkîyê jî û Federasyona Rusyayê jî baş dizanin.

Li vira carek din bejim, herweha rayagiştîya Kurd û hemû cîhan jî baş têdigehê, ku ger FR destûr nedayê ev êrişê dest pê nedikir.

Çima Rusya destûr da, gellek sedemên vê hene, bona Rusyayê Tirkîyê di nava NATOyê da wekî Hespa Truwa ye yek; du, Rusya ji berê va welat û dewletek bêbawer e bona Rubleyekî kanê hevkarê xwe heraç mezat bifroşe, di hela din da Tirkîye bona Rusyayê bazarek e û em dizanin ku bi Tirkîyeyê va bazirganîyek fireh heye, bi qasî 20,5 milyar dolar, ji vê 17,5 milyar dolar Rusya difroşe Tirkîyeyê.

Herweha, roja ku êrişa Tirkîyê dest pê bike destûra kolandin û raxistina loleyên neftê ji Rosneftê ra hat dayîn, ku heta wê roje Tirkîyê rê nedabû.

Dîsa, Tirkîyê kiryarekî (muşterî) baş e bona gaza Rusya yê, li Tirkîyê bi 20 milyar dolaran sentralekî nükleer ava dike û vê dawîyê jî S400 difroşe Tirkîye yê, ya herê balkêş muetefikî rejîmê Şamê ye.

Ev hemû bi me didin zanîn, ku bawerîya bi Rusyayê va metirsîdar e, herdem ev dikane pişta xwe bide “dostê” xwe.

Di navbera hêzên di şer da hevsengî jî tine ye, Tirkîyê hemû cûre çekan bi kartîne, ya herê balkêş jî firokên şer in, ku di operasyona Mertala Firata bi kar nehatin.

Ev jî bi destûra Rusyayê ye, ji ber ku ew bergiriyê li ezmanê Suriyê dike.

Weha dixuye, ku di navbera Tirkîyê û Rusyayê da rêkevtinek heye; bi ya vê rêkevtinê, “Tirkîyê dê heta 17 km dagir bike û paşê dê 5 km vekişê û yekinêyên Rusyayê dê bên di vê şerîdê da cî bigrin.”

Îro rojavayê Kurdistanê li ber xeterekê ye, rojek berî rojekê divê Pêşmergeyên Roj jî beşdarê bergirîya welatê xwe bibin, ger di navbera ENKSê û TevDemê da hevkarî nebe jî, Pêşmergeyên Roj dikanin di nava YPGê da wekî seksîyonekî cî bigrin, bê guman di bin fermandarîyekê da, ev mijarek eskerî ye, divê di nava çarçoweya rê û rêzikin eskerî da be.

21.01.2018/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin