Êrîş li 8 rojnamegeran bûye, 211 nûçe asteng kirine

Êrîş li 8 rojnamegeran bûye, 211 nûçe asteng kirine

.

A+A-

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê di rapora xwe ya meha Tebaxê de diyar kiriye ku polîsan 5 rojnameger desteser kirine, lêpirsîna 8 rojnamegeran hatiye kirin, êrîş li 8 rojnamegeran bûye û 6 malperên înternetê asteng bûne.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Texabê aşkere kiriye. Komeleyê di raporê de cih daye binpêkirinên mafên rojnamegeran, azadiya xweîfadekirinê û azadiya medyayê.

DFGyê di raporê de cih daye pêkanînên Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê û wiha gotiye: “Esas nûçe ji aliyê saziya ku weke lijneya sansurê dixebite ve tê şopandin, giliyê wan li dadgehan dikin û navên qadên ajansên nûçeyan bi navê ‘Parastina Pergala Cemaweriyê û Ewlehiya Neteweyî’ qanûneke eceb hêcet tê nîşandan û tên girtin." 

“RTUK derbeyê li azadiya çapemeniyê dixe”

DFGê cih daye biryarên Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) û wiha gotiye: “RTUKa nûçeyên têkildarî şewatên daristanan ên gelemperî welat cezakirin, berî ku ceza bide weke gefan li dezgehên weşanan bi xwe, daxwaza sansurê kiriye û cezayên ku bide beriya wê ragihandibû. Ev nêzîkatiya RTUKê darbeyeke aşkere ye ku li çapemeniya azad xistî.”

“Em ji rastiyan tawîzê nadin”

DFG’ê berdewama rapora xwe de ev tişt gotin: “Desthilat medyayeke ku gel veqetiyayî, ji tiştên qewimin re çavê xwe bigire, pesnê desthilatê bide û dengê muxalîfan di nûçeyên xwe de ci nedinê divê. Ji bo wan rojnamevanê meqbûl; kesê lekolîn û lêpirsînan neke, pirsgirêkên civakê neîne ziman e. Rojnamevanê ji van re dengê xwe bike û vê nêzîkatiyê qebûl neke jî divê were bêdengkirin. Lê divê ev baş were zanîn ku rojnamevanên wêrek ên ji heqîqetê tavîz nedin hene. Wê gotin û nivîsîna heqîqetê bidomînin. Vê rastiyê tu zext, zor û sansur nikarin biguherînin.”

Li gorî daneyên Komeleyê di meha Tebaxê de dîsa mafên rojnamegeran hatine binpêkirin:

* Rojnamegerên hatine desteserkirin: 5

* Rojnamegerên mirine: 1

* Rojnamegerên êrîş li wan bûye: 8

* Lêferzkirina gef û sîxurtiyê: 1

* Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyê hatine astengkirin: 9 bûyer

* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 8 

* Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin: 3

* Rojnamegerên hatine cezakirin: Ji 2 kesan re 10 sal 5 meh û 22 roj cezayê hefsê hat birîn

*Cezayên RTUKê: Ji 6 qenalan re 11 ceza

* Astengkirina ragihandinê ya înternetê: 211 nûçe û 6 malperên înternetê

* Rojnamegerên ji kar hatine avêtin: 51

* Rojnamegerên qerta wan yê çapemeniyê hatin betalkirin: 1

* Hejmara rojnamegerên girtî: 63

*Çavkanî:MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin