Êrîşa li ser Efrînê didome: Şehidek û 9 birîndar

Êrîşa li ser Efrînê didome: Şehidek û 9 birîndar

Artêşa Tirkiyê bi giranî bajarê Efrînê û gundên navçeyên Şera, Raco, Mabeta û Cindirêsê topbaran dike, ta niha Şehîdek û 9 birîndar hene.

A+A-

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûs Hesekê di daxuyaniyekê da zanîn, çend topên artêşa Tirkiyê li navenda bajarê Efrînê ketin, bi taybet li taxa Eşrefiyê û gundê Tirindê (gundê Tirindê, bi Efrînê ve ye û bûye wek taxeke wê)

Herwiha diyar kir, firokeyên şer yên Tirkiyê navçeya Şera, Raco û gundê Etmana, Mabeta û riya sereke ya Cindirêsê û topbaran dike.

Birûsk Heseke da zanîn jî, ta niha li gor amarên destpêkê welatiyekî sivîl şehîd bûye û 9 welatiyên din jî birîndar hene.

Ji aliyê xwe şanderê K24ê li Efrînê Ekrem Salih amaje bi wê yekê kir, îro artêşa Tirkiyê gelek gund û navçeyên Efrînê bi giranî topbaran û bombebaran dike. Wek gundên Hecîka, Etmana û Basûtê û keçeke 13 salî li Basûtê şehîd bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin